‘Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e’

  • jin
  • 11:31 4 Îlon 2022
  • |
img
STENBOL - Jinan diyar kirin ku parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e û gotin: “Em li cem Semra Guzel in.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê piştî hedef hatibû nîşandan hatibû rakirin û Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê wê de lêpirsîn dabû destpêkirin di 2’yê Îlonê de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Guzel a ku birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê dema ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê rastî mûameleya nebaş û tundiya polîsan hat. Guzel ku pişt re anîn Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê û bi îdiaya “endamtiyê rêxistinê” bi SEGBÎS’ê îfade da Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Enqereyê bi heman îdiayê hate girtin. 
 
Ji bo Guzel a ku duh ji bo îfadedayînê sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin bi dehan kes çûn edliyeyê û li bendê man ku derbarê Guzel de biryar bê dayîn. Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce û endama Meclîsa HDP’ê Çîçek Ariç ên li ber edliyeyê li bendê bûn, nerazîbûn nîşanî girtina Guzel dan.
 
VÎNA 6 MILYON HILBIJÊR
 
Fatma Înce, diyar kir ku Guzel vîna 6 milyon hilbijêran e û got: “Em zextên li dijî wê hatine pêşxistin û hewldanên krîmînalîzekirina wê şermezar dikin. Û em bi biryar in ku li dijî vê têbikoşin.” 
Înce, diyar kir ku ev serdem serdemeke ku serwer qels bûne û desthilatdariya wan hejiyaye û wiha berdewam kir: “Bi taybetî di vê nuqteyê de hêza veguherîner a jinê, hêza tevgera jinê û mûxalîf jî gelekî girîng e, gelekî krîtîk e. Û HDP partiyeke girseyî ye ku vê mûxalefetê, vê tifaqê di nava xwe de vedihewîne û bi wan re di nava piştevaniyê de disekine. Êrîşên li hemberî parlamenterên jin ên di nava HDP'ê de têdikoşin gelekî tê fêmkirin. Lê belê di vê serdemê de wê ev êrîş hîn bêhtir bên qelskirin û pûçkirin.”
 
‘EM DI FERQA ÊRIŞAN DE NE’
 
Înce bi lêv kir ku HDP partiya hêzên çep ên sosyalîst, jin, çîna karker û demokrasiyê ye û got: “Di vê wateyê de em hemû komên sosyalîst, hemû dînamîkên mûxalefeta civakî em di ferqa êrîşên li dijî parlamenter Semra Guzel tên kirin de ne. Em di ferqa cudakariya ku tê xwestin di navbera têkoşîna gelê kurd û me de bê hûnandin de jî ne. Em ê vê pûc bikin. Em li dijî vê ne. Em heta dawiyê li pişt têkoşîna Semra wekîlê disekinin.”
 
‘EM LI CEM SEMRA GUZEL IN’
 
Çîçek Ariç da xuyakirin, ku ew girtina parlamenter Guzel a bi dengê gel hatiye hilbijartin qebûl nakin û parlamenterên HDP’ê yên beriya derbarê wan de doz hatin vekirin û girtin bibîr xist. Ariç di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Çi kiribûn? Di rastiyê de bi temamî axaftin û gotinên siyasî... Ji ber vê yekê tu nelirêtî nînin. Parlamenteriyên HDP’iyan ji ber ku li dijî vê sîstemê derdikevin, rexneyê lê dikin û rejîmê qebûl nakin, tên xistin. Bi taybetî bi rêya parlamenterên jin hewl tê dayîn ev bên kirin. Semra Guzel wekîla me ye. Parlamenterekî hilbijartî ye ku bi hezaran deng stendiye. Em her tim li cem Semra Guzel in.”
 
 

Sernavên din

09/09/2022
09:00 ROJEVA 9'Ê ÎLONA 2022'YAN
08/09/2022
23:20 Şanoya Bajêr bi 'Dek û Dolabên Scapen' derket pêşberî şanohezan
21:12 Sitiya II'yem Elîzabhet jiyana xwe ji dest da
21:02 Li dijî talankirina xwezayê banga ji bo meşa li Cûdiyê
18:58 Heyetê heya sibê navber da Doza Kobanê
16:54 Li Îzmîr û Denîzliyê banga edaletê hate kirin
16:26 Bernameya îlonê ya Wêjegeh Amedê eşkere bû
16:16 Wezaret Bêdeng e: Kunyeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dan hatin weşandin
16:01 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:43 Li Kampa Holê 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan
15:23 Di baxçeyê edliyeyê de Nobeta Edaletê hat girtin
15:18 Ozsoy: Enqere heta qirikê xetimî ye
14:42 Ji bo pirtûka Yuksekdag biryara qedexe û îmhakirinê hate dayîn
14:35 Li Cûdî şer derket
14:32 Li Şirnexê ciwanê ku ‘întîhar kir’ jiyana xwe ji dest da
14:32 Banga ji bo Meşa Cûdî: Werin em li dijî talankirinê derkevin
14:17 Rojnamevanan giliyê polîsan kirin
14:16 Danişîna Rojbîn Çetin hat taloqkirin
14:16 Jina ku tundî lê dihat kirin bi awayekî guman mir
14:15 Gunay bersiva Akşener da: Jixwe tu HDP’yî nayê ser wê maseya ku tu lê yî
13:42 Li Kampa Holê şaneya DAÎŞ'ê êriş kir: Çeteyek hate kuştin
12:47 Li rojnamevan Topaloglû û Eser cezayê hefsê birîn
12:42 Hêceta netehliyekirinê: Ji bo hêsankirinê tu hewldan nîşan neda
12:41 Dolmîşa kerkeran qeza kir: 2 jê bi giranî 13 kes birîndar bûn
12:30 Makbûle Ozer: Em ji ber kurdbûna xwe hatin girtin
12:09 KNK'ê ji bo Xelîfanê bang kir: Bila bûyer bê lêkolînkirin
12:07 Dozgerê 10’emîn jî nexwest bi Malbata Şenyaşar re hevdîtin bike
11:24 Dermankirina girtiya nexweş di nivî de ma
11:17 Li Stenbolê ji bo Meşa Cûdiyê bang hate kirin
11:01 Keskîn: Muafgirtina Ocalan a ji ‘mafê hêviyê’ dê neçareseriyê kûrtir bike
10:40 Amedî: Em li ba Semra Guzel in
10:31 Temel bersiva Partiya ÎYÎ da: Bermayên gladyoyê dîsa rê û rêbazan dibire
09:55 Îtîraza ji bo girtina rojnamevanan carek din hat redkirin
09:03 Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin
09:03 Dara Hênê di nav nahpikên kanên xîzê de maye
09:02 Bi mehan e di hucreyeke yekkesî de ye
09:02 Gundên Pîranê 7 sal in dorpêçkirî ne
09:02 Qeyûm îhale dan fîrmayên li Mêrsîn û Enqereyê
09:01 Amûrên qirtasiyeyê nayên stendin!
09:01 'Neçareserkirin binpêkirinên mafan, binpêkirinan jî mirin zêde kirin'
09:00 ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2022'YAN
07/09/2022
21:41 Derbarê rojnamevan Çelîk û Yayla de doz hat vekirin
18:12 Makbûle Ozer ji girtîgehê derket
18:12 Eleqeya ji bo kurdî zêde dibe
18:06 Li ber girtîgehê ji girtiyên nexweş re azadî xwestin
18:05 Zarokê ji qata 5’an ket xwarê jiyana xwe ji dest da
17:43 Girtî Hanefî Eser piştî 30 salan hate berdan
17:37 Endamên Meclîsa Ciwanan hatin berdan
17:22 Di doza ÇHD’ê de kes nehate berdan: Hûn nikarin bi rê ve bibin
16:54 Li Dîlokê protestoya “dest nede wekîlê min”
16:15 Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê 15 karker ji kar derxistin
16:15 Dozger bi îdiaya ‘propagandayê’ ji bo Leyla Guvenê cezayekî zêde xwest
