Êzidiyan ji Viyan Dexîl pirsî: Ew kesên ku tu rizgar kiribûn kî bûn?

  • rojane
  • 09:00 7 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Koma PDK'ê ya Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl gotibû ew û Tirkiyeyê bi hevkarî li dijî PKK'ê şer dikin. Jinên êzidî bertek nîşanî axaftina Dexîl dan û wiha gotin: "Ev axaftin îlana dijminahiya li dijî êzidiyan e. Ew kesên ku Viyan Dexîl rizgar kirin kî bûn?" 

Parlamentera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Seroka Koma PDK'ê ya Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl di civîna li Stenbolê ya têkildarî koçberan de bilêv kiribû ku ew li gel dewleta Tirkiyeyê li dijî PKK'ê şer dikin û gotibû divê hevkariya bi Tirkiyeyê re hîn zêdetir be da ku PKK'ê xelas bikin. 
 
Endama Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî (PADÊ) Macîde Dexîl û endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Naam Bedel bertek nîşanî vê axaftina Dexîl dan û gotin ev axaftin erêkirina qetilkirina civaka êzidî ye. 
 
'CIHÊ RÛREŞIYÊ YE' 
 
Endama PADÊ Macîde Dexîl axaftina Viyan Dexîl şermezar kir û got, di şexsê PKK'ê de ev gef li civaka êzidiyan hatiye xwarin û wiha domand:"Her gav gefê li Şengalê dixwe. Ew jî jineke êzidî ye. Em dixwazin ku ew jî li ser pirsgirêkên Şengalê biaxive. Di her axaftina xwe de xiyanetê li xwe û qewmê xwe dike. Bi van gotinan di serî de xiyanetê li xwe dike û piştre jî li civaka êzidî dike. Li serê çiya balafira wê ket û PKK çû hawara wê û ew rizgar kir û tedawî kir. Gefa ku li PKK'ê tê kirin li Şengalê tê kirin. Ji xeynî van gefan bila ji civaka xwe re tiştekî bike. Her roj gefan dixwin. Viyan Dexîl li şûna ku çû gel PDK'ê bixebite bila bihata di partiyên ku civaka wê û heqê wê diparêzin de bixebitiya. Were ji civaka xwe re bixebite. Li Şengalê PKK tune ye. Gelo beriya fermanan jî qey PKK li vir bû? PKK li Şengalê be û ne li Şengalê be wê êzidî her tim piştgiriyê bidin wan. Li ku ji PKK'ê re pirsgirêk derbikeve wê êzidî bi hawara wan ve biçin. Ew roja ku her kesî pişta xwe daye êzidiyan PKK'ê alîkariya wan kir. Tu caran qenciya wan nayê jibîrkirin. Em çi ji wan re bikin jî kêm e, lê ne zêde ye. Heger îro bi hevkariya Tirkiyeyê li PKK'ê bide wê destpêkê ew zirarê bibîne. Heke ku ew êzidî be bila ji van gotinên xwe şerm bike. Divê ku ew şev û roj ji bo Şengalê bixebitiya û ji bo Şengalê tiştek bikira. Heke ku îro jineke êzidî ji bo Tirkiyeyê bibêje pêdiviya me bêtir bi hevkariyê heye, ev cihê rûreşiyê ye."
 
'EW KESÊN KU EW RIZGAR KIRÎ KÎ BÛN?' 
 
Ji koordînasyona TAJÊ Naam Bedel jî bertek nîşanî axaftina Dexîl da û diyar kir ku ew vê axaftinê qebûl nakin û wiha pê de çû: "Îro li Şengalê bi dehan keç û xortên êzidî di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane. Van keç û xortan Şengal ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Ev gotina Viyan Dexîl bêrêziya li hemberî van şehîdan e. Tu dera Şengalê nema ye ku ciwanek lê şehîd neketiye. Ev zarokên êzidî hemû bi destê Tirkiyeyê ya ku piştgirî dide DAIŞ’ê hatin qetilkirin. Ev kes bi piştgiriya kesên weke malbata Barzanî û kesayetên weke Viyan Dexîl hatin qetilkirin. Civaka êzidî wê wan efû neke. Ew kesên ku Viyan Dexîl îro wan tehdît dike, wan kesan em ji fermanê xelas kirin, Şengalê azad kirin. Bi saya wan şengalî vegeriyan warê xwe. Her qetlîamek li dijî êzidiyan bi destê Tirkiyeyê hatiye kirin. Hê heta niha jî dewleta tirk li pey qirkirina êzidiyan e. Em wê axaftina wê qebûl nakin. Ji sala 2014'an heta niha Viyan Dexîl ji civaka xwe re û jinên êzidî re tiştek nekir. Em wê tu caran qebûl nakin. Diçe li gel Erdogan rûdinê em ê çawa qebûl bikin? Ew kesên ku ew rizgar kirin kî bûn gelo? Ne ew û ne jî Erdogan nikare PKK'ê xelas bike. PKK ne partiyeke, PKK fikrek e. Ew ne hilbijêra me ye. Li ber çavê me tenê di parlementoyê de parlementerek e. Ne em pişta xwe bi wê germ dikin û ne jî em wê êdî qebûl dikin."
 
'EV GOTIN GEF E'
 
Bedel di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku hevkariya bi dijminê êzidiyan re îlana dijminatiya civaka êzidî ye û axaftina xwe wiha qedand: "Ev polîtîkaya ku ew didin meşandin wê li herêmê bi xwe re aloziyan bîne. Hê jî gorên komî yên êzidiyan nehatine vekirin. Bila ji wan şerm bike. Bi van gotinan dibe sedem ku Tirkiye êrişê bine ser Şengalê. Siyaseta Viyan Dexîl siyaseteke qirêj e. Heke êzidî be, çawa dibe ku piştevaniya dijminê êzidîyan dike? Li şûna ku piştevaniya wan bike bila piştevaniya gelê xwe bike. Qedr û qîmeta wê li gel êzidiyan nema. Gelek kesan navên keçên xwe kirin Viyan. Lê niha hemû ji ber wê poşman bûne. Ev gotina wê ji me re gef e. Çûna wê ya Stenbolê, ew li ber çavê me reş kir. Em spasiya xwe ji PKK'ê re dikin. PKK ne li vir e lê em bi fikrê wê xwe bi rêxistin dikin. Kîjan êzidî dengê xwe dabe wê divê van gotinan bibîhize. Heger ji bo me tiştek bikira îro vegera êzidiyan asteng nedikirin. Siyaseta wan nahêle ku êzidî birînên xwe bipêçin. Bi banga ji bo piştgiriya Tirkiyeyê re îlan kir ku ew ne ji me ye. Û bêyî civaka xwe wê nikaribe tiştekî bike. Ew êdî li ber çavê me hevala Erdogan e." 
 

Sernavên din

14:04 Gelê Îranê li dijî krîza aborî ser pêya ye: Xwendekaran jî piştgirî dan çalakiyan
13:55 Li Sûriyeyê êrişên ser Elewiyan berdewam in
13:52 Dozger xwest Ayşe Gokkan were berdan, dadgehê red kir
13:51 Bayindir: Ocalan, bi banga xwe dîrokekê di salekê de bi cih kir
12:20 Hêj sala nû nehatî ji bo cigareyê zem hate kirin
12:18 AYM’ê serlêdana têkildarî astengkirina nameyan red kir
12:12 Saziyên Zimanê Kurdî ji bo tevlibûna mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bang kir HATE NÛKIRIN
11:44 Di 2025'an de 'pêvajoyê' mohra xwe li rojeva siyasetê xist
11:42 Li gorî daneyên TUÎK’ê bêkarî zêde dibe
11:01 Abdullah Ocalan: Pir girîng e ku Tirkiye li Sûriyeyê bi roleke çêker rabe
09:57 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: 'Qanûna Aştiyê' dê pêşiya sedsaleke nû ya Tirk-Kurdan veke
09:46 Li Enqere û Stenbolê li dijî DAIŞ'ê operasyon
09:29 Şaredarê Îzmîrê yê berê Soyer hate girtin
09:04 'Qanûnên azadiyê ne amûra bazarkirin an jî jestê ne'
09:00 ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN
29/12/2025
20:43 Dê peyama sersalê ya Abdullah Ocalan bê parvekirin
16:37 Rêya Colemêrg-Şirnexê ji çûnhatinê re hat girtin
16:15 Li Cizîrê bang ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
15:56 Doza Narîn Guranê: Dadgeha Bilind cezayê dê, ap û bira erê kir
15:48 Êrişî çalakiyên li Tehranê hat kirin: Gelek kes hatin binçavkirin
15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê