Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê: Li herêmê tundî tê nixumandin

  • jin
  • 09:01 4 Îlon 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiyayê Derûnnas Nergîz Ant diyar kir ku jin ji ber ku li hemberî tundiya hişmendiya mêrî xwe birêxistin dikin hedef tên girtin û got: "Li herêmê tundî tê nixumandin. Lê ev tundî êdî derketiye holê, teşhîr bûye. Êdî li hemberî tundiyê jin bêdeng nîn in." 
 
Ji ber polîtîkayên heyî yên desthilatdariyê  yên li hemberî jinan û polîtîkayên bêcezakirinê, jin her roj rastî tundiyê tên û tên qetilkirin.Tundiya mêr a ku xwe li herêmê bi rêxistin dike gav bi gav zêde dibe. Li herêmê jin, bi taybetî ji aliyê hêzên dewletê ve tên qetilkirin. Herî dawî li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê Fîrdevs Babat a 17 salî ji aliyê kujer Ahmet Babat ve bi çeka cerdevaniyê hatibû qetilkirin û Babat cenazeyê wê jî avêtibû Çemê Hezilê. Her wiha li taxa Yenî ya Hezexê Leyla Karaaslan a ku bi salan bi awayekî sîstematîk tevî zarokên xwer astî tundiyê hatibû, dema ku di xew de bû tevî zarokên xwe ji aliyê hevjînê xwe Hasan Karaaslan ve hatibû qetilkirin. Midûra Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Silopiya ya Şirnexê Derûnnas Nergiz Ant têkîldarî zêdebûna qetlîamên jinan û tundiya li ser jinê ya li herêmê axivî.
 
'TUNDÎ TÊ NIXUMANDIN'
 
Ant diyar kir ku jinên li herêmê li dijî hişmendiya mêr ya tunekirinê hişyar bûne û xwe birêxistin dikin û got: "Jin her tim rastî zext û qetilkirinê hatine. Lê niha bi saya têkoşîna ku tê dayin jin gavekî li pêş in. Jin êdî hay ji her tiştî hene. Êdî jin li hemberî tundiya mêr radibin û dengê xwe derdixin. Jinên ku li hemberî tundiyê serwext dibin rastî tundiyê tên. Ji ber ku mêr hîn bûye ku jin bêdeng bimînin, jin çokên xwe li ber wan bişkinin, jin nikaribin derkevin derve. Lê ev hişmendî tê hilweşandin. Jin li hemberî tundiya wan hişyar dibin. Her ku hişyar dibin vê carê tekoşîna wan mezintir û şert û mercên wan zehmetir dibin. Tundî mixabin li her derê heye. Ne cih û ne jî warê tundiyê heye. Li her derê belav dibe. Ev der jî yek ji van herêman e. Nakokiya çandî, nakokiya nifşan, zewacên di temenên biçûk de jî dibin sedemê pevçûnan. Lê belê tundiya li herêmê tê nixumandin. Lê ev tundî êdî derdikeve holê. Jin êdî dengê xwe bilind dikin. Divê em pêşî ji têgihiştinê dest bi wekheviya zayendî bikin. Jin li hundir e, mêr li derve ye, jin nazik e, zilam şêr e û nagirî. Zarokan wiha tên mezinkirin jî di pêşerojê de dibin sedema tundiyê."
 
BERTEK QELS IN
 
Nergîz Ant anî ziman ku polîtîkaya bêcezakirinê di zêdekirina tundiyê de roleke sereke dilîze û got: "Tundî ancax bi perwerde û atolyeyan dikare bê astengkirin. Di mêran de hesta xwedîderketinê zêde dibe û ev jî vediguhere cinawirekî. Ev yek dibe sedem ku jin bên qetilkirin. Dibe sedema tundiya li ser jinê. Heya ku pêşî li tundiyê neyê girtin dê tundî normal bê ditin. Ji bo normal nebe divê xebateke cidî bê kirin. Divê jin bizanibe ku ji aliyê fizîkî, derûnî û aboriyê ve rastî tundiyê tê. Dema ku ji van rastî yekê hat jî divê ku ji heval, cîran û zarokên xwe re bibêje. Ew mêrên ku dibin sedem jî divê neyên parastin û bên cezakirin. Heta ku ev zîhniyeta mêrtiyê ya li hemberî jinan ji holê ranebe û heta ku ev hişmendî hebe, wê jin bên qetilkirin. Zîhniyeta mêrkujiyê dike divê ji holê bê rakirin. Li Şirnexê di nava 10 rojan de 5 jin hatin qetilkirin. Lê deng derneket û dengê derket jî qels bû."
 
LI HEMBERÎ TUNDIYÊ PERWERDEHΠ
 
Ant diyar kir ku ji bo hişyarkirina jinan a li hemberî tundiya li herêmê dixebitin û wiha got: "Em Midûriyeta Polîtîkayên Jinan, têkoşîna me ya li dijî tundiyê dewam dike. Ji bo vê em li taxan civînan çêdikin û perwerdeyê didin. Me ewil ev perwerde li şaredariyê dan destpêkirin. Em ê hîn bikin ku tundî çi ye û ew ê li hemberî vê yekê çi bikin. Ji xeynî vê jinên mexdûrên tundiyê tim serî li me didin û em wan dişînin cihên têkildar. Em hem piştgiriya derûnî hem jî ya hiqûqî pêşkêş dikin. Ji tundiya tenduristiyê bigire heta tundiya aboriyê, jin bi awayê tundiyê dizanin. Êdî jin dibêjin, 'Erê ez jî vî cureyê tundiyê dibînim.' Eleqeyeke pir mezin heye û daxwaz dikin ku em perwerdeyên xwe cardin bidin. Ev jî bi rastî ji bo me dibe cihê kelecaniyê."
 
 

Sernavên din

09/09/2022
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye