Ji bo serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hefteyek ma

img
STENBOL - Serlêdanên ji bo 29’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad dest pê kirin. Serlêdan dê di 10'ê îlonê de bi dawî bibin. 
 
Ji bo bîranîna Mûsa Anter û xebatkarên çapemeniya azad ên di dema li ser xabata xwe şehîd bûbûn, her sal xelatên rojnamegeriyê tên dayîn. Îsal jî dê 29’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bên dayîn. Pêşbirk ji hêla Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê amadekirin û serlêdanên ji bo pêşbirkê dest pê kirin. Pêşbirk ji zimanên kurdî û tirkî û ji beşên “Nûçeyên kurdî”, “Nûçeyên tirkî”, “Wêne (wêneyên nûçeyan”, “karîkatûr” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî “Rojnamegeriya Jin” pêk tê. 
 
Her beşdar dikare tenê di beşekê de û tenê bi berhemekî tev li pêşbirkê bibe. Nirxandina serlêdanên berheman, li gel xebatên ku yekser ji pêşbirkê re hatine şandin, her wiha dê lijneyên bijarker pêşniyarên lijneyên pêşbijartinê jî li ber çavan bigirin. Berhemên hatine şandin dê li xwediyên wan neyên vegerandin û mafê Rojnameya Yenî Yaşamê heye ku biweşîne. Berhemên heyî divê bi rêya PTT an jî kargoyê ji bo navnîşanên li jêr hatine diyarkirin werin şandin. An jî ev berhem divê bi rêya e-posta’yê yan jî raste rast bi dest bên teslîmkirin. Berpirsyartiya berhemên ku bi rêya posta yan jî kargoyê negihiştin binecihiyê jî ya xwediyên wan bi xwe ye. 
 
Serlêdan di 10’ê îlonê de bi dawî dibin. 
 
ŞERTÊN TEVLIBÛNA PÊŞBIRKÊ 
 
Şertên tevlibûna Pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad wiha ne: 
 
“*Her kesê xwedî berhem ku xwedî şertên di şertnameya teknîkî ya Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad de hatine destnîşankirin dikare tev li pêşbirkê bibe. 
 
*Endamên lijneya bijarker (sala ku bûye jûrî) û xebatkarên Yenî Yaşamê nikarin tev li pêşbirkê bibin. 
 
*Divê berhemên ji pêşbirkê re hatine şandin yan di demên berê de nehatibin weşandin an jî piştî 10’ê îlona sala 2021’an hatibin weşandin. 
 
*Beşdar divê bi berhemên xwe yên ku di vê pêşbirkê de yan jî di pêşbirkekek din a bi vê pêşbirkê re hemwext hatiye lidarxistin û xelat, mansiyon an jî pêşandan newergirtî tev li pêşbirkê bibe. 
 
*Heke derkeve holê ku berhema heyî di vê pêşbirkê de yan jî di pêşbirkeke din a bi vê pêşbirkê re hemwext hatiye lidarxistin de xelat, mansiyon an jî pêşandan wergirtiye, dê weke binpêkirina şertnameyê bê hesibandin û xelata wî were betalkirin. Heke xelat wergirtibe jî divê beşdar vê xelatê paşve bişîne. Ev kar û bar ji bo beşdarên din tu mafê daxwazê naçêke. 
 
*Heke beşder li gel ku berhem a wî/wê nîne jî weke berhema xwe nîşan bide û endamên jûriyê bixapîne, dê ev yek weke binpêkirina şertnameyê were hesibandin.
 
*Divê wêneyên hatine şandin “wêneyên nûçeyan” bin û bi tu awayî pê nehatibe lîstin. 
 
*Hemû beşdarên ku berhemên xwe ji pêşbirkê re şandine, erê dikin ku şert û mercên di şertnameyê de hatine diyarkirin qebûl dikin. Beşderên li dijî van şertan tevdigerin jî dê ji pêşbirkê bên derxistin. 
 
*Heke berhem nehatibe weşandin divê navê berhemê, cih û dema berhem hatiye xêzkirin an jî kişandin were diyarkirin; heke hatibe weşandin jî divê agahiyên dîrokê yên rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV û kopiyeke berhemê di dosyayê de hebe. Beşdar divê kurtejiyana xwe, agahiyên navnîşanê, nivîsa agahdariyê ya derheqê berhemê de û wêneyeke xwe di nava dosyayê de bişîne.” 
 
ENDAMÊN JÛRIYÊ
 
Jûriya Nûçeyên Tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatîh Polat, Farûk Eren, Îbrahîm Varli û Huseyîn Aykol. 
 
Jûriyên Nûçeyên Kurdî: Leyla Ayaz, Kadrî Esen, Sûna Tunç, Bêrîtan Zagros û Ramazan Olçen. 
 
Jûriyên Rojnamegeriya Jin: Habîbe Eren, Pinar Ural, Bîrcan Degîrmencî, Ceren Sozerî û Elîf Akgul.
 
Jûriya Wêneyan: Çetîn Altûn, Ramazan Ozturk, Ozcan Yaman, Nezahat Dogan û Refîk Tekîn.
 
Jûriya Karîkatûrê: Îmam Cîcî, Sefer Selvî û Asli Alpar
 
NAVNÎŞAN
 
e-posta: yeniyasamgazetesi@gmail.com
Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90
Navnîşan: Şehit Muhtar Mahallesi Bekar Sokak No: 7/3 Beyoğlu/İstanbul
 
 

Sernavên din

09/09/2022
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye