Roja Nivîskarên di Girtîgehan de: Zindan bûye qada afirîneriyê

  • rojane
  • 22:55 13 Mijdar 2022
  • |
img

AMED - Pena Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd, bi boneya roja nivîskarên ku di girtîgehan de ne bernameyek li dar xist. Di bernameyê de panelîstên ku gelek salan di girtîgehan de mane di derbarê bîranîn, xweşî û nexweşiyên di zindanan de gotûbêj kirin. 

Komeleya Wêjekarên Kurd û Pena Kurd, têkildarî roja nivîskarên di girtîgehê de bernameyek li dar xist. Di bernameya ku dê heta 15'yê mijdarê berdewam bike de îro moderatoriya bernameya îro Salîha Ayata kir û Firat Can û Feysel Ozdemîr jî li ser mijara bi navê "wêje û zindan" axivîn. Bername, bi tevlibûna nivîskar û wêjehezên Amedê pêk hat. 
 
Di destpêkê de Hevseroka Komeleyê Sûltan Yaray û Hevserokê Pena Kurd Omer Fîdan xêr hatina mêvanan kirin û bal kişandin ser pêştevaniya nivîskarên girtî û wiha gotin: “Pêwîste em pirtûkên nivîskarên di girtîgehan de li her derê bidin nasîn û belav bikin.”
 
'ZINDAN QADA AFIRÎNERIYÊ YE' 
 
Piştre moderator Salîha Ayata axivî û bal kişand ser afirîneriya di zindanan de û got: “Zindan, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo wêjeya cîhanê jî her tim bûye qadeke afirîneriyê. Ji bo gelek neteweyan, zindan weke qadeke pêşengtiya fikra azad tê hesibandin. Dema mijar bibe berxwedana gelê kurd jî zêdetir mijara zindanê di keve rojevê de. Ji ber ku ev 40 salên di dawiyê li zindanan de gelek nivîskarên kurd ji ber nivîsandinê hatine girtin. Ji ber vê yekê jî zİndanên li Kurdistan û Tirkiyeyê bûye qadekî afirîneriyê.”
 
‘ZINDAN CIHÊ ÎRADE ŞIKANDINÊ YE’
 
Panelîst nivîskar Feysel Ozdemîr jî da zanîn ku zindan cîhê îradeya şikandina kesan e. Ozdemîr diyar kir ku 2 cureyên nivîskaran heye û yek jê nivîskarên serdestan û ya duyem jî nivîskarên bindestan in. Ozdemîr axaftina xwe domand: “Nivîskarên serdestan hertim ji desthilatdaran re xebitîne û nivîskarên bindestan jî her tim ji bo gel nivîsandine û bi wan re jiyan e. Ji ber vê yekê jî ji aliyê serdestan re neyar hatine nîşandayîn. Lê di dawiyê de nivîskarên ku girêdayî serdestane navê wan tûne ye, yên bi gel re ne jî hertim dijîn û tên naskirin. Her wiha serdestan di zîndanan de gelek kes û kom teslîm standin. Lê tenê Tevgera Azadiya Gelê Kurd ev pergala zîndanan ya serdestan şikand. Bi pêşengtiya Mazlûm Dogan zindan êdî wek cihê ku îrade têde tûj dibe û cihê berxwedanê hat pênasekirin.”
 
‘BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’
 
Panelîst nivîskar Firat Can ku salên dirêj girtî ma jî bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û vê yekê şermezar kir. Can diyar kir ku ew wek nivîskar û rewşenbîrên kurd pêwiste li dijî van sûcên mirovahiyê ku negirînge li dijî kê hatiye kirin bisekinin. Can bi lêv kir ku dema mijar dibe kurd hemû welatên rojavayê cîhanê bêdeng dimînin û wiha got: “Di girtîgehan de gelek derfetên nivîsandinê tune ye. Lê afirîneriyekî mezin jî li wir heye. Bi destûra rêveberiya girtîgehê nivîs tên nivîsandin. Hewce ye tu parastina nivîsa xwe bikî. Tu nivîskar heta niha parastina nivîsa xwe ne fikiriye, lê di girtîgehan de mecbûrî bi fikirî. Ji ber ku rêveberiya girtîgehê dikare were wan kom bike û keda te tev biçe di avê de. Zextekî pîskolojîk li ser te heye. Carna di zindanan de mirov tiştekî dinivisîne lê ji ber ku te ji bîr kiriye, tu nikarî pênaseya wê bikî. Di nava van pirsgirêkan de jî berxwedan û têkoşînek pir mezin heye.”
 
Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

16/11/2022
16:51 Malbatên girtiyan bertek nîşanî lêferzkirina poşmantiyê dan
16:46 Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin
16:11 Rojnamevanê girtî Aydin: Mafên me tên astengkirin
16:00 Nobeta Edaletê di sala yekemîn de ye: Em ê heta dawiyê têbikoşin
15:55 Der barê bersûcê qetilkirina 5 kesan de bultena sor hate derxistin
15:48 Tenê destpêk û dawiya dîmenên êrişê hatin parvekirin
15:21 Rêxistinên Elewiyan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:20 Bi girseyî çûn serdana şîna Dûrmûş
15:18 Ji bo Tosun a hedef hatibû nîşandan biryara parastinê hat dayîn
15:08 Xwendekarên zanîngehê: Em ê têkoşîna rêxistinkirî mezintir bikin
14:56 Hevşaredar Esmez: Qeyûm talan û wêranî ye
14:53 Serokê Giştî yê BES’ê ji bo piştevaniyê çû serdana Malbata Şenyaşar
14:41 Rapora girtîgehên Herêma Derya Reş: Tecrîda li dijî girtiyan didome
14:40 Ji bo rojnamegerên girtî daxuyaniya girseyî: Ev 5 meh in darazê tiştek nekiriye
14:21 Cîranê Dilvîn Îbrahîm hat binçavkirin
13:51 Meclisa Jinan a KESK’ê dê li dijî tundiyê dakevin qadan
13:51 DÎB: Divê muxalefet li dijî polîtîkayên şer xwedî helwest be
13:26 Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû
13:25 Dadgehê 8 sal ceza li Hevseroka MEBYA DER’ê Almas birî
13:24 Gelo serokê MHP’î tê parastin?
12:56 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome
12:55 Berdevka TJA’yê Gokkan: Parastina min ‘jin jiyan azadî’ ye
12:04 Di şantiyeya Navenda Fînansê de şewat derket: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
11:45 Muslim: Têkiliya êrişkar bi OSO’yê re heye
11:23 Qetilkirinên bakurê Kurdistanê ji Erdogan hate pirsîn
11:22 ŞanoWanê dest bi atolyeya şanoyê kir
10:54 ‘Jin bihêz in lewma ziravê wan diqete lê dê bi êrişên xwe bi me nekarin’
10:36 Danişîna biryarê ya doza Dedeogûllari sibe tê lidarxistin
09:19 Moşek li Polonyayê ket: NATO dê bicive
09:13 Ji OHD û DTO'yê piştgiriya ji bo Nobeda Edaletê: Binpêkirina mafan îşkence ye
09:03 Aktivîstên jin: Berxwedana li Îranê bi felsefeya Ocalan bi ruh û can dibe
09:02 Rihayî: Em nîv kîlo goşt dikirin û bêhn dikin
09:01 Hevserokê HDP'ê yê cezayê hepsa malê lê hatiye birîn: Ceza delîla kîmyasalê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2022’YAN
15/11/2022
21:19 Çalakiya rûniştinê ya jinan bi dawî bû
21:07 Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
17:38 Li Hezexê zarokek mirî hat dîtin
17:08 Li rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
17:00 Li Silopiyayê jinan dest çalakiya rûniştinê kir
16:51 Bekîr Bozdag bi wêneyên girtiyên nexweş re rûbirû ma
16:46 Li Kampa Holê 2 zarok hatin qetilkirin
16:12 Dadgehê îdia kir ku qetilkirina endamên malbata Dedeogûllari bi qesta qirkirinê nehatiye kirin
16:02 Lİ Êlihê jinan ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:39 Nobeta Edaletê: Dawî li şerê qirêjî bînin
15:37 66 kesên beşdarî bîranîna Tahîr Elçî bûne hatine fîşkirin!
15:25 Li Pirsûsê qeyûm hat protestokirin
15:07 HDK’ê banga hevrûbûna bi Dêrsimê re kir
15:06 ‘Kes nikare pêşî li ber têkoşîna azadiyê ya jinan bigire’
14:51 Hevdîtinên telefonê yên Albasahir ên bi serokê MHP’î re derketin holê
14:38 ‘Wêjeya li zindanan bi mêjiyekî azad û îradeyek xurt tê hilberandin’
13:39 Buldan: Em êrişa Stenbolê ji komkujiyên Pirsûs, Amed û Enqereyê nas dikin
13:38 2 jinên ku otobûsê li wan da jiyana xwe ji dest dan
13:16 Li gorî Bozdag îşkence tune ye û standartên demokrasiyê pir baş in!
13:04 PYD: Tirkiye ji bo êrişan bingehê amade dike
12:23 Malbatên girtiyan: Em zilma li ser zarokên xwe qebûl nakin
12:12 Li Demîrel a HDP’î 5 meh cezayê hefsê hate birîn
12:01 Bîlançoya 7 mehan a şer hat eşkerekirin
11:57 TUÎK’ê rêjeya bêkariyê eşkere kir
11:51 Parlamenter Dag bêûsûliyên li Şaredariya Amedê bir rojeva Meclisê
11:48 Koca: 6 birîndar li lêniherîna awarte ne
11:37 Malbata Şenyaşar: Baweriya me emir dike ku li dijî zilmê bêdeng nemînin
11:24 Girtî Erkol piştî hevdîtina bi malbatê re li erdê hat kaşkirin
11:13 Hejmara nû ya Kovara Golikê bi berga ‘Jin jiyan azadî’ derket
11:10 Li Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
11:05 Hejmara binçavkirinên ji ber teqîna Stenbolê derket 50’an
10:58 AYM’ê ji bo hevşaredarên ku neanîn danişînê biryara binpêkirinê da
10:34 Baroya Stenbolê du roj piştre daxuyanî da
10:11 KCK: Tu eleqeya tevgera me bi teqîna li Taksîmê re nîne
10:07 Hejmara 50’an a Pêveka Jinê ya Yenîşamê derket
09:51 Girtiyê nexweş Çelîk: Girtiyan terkî mirinê dikin
09:04 Leşkeran şivan tazî kirin û îşkence li wan kirin
09:04 Malbatên girtiyan: Dengê Nobeda Edaletê bibihîsin
09:02 Nivîskarê elewî Beyî: Dewlet divê pêşî hesabê komkujiyan bide
09:01 Parêzer Enmek: Çareserî li Îmraliyê ye
09:01 Îşkenceya ku li Amara Dwlayê hatiye kirin di rapora ATK'ê de jî hatiye destnîşankirin
09:00 Derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de îdianameyeke nû
09:00 ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:15 Li Edeneyê 5 kes hatin binçavkirin
14/11/2022
21:13 Nivîskarên girtî bi bîr anîn
16:49 Li Girtîgeha Antalyayê mafê tedawiyê yê girtiyan tê binpêkirin
16:48 Jiyan Tosûn a ku hedef hat nîşandan: Saziyên fermî agahiyên min belav kirin
16:23 Mazlum Ebdî: Eleqeya hêzên me bi êrişa li Stenbolê re nîne
16:18 Li Girtîgeha Eregliyê kurdî li girtiyan hatiye qedexekirin
15:48 Dê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ pêşwazî bikin
15:34 Di encama êrişa rejîma Îranê de 2 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
15:30 TJA li Hezexê bi jinan re civiya: Kesek nikare rê li ber têkoşîna me bigire
15:21 Ji 357 kesan daxuyaniya hevpar: NA ji tundiya rejîma Îranê re
15:11 NPG: Tu eleqeya me bi teqîna li Stenbolê re nîne
14:41 Akdenîz: Tengkirina bantê sansûr e
14:41 Dozger cezayê li Onder hatiye birîn kêm dît û serî li îstînafê da
14:35 Wezareta Pêşmergeyan çû serdana Bexdayê
14:34 Ji bo çalakiyên ku dê 3 rojan li Îranê bidomin bang hat kirin
13:11 Tê xwestin jina ji Îranê ku derbarê wê de biryara darvekirinê heye dersînor bikin
13:02 Jinên îzmîrî dê di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan
12:51 Hevberdevkê Maseya Îslamê ya HDP’ê Ay ji bo bernameya sibe bang li gelê Amedê kir
12:38 Têkildarî teqîna li Taksîmê 46 kes hatin binçavkirin
12:31 Kesên li Taksîmê jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
12:26 Rapora qeyûmê Amedê: Hemû neguhêzbar hatine hecizkirin, bi 23 milyon lîre lale hatine kirîn
12:01 Ferît Şenyaşar: AKP’î di xwe de rû nabînin ku li Rihayê derkevin nava gel
11:47 Meclisên Ciwanan: Em ê rê nedin planên kaotîk