15:39 Ebdûlwahîd: Aqûbeta 22 mîlyar dolarên dema Barzanî nayê zanîn
15:23 Endamên HABER-SEN’ê li dijî sirgûnan ketin rê
13:55 “Dewleta herî hov jî vê zilmê nake”
13:55 Rûsya: ANS a ku Tirkiye piştgirî dide wan, diziya berhemên dîrokî dike
13:35 Lêpirsîna ‘nepen’ ya komkujiya li nexweşxaneyê: Dozgerê 10’emîn hat
13:06 Rojnamegerên girtî: Qawişên jinan bi kamereyan dişopînin
12:29 Cenazeyê ajokarê kamyona ku qulipî gola avê hate dîtin
12:18 Kepçeya bipalet şandin herêma şer a li Omeryanê
12:12 ‘Di nava girtîgehê de, girtîgehek din çêkirine’
12:09 Maşîneya zirxî li wesayîtekê da: Jinek bi giranî birîndar bû
11:37 Parêzerê Guzelê Aşa: Rastiyeke kurdbûnê ya li ser sêdarê serê xwe netewîne heye
10:12 Ferhad Şamî: Li Kampa Holê nifşê sêyemîn ê herî xeternak ê DAIŞ`ê radibe
09:02 Amedî: Girtiyên nexweş ji ber kurdbûna xwe nayên berdan
09:02 Astengiyên şirîdên zer ên qeyûm!
09:02 Bertekên li dijî girtina Guzelê: Ev perpitînên dawî yên desthilatê ne
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2022'YAN
06/09/2022
21:56 Gokhan Yildirim: Xeta berxwedanê mirov bi ser dixe
20:30 Li Omeriya 4 esker û cerdevanek birîndar bûn
19:51 Danişîna doza rojnamevan Kaya hat taloqkirin
17:59 Di doza Hêlîn Şenê de daxwaza ji bo girtina bersûc cardin hat redkirin
17:12 Tanrikûlû yê şahid ew nas nekir bi hedef nîşandana Soylû hate girtin
17:04 Di teqîna li Pîşesaziya Dîlokê de 2 karker jiyana xwe ji dest dan
16:57 ‘Bila daxwazên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de bên bicihanîn’
16:11 Li Semsûrê û Stenbolê şermezarkirin: Semra Guzel iradeya me ye!
15:44 Doza Kobanê: Pirsgirêka kurd wê bi îtîrafkaran çareser bibe?
15:25 ‘Cara çaran e bi heman îdiayan têm girtin’
15:03 Li Girtîgeha Bafrayê mafên bingehîn tên binpêkirin!
14:04 Jinên HDP’î: Gelê kurd tu car serî netewandiye natewîne jî
13:20 ’Girtî bi destê dewletê tên qetilkirin’
13:14 Li Girtîgeha Jinan a Amedê mirineke biguman
12:35 Li Rihayê qezaya trafîkê çêbû: 2 kes mirin
12:15 Malbatên girtiyan: Heke Wezîre Edaletê nikarê erka xwe bi cih bîne bila îstîfa bike
12:07 Gelo Mobeseyê kuştina Kara qeyd kir?
12:03 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:46 Li herêma Omeriya şer û pevçûnên dijwar diqewimin
11:44 Malbata Şenyaşar: Yên ku tişta pêwîst nakin şirîkên vê zilmê ne
11:22 Tifaqa Ked û Azadiyê: Dem dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê ye
09:57 Hêzên PDK’ê li Xelîfanê êrişî komeke endamên HPG’ê kir
09:08 Rojnameyan nadin rojnamevanên girtî
09:07 Ji bo meşa li dijî qirkirina xwezayê bang kirin: Em jiyanê biparêzin
09:06 Başaran: Ya li hemberî Guzelê hat kirin wêneyê rejîma faşîst bû
09:05 'Dibêjin 'çûk jî li ser sînor nafirin', lê ev tiryak çawa ji sînor derbas dibe?'
09:05 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Çareseriya li Sûriyeyê ne Esad e ne jî Erdogan e
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN
05/09/2022
21:41 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
21:14 Gokhan Yildirim ê di rojiya mirinê de hat berdan
20:04 Li Wanê mirineke bi guman
20:02 Di skorskya ket de çawîşekî pispor miriye