Agirê Newrozê her serdemê medyaya îktidarê dike xwelî

img
STENBOL - Bi hezaran sal e agirê Newrozê tê vêxistin. Agirê Newrozê bi têkoşîna Kawayên Hemdem her ku tê hilkirin û gûrkirin, medyaya îktidarê dike xwelî. 
 
Newroz îsal dê bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" were pîrozkirin. Newroz wê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn dê ji aliyê milyonan kes ve bê pîrozkirin. Gelê kurd ji salên 1990'î heta niha tevî hemû qedexe, astengî, binçavkirin, girtin, cezakirin û kuştinê bi berdêlên giran Newrozê piroz dike. Gelê kurd ku bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir, sal bi sal li tax, kolan, gund, navçe û bajaran belav bû û niha bi milyonan kurd û gelên Tirkiye Newrozê pîroz dikin. Ji salên 1990’î heta niha medya hawiz her dem li gorî daxwazên îktidarê der barê pîrozbahiyên Newroze de manşet avêtin rojnameyan. Her dem bi manşetên wekî “Bi Bûyer/Bê Bûyer", “Newroza bi Xwîn", “Pêl bi pêl Newroz", “Bi Promosyon/Qedexeya Lastikan /Bê PKK /Fermî/Happy Nevruz” ango “Hevditina Nevruzê”, “Civîna Nevrozê", “Nevruz Cenna Tirkan e", “Pîrozbahiya Newrozê /Bi kêf /Bi Alarm/ Bi Tedbir” û gelek manşetên din ên di medya hawiz ango alîgir de hatin xuyakirin. 
 
Medya hawiz ku cih neda pîrozbahiyên Newrozên salên 90’an, piştî salên 2000’an hêdî hêdî cih da pîrozbahiyên Newrozan. Lê vê carê bi manşetên ku daxwazên gel, coş û tevlêbûna gel nedît hatin weşandin. Piştî pêvajoya çareseriyê vê carê di medya neteweyî û navneteweyî de wekî rojev û manşeta sereke hat dîtin. Piştî li Amedê bi milyonan tev li Newroza dîrokî bû rojnameyên medya hawiz bi sernavê "Li Amedê roja dîrokî" pêşkêş kirin. Rojname û televîzyonan piştî pêvajoya şer dîsa dest pê kir, di sala 2016'an û piştî we dîsa dest bi zimanê salên 90’î kirin. 
 
CUDAHIYA MEDYA HAWIZ Û ÇAPEMENIYA AZAD BI MANŞETAN XWE NÎŞAN DA
 
1991: NEWROZ LI HER DERÊ YE
 
Di Newroza 1991'an de Rojnameya Yenî Ulke bi manşeta “Newroz bû cejna Tirkan" û “Roja serkeftin û berxwedana gelê Kurd: Newroz li her derê ye" derket. Rojnameya medya hawiz Hurriyet êrîşa dewletê ya li dijî gel rewa kir û bi manşeta “Bîlançoya Nevruza bi xwîn 31 mirî: Cejne an îsyan e?" derket. Li Cizîrê polîs û leşkeran êrîşi girsê kir û Yek jê polis 31 welatî mirin. 
 
MÎLLÎYET: NE CEJN E ÎSYAN E 
 
Di Newroza 1992'yan de Rojnameya Yenî Ulke ya heftane weşan dikir bi manşeta “Newroz piroz be”  derket. Rojnameya hawiz ya Milliyetê jî bi sernavê “Li Edene, Şirnex û Cizîrê pevçûnên mezin, yek jê polis 24 mirî: Ne Cejn e Îsyan e" derket. 
 
ÇAPEMEMINA AZAD HAT GIRTIN
 
Di Newroza 1993'yan de rojnameyên çapemeniya azad beriya pîrozbahiya Newrozê hat girtin. Di 22'ê Adara 1993'yan de Rojnameya Hurriyetê bi manşeta “PKK, li Apo guhdarkir" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi manşeta "Em hatin kîjan rojê" derket. 
 
MÎLLÎYET: SÎQALKÊN NEVRUZÊ 
 
Di Newroza 1994'an de piştî PKK’ê daxuyanî da û got: “Newrozê li malê pîroz bikin" gel li bajarên herêmê derneket kolanan. Lê li bajarên metrepolan kurd derketin qadan û Newroz bi coşek mezin pîroz kir. Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta “Newroza ‘Nevruz’ b ser neket" derket. Rojnameya Milliyetê jî  bi sernavê “Sîqalkê Nevruzê" nûçe dît û siyasetmedarên kurd ên ewropa kirin hedef. 
 
NEWROZÊN DI ROJNAMEYAN DE NEHATI NDÎTIN
 
Di pîrozbahiyên Newroza 1995'an de rojnameyên hawiz pîrozbahi nedîtin. Rojnameyan weki kevneşopiya çanda Tirk dît û wekî "Nevruz" ên ji aliyê rayedarên hikûmetê ve pêk hat dît. Rojnameya Ozgur Ulke  di 2'ê Sibata 1995'an de hat girtin û di dawiya meha adarê de dîsa dest bi weşanê kir.  
 
MÎLLÎYET WEKÎ NEWROZA DEMİREL NÎŞAN DA
 
Di Newroza 1996'an de Rojnameya Demokrasî di 22'ê Adara 1996'an de bi manşeta “Duh Newroz bû" derket. Wêneyê Newrozê kir manşet. Rojnameya Meydan bi sernavê “Alarma Nevruzê" nûçeya newrozê weşand. Rojnameya Milliyetê jî pîrozbahiya Newrozê ku Serokomar Demirel tev lê bû nîşan da û bi manşeta “Nevruza Bê bûyer" derket. 
 
‘NEWROZ LI HER DERÊ YE' 
 
Di Newroza 1997'an de Rojnameya Demokrasî bi manşeta "Coşa Newrozê li her derê ye" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi bi sernavê “Nevruza bi çalakî û bê bûyer" çap kir. 
 
NEWROZ 3 ROJAN BÛ MANŞET 
 
Di Newroza sala 1998'an de jî Rojnameya Ulkede Gundem bi manşeta “Gelên Xwişk û Bira Cejna Raperîna Kurdan bi hevre pîroz dikin: Newroz pîroz be” derket. Rojnameyea Ulkede Gundem di 22'ê Adarê de jî bi manşeta “Sedhezaran agirê raperînê geş kir" derket. Di 24'ê Adarê de heman rojname bi manşeta “Ji Girtiya PKK’yî Sema Yuce qêrîna şermezarkirina şerê qirêj: Bi Agirê Newrozê bedena xwe şewitand" derket. Rojnameya Mîlliyetê jî qet nûçeyên Newrozê nedît. 
 
KOMPLO MOHRA XWE LI  NEWROZÊ XIST
 
Di Newroza 1999'an de ji ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat girtin gel li kolanan Newroz pîroz kir. Gel Azadiya Ocalan xwest. Rojnameyên çapemeniya azad hatin sansurkirin. Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Di Nevruzê de pir kes hatin binçavkirin." derket. 
 
‘TEKER DI BINÇAVAN DE NE' 
 
Di Newroza 2000'an de Rojnameya Ozgur Bakiş  bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne" derket. Rojnameya Milliyet jî tekerên ku polîsan kom kirin kir manşet û sernavê “Lastik di bin çavan dene" da. 
 
‘ERD Û EZMAN BI HEYBET'
 
Di Newroza 2001'an de Rojnameya Yedînci Gundem manşeta "Di Newrozê de milyonek kes bernameya gel nivîsand: Erd û ezman heybet" derket. Rojnameya Milliyet jî sernavê “Gaffar jî di Nevruzê de bû" derket. 
 
‘NEWROZÊ QEDEXE NAS NEKIR'
 
Di Newroza 2002'an de li tevahiya Tirkiye pîrozbahî hatin xedexekirin. Rojnameya Yedinci Gundem bi manşeta “Newrozê qedexe nas nekir" derket. 
Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Nevruza îsal can şewitand' derket. 
 
‘LI DIJÎ DEHAQQAN AGIRÊ NEWROZÊ' 
 
Di Newroza 2003'an de rojnameyên medya hawiz qet Newroz nedît. Rojnameya Yeniden Ozgur Gundem jî bi manşeta "Li diî Dehaqan Agirê Newrozê" derket. 
 
Di Newroza 2004'an de bi deh hezaran gel Newroz li Stenbolê pîroz kir. Gel li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 22'ê Adarê de bi manşeta "Gel dimeşin Azadiyê" derket. Rojnameya Milliyetê bi ser navê “Di pîrozbahiya Nevruzê de li rojnameger xistin" da. 
 
EV NEWROZEK CUDA YE
 
Di Newroza 2005'an de Rojnameya Ulkede Ozgur Gundemê di 20''ê Adarê de bi manşeta "Ocalan di Newrozê de projeya demokratik aşkere dike, Îro Konfederalizmê îlan dike" derket. Di 21'ê Adarê de jî "Ev Newrozek cuda ye" derket. Dozgeriyê biryara komkirina rojnameyê da. Rojnameya Milliyetê bi sernavê “Di bin siya Ocalan de" derket. 
 
‘PEYAMA GEL A NEWROZÊ' 
 
Di Newroza 2006’an de bi sed hezaran li Qada Kazliçeşme ya Stenbolê Newroz pîroz kir. Bi sed hezaran got Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vîna me ye. Rojnameya Ulkede Ozgur gundem bi manşeta "Dora gotinê ya Amedê ye" derket. Ulkede Ozgur Gundem roja din jî bi manşeta "Peyama Gel a Newrozê" derket. Rojnameya Milliyetê jî bi sernave “protokol ‘li ser agir e" derket. 
 
‘NEWROZ PİROZ BE’
 
Di Newroza 2007'an de bi sed hezaran gel Newroz daket qadan û Newroz pîroz kir. Gel xwest tecrîd bi dawî bibe û jahrikirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir. Rojnameya Guncel bi manşeta "Newroz piroz be" derket. Rojnameya Milliyetê jî Newroza ku rayedarên dewletê beşdar bûn dit û Newroza gel a Sedhezaran nedît. Tenê pîrozbahiya Erdogan beşdar bû bi ser navê “Di pîrozbahiya Nevruzê de “bi helbestan peyama aştiyê" derket. Dîsa Newroz wekî “Nevruz” da. 
 
NEWROZA XWESERIYA DEMOKRATİK 
 
Di Newroza 2008'an de bi milyonan daket qadan û Xweseriya Demokratik xwest. Gel xwest Girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Xwest Qanûna Bingehin be guhertin û Nasnameya kurdan bê qebûlkirin. Di 2008'an de Rojnameya Haftaya Bakiş  manşeta "Newroza Xweseriya Demokratik" derket. 
 
Di Newroza 2009'an de milyon daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Rojnameya Gunluk bi manşeta "Milyonan hilbijartina xwe kir" derket  û vîna gel ya hilbijartinê aşkere kir. 
 
Di Newroza 2010'an de gelek Rojnaemyên medya hawiz Newroz kir nûçe. Medya azad ya Rojnameya Gunluk bi manşeta "Erd û Ezman Newroz" û "Milyonan got erê" derket. Rojnameya Cumhuriyetê bi ser navê “Nevruz pîroz kirin" derket. Rojnameya Milliyetê bi ser navê “Bi sed hezaran Newroz bê bûyer pîroz kir" derket. Got Ocalan mohra xwe li newrozê xist. Rojnameya Sabahê manşeta “Vaye Nevruza çareseriyê" Rojnameya Sozcu bi ser navê “Ne Nevruz Şova Apo" derket. Rojnameya Star bi ser navê “Zimanê Nevruzê aştî ye" derket. 
 
NEWROZA 2012'AN JI NAVENDEKÊ MANŞET HAT AVÊTIN
 
Newroza 2012'an ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve hat qetexekirin. Tenê ji bo 21'ê Adarê destûr hat dayîn. Di 18'ê Adarê de gel li Stenbol û Amedê daket qadan û Newroz pîroz kir.  Gel û polîsan şer kir û gel Newroz pîroz kir. Li Stenbolê Hacı Zengin di êrişa polîsan de jiyana xwe ji dest da. Ronameya Gundemê bi manşeta “Newrozê qedexe nas nekir û li qadan bû" Rojnameya Guneş ji bo Newroza ku kesekî jiyana xwe ji dest da manşeta “Polis: 1 BDP:0” da. Rojnameay Radikal sernavê “Înatê can stend", Rojnameya Bugun “Terora Nevruzê" Hurriyet  sernavê “Kin ateşi”, Sozcu sernavê “Xerakirin û şewitandin" avêtine. 
 
OCALAN MOHRA XWE LÊ DA
 
Di Newroza 2013'an de bi milyonan gel daketin qadan û deklerasyona Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk erê kirin. Newros bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdan re statu" hat pirozkirin. Deklerasyona Rêberê PKK'ê Ocalan' li Amedê ji aliyê milyonan ve hat guhdarkirin. Gel manifesto silav kir. Rojnameya Ozgur Gundem bi manşeta “Ocalan ji Amedê bang kir: Serdemek nû dest pê kir." derket. 
 
Rojnameya Sabahê bi sernavê, “PKK vedikişe" derket. Rojnameya Posta bi ser navê “Mandela bi ser ket Ocalan jî dê bi ser bikeve" derket. Rojnameya Haberturk bi ser navê “Dema aştiyê ye" rojnameya Zaman bi ser navê “bang li PKK’ê kir ‘Dema çekan qediya' derket.b 
 
LI NEWROZA AMEDÊ WEŞANA ZINDÎ KIRIN
 
Di Newroza  2014'an de bi milyonan gel tev li Newrozê bû. Bi dehan weşanen neteweyî û navneteweyî li qada Newrozê ya Amedê weşana zindî kirin. Bi sedan rojnamegerên neteweyî û navneteweyî Newroza Amedê şopandin. Rojnameya Gundemê "Daweta Aştiya mezin" derket. Bal kişandin ser nameya Ocalan. Rojnameya Akşam bi sernavê "Ji rêxistina kur re inat dema Bahara çareseriyê ye" Milliyet bi sernavê "Peyama biryarê" Sabah "Newroza ji çareseriyê re berdewam" derketin. 
 
MUTABAKATA DOLMABAHÇE XWENDIN
 
Di Newroza 2015'an de bi milyonan kes beşdari pîrozbahiyê bû. Peyama mutabakata Dolmabahçe hat xwendin. Rojnameya Ozgur Gundemê cih da peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û manşeta “Cîhan li dora peyama Ocalan û gel jî li dora azadiyê bûn yek. Milyonan bûn yek dil." derket. Dîsa bi manşeta "Dema Demokrasiyê ye" derket. Rojnameya Evrenselê jiî bi manşeta “Berpirsiyari êdî aydi devletê ye" derket. 
Rojnameya Milliyetê cih da peyama Bahçelî û manşeta “Nameya îxanetê" da. Rojnameya Sabahê manşeta “Pêvajoya çareseriyê hemû Tirkiye hembêz dike" da. Rojnameya Cumhuriyetê sernavê “îsyana li dijî Qesrê" derket. 
 
GEL TEVÎ ÊRIŞÊN DIJWAR JÎ DAKET QADAN
 
Di Newroza 2016'an de tevî li gelek bajaran êrîşên dijwar pêk hatin jî dîsa bi milyonan gel daket qatan û Newroz pîroz kir. Bi taybetî li bajarên Rêveberiyên Cewherî lê hatin îlankirin û qedexe lê hatin îlankirin gel bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Rojnameya Ozgur Gundemê bi manşeta “Çareserî li Îmraliyê ye" derket. Rojnameya Cumhuriyet “Çareserî di hefteyekê de dê bê" da. Rojnameya Sabahê “Amed rû neda" da. Rojnameya Zaman jî sernavê "Li Amedê Newroz bê coş derbas bû" 
 
‘NA DERKET PÊŞ'
 
Di Newroza 2017'an de bi milyonan kes beşdar bû. Beriya referanduma 16'ê Nîsanê gel ji referandumê re got "Na" Rojnameya Ozgurlukçü Demokrasî bi manşeta “Vaye vîna gel" derket. Rojnameya Cumhuriyetê bi sernavê “Agirê Nevruzê ji bo aştiyê pêket" Star bi sernavê “Nevruz bê bûyer pêket" Rojnameya Milliyetê sed hezaran kesên daketin qadan nedît. Pîrozbahiya Newroza Stenbolê bi sernavê “Coşa Nevruzê” da. Rojnameyê sernavê "Na" derxist pêş. 
Rojnameya Evrenselê Newroza Amedê derxist pêş û manşeta “Di Xêrê de Aştî û di Aştiye de Xêr heye (Hayır’da barış, Barış’ta da hayır var) ” da. 
Rojnameya Haberturk jî got 'Nevruz hat pîrozkirin' 
 
‘AGIRÊ NEWROZÊ WÊ EFRÎNÊ PAQIJ BIKE' 
 
Di sala 2018’an de dîsa çavê hemû cîhanê li ser Newroza Amedê bû. Teî hemû qedexe û astengiyan bi sed hezaran li qada Newroza Amedê kom bûn. Gel bi coş û peyamên xurt Newroz li Amedê pîroz kir. Bertekên li dijî operasyona TSK'ê ya li dijî Efrînê derket pêş. Lê medya hawiz a bi fermana hikûmetê tev geriya Newroza 2018'an qet nedît. Medya hawiz dagirkeriya TSK’ê ya li dijî Efrînê derxist pêş. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi sernavê “Agirê Newrozê wê Efrinê paqij bike" derket. Rojnameya Evrenselê jî sernavê ku bertekê nîşanî operasyona li dijî Efrînê dide derket û bi sernavê “Yek Xwediyê Aştiyê" derket. 
 
TECRÎDÊ MOHRA XWE LI NEWROZA 2019'AN DA 
 
Di sala 2019'an de cejna Newrozê li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê bi beşdariya milyonan kes hat pîrozkirin. Di pêvajoya ku bi hezaran girtiyên siyasî li girtigehan û bi sedan kes jî li derve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di girevê de bûn, Newroz bi dirûşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" wekî cejna berxwedan û raperîna li dijî terîdê hatibû pîrozkirin. 
 
Tenê du rojnameyan Newrozê kir manşet. Yek ji van rojnameya Yenî Yaşamê ye û bi manşeta “Em ê bi Newrozê bi ser bikevin û tecrîdê bişkînin" derket. A din jî rojnameya Evrenselê bû û bi manşeta "Gel got em li vir in" derket. 
 
Rojnameya Bîrgunê bi sernavê "Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin" nûçeyek kurt çêkir. Rojnameyên wek Sozcu, Cumhuriyet jî nûçeyên kurt çêkirin û qala pîrozbahiya Newrozê kirin. Wek din rojnameyên din Newroza bi beşdariya milyonan însan hat pîrozkirin di rûpelên ewil de nedan. 
 
NEWROZA 2020’AN JI BER KORONAYÊ HAT BETALKIRIN 
 
Newroza sala 2020'an ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ku bandora xwe li ser tevahiya dinyayê kir hat betalkirin. Cara yekemîn kurdan û dostên wan ji ber pandemiyê pîrozbahiya Newrozê bi girseyî pîroz nekirin. Lê belê gelê kurd bi awayên semobolîk be jî êvara 21'ê Adarê kuçe, hewş û şaneşînên mala xwe agirê Newrozê pêxistin û dîsa Newrozê pîrozkirin.
 
2021: NEWROZA AZADIYÊ
 
Pîrozbahiyên Newroza sala 2021'an li Kurdistan û Tirkiyê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" hat pîrozkirin. Çawa ku berê medya alîgir pîrozbahî, coş û kêfxweşiya Newrozan nedidît, di sala 2021'an de jî heman rêbazî bikar anî û pîrozbahiyên bi tevlîbûna milyonan pêk hat ji nedîtî ve hat. Rojnameyên wek Yenî Şafakê, Karar û Akşam Newrozê ji nedîtî ve hatin, rojnameya Milliyetê jî tenê sernavê "Kêfxweşiya Nevruzê (Nevruz sevinci)" tercih kir. Newroza 2021'an li 30 bajaran û 61 navçeyan hatibû pîrozkirin.
 
Rojnameya Birgunê jî tevî zextên îktidarê jî roja Newrozê di rûpela xwe ya ewil de bi sernivîsa xwe ya "Berxwedana Newrozê (Newroz’da direniş)” balê kişand ser Newrozê. 
 
Rojnameya Yenî Yaşamê jî dotira rojê manşeta "Newroza Azadiyê" nivîsand û geşedanên Newrozê pêşkêşî xwînerên xwe kir. 
 
2022: DEM DEMA SERKEFTINÊ YE
 
Dirûşma Newroza 2022'yan jî “Dem dema serkeftinê ye" li 72 navendan hat pîrozkirin. Her wiha dîsa rojeva sereke "Azadiya Ocalan" bû û agirê ewilî yê Newroza par li navçeya Elkê ya Şirnexê hat vêxistin. Wek her sal dîsa fînala pîrozbahiyên Newrozê li Amedê bû û roja duşemê 21'ê Adarê li Parka Newrozê hat pîrozkirin. 
 
Di sala 2022’Yan de li 72 navendên cuda agirê Newrozê hat pêxistin. Rojnameya Yenî Yaşamê di Newroza ku 2 hefte dom kir de bi manşetên, "Vexwendname ji bo berxwedanê", "Geliyê Zîlan rabû govendê", "Qad tije bûn: Ji Ocalan re azadî" û "Tifaqa Gelan" agirê Newrozê pêxist. Rojnameya Evrenselê jî manşetên wek "Ji Wanê heta Stenbolê coşa Newrozê" û "Agirê Newrozê banga têkoşînê kir" tercîh kir. Rojnamey Bîrgunê jî di rûpela 8'an de cih da nûçeyên Newrozê û sernavê "Li dijî şer, aştî" lê kir. Medyaya îktidarê ne Newroz ne jî "Nevruzê" kir nûçe û ji nedîtî ve hat. 
 
AGIRÊ EWILÎ LI ŞEMZÎNANÊ TÊ PÊXISTIN, FÎNAL LI AMