Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne

  • cîhan
  • 13:26 21 Tîrmeh 2022
  • |
img

WAN - Zanyarê Siyasetê Farshad Pisoureha diyar kir ku li lûtkeya Tehranê destûra dagirkirina Rojava ji Tirkiyeyê re nehatiye dayîn û wiha got: “Na NATO, ne Rûsya û ne jî Îran piştgiriyê nadin polîtîkaya Erdogan û bi wê polîtîkayê re nînin.” 

 
Zanyarê Siyasetê Dr. Farshad Pisoureha ku li Îranê dijî têkildarî lûtkeya li Tehranê ya di navbera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan de nirxand. 
 
Pisoureha da zanîn ku du roj berê li Tehranê hevdîtineke gelek girîng hatiye kirin û wiha got: “Xala herî girîng a hevdîtinê, daxwaza êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Rojava bû. Tekane armanca Tirkiyeyê û tekane xala li ser disekine, dagirkirina Rojava ye ku kurdan ji bo wê bedelên giran dan. Dixwaze statûya li wir tune bike û vê yekê li her deverê tîne ziman. Tirkiye naxwaze xeletiya ji bo statûya Herêma Federal a Kurdistanê kiriye li vir jî bike. Ji bo tunekirina vê statûyê bi sala ye her roj operasyonan dike û dixwaze kurdên li wê derê tune bike. Erdogan ev 20 sal in dixwaze xeyala Osmanî dîsa têxe meriyetê.” 
 
‘ÎRAN LI DIJÎ OPERASYONA ROJAVA DERKET’
 
Bi domdarî Pisoureha anî ziman ku Îran di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê de li cem kurdan cih negirt û wiha domand: “Li dijî operasyonên Tirkiyeyê jî xwe li bêdengiyê da. Lê piştî serkeftina kurdan a li Rojava, vêcarê jî Îranê helwesteke li dijî Tirkiyeyê pêş xist. Li rexekî kurd nêzî DYA’yê dibûn, li rexa din hevkariya Tirkiye-Rûsyayê û her wiha endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê ku li dijî Îranê ye, kir ku Îran neçar bimîne hinek tercîhan bike. Di vê rewşê de Îranê bi şertê ku zêde pêşve neçin, dest bi piştgiriya kurdan kir. Ji ber ku pê hesiya ku Tirkiyeya hem bi NATO û hem jî Rûsyayê re têkiliyan datîne, tu sûdekî nade wê. Di hevdîtina du roj berê de jî Îranê peyameke girîng da û ji hemû cîhanê re got ku li dijî operasyona Tirkiyeyê ye.” 
 
‘ÎRANÊ HELWESTEKÎ ZELAL NÎŞAN DA’
 
Di berdewamê de Pisoureha got ku Îranê li dijî daxwaza operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Rojava helwestekî zelal nîşan da ye û ev nirxandin kir: “Di vê hevdîtinê de du xal derketin pêş. A yekemîn;  got ku di darbeya 15’ê Tîrmehê de piştgirî dane Erdogan û jê xwestin ku têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re bi dawî bikin. A duyemîn jî; jê re got ku teqez li dijî êrişeke ser Rojava ne. Heta mirov dikare helwesta Îranê weke gefekê jî bibîne. Li gorî min pir aşkera bû ku di operasyoneke gengaz de Rûsya û Îran dê piştgiriyê nedin Tirkiyeyê. Anku em dibînin ku ne NATO, ne Rûsya û ne jî Îran polîtîkayên Erdogan napejirînin û li gel wan polîtîkayan nînin. Dibe ku li dijî van operasyonan derkevin lê em baş pê dizanin ku her çar welatên ku kurd lê dijîn jî naxwazin kurd bihêz bibin.” 
 
‘TEKANE POLÎTIKAYA WAN DIJMINATIYA KURDAN E’ 
 
Pisoureha, daxuyand ku Erdogan di hemû serdanên xwe de tenê polîtîkaya dijminatiya li kurdan derdixîne pêş û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erdogan her welatê ku diçê, bi xwe re polîtîkaya dijkurd dibe. Hemû polîtîkayên xwe faşîzan li Îranê jî anî ziman. Dixwaze rola xwe ya di şerê Rûsya-Ûkraynayê de xurtir bike û tekane armanca vê jî hilbijartinên sala 2023’yan e. Ji ber ku ew jî dizane ku tenê dijminatiya li kurdan dengê wî zêdetir dike.”
 
‘HEDEF NE PKK GELÊ KURD E’ 
 
Têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî sivîlên Zaxoyê jî Pisoureha ev tişt anî ziman: “Helwesta Kazimî ya di van êrişan de baş bû lê mixabin kurdan bersivek nedan. Ji ber ku heta niha li dijî polîtîkaya dagirkeriyê ya Tirkiyeyê tenê gotinekê jî nakin, hema hema rojane sivîl tên kuştin. Li vê derê armanc teqez PKK nîne, tevahiya gelê kurd e. Mebesta van êrişan, tunekirina xaka kurdan e. Dixwazin kurdan bêçare bihêlin, daristan û xwezaya wan tune bikin. Çekên kîmyewî tên bikaranîn lê mixabin Herêma Federal a Kurdistanê bertekekî jî nîşan nade. Ev êriş, êrişên li dijî mirovahiyê ne. Erê rast e Herêma Kurdistanê ji hêla aborî ve girêdayî Tirkiyeyê ye lê bila helwesta wan a di referandûmê de bînin bîra xwe. Divê malbata Barzanî siyaseta xwe zelal bike. Di êrişên wiha de ereb û Bexda jî ji kurdan bêhtir bertekan nîşan didin.  Ne bawerim ewqas nezan bin ku nezanin siyaseta Tirkiyeyê li dijî kurdan e. Hemû kurd li dijî van êrişan in. Lê baş dizanin ku heta destûra Herêma Kurdistanê nebe, Tirkiye nikare van êrişan bike û bikeve van herêman. Divê hemû kes li dijî van êrişên faşîzan derkeve lê herî zêde jî kurdên li Herêma Kurdistanê. Kurd li Rojhilata Navîn hêzekî mezin in û dikarin gelek serkeftinan pêk bînin. Lê ji bo vê yekitî lazim e. Pêdiviya wan bi NATO, Rûsya yan jî DYA’yê nîne. Heke siyaseta kurd bi gelê xwe bawer be, dikare vê bike.” 
 
MA / Adnan Bîlen
 

Sernavên din

25/07/2022
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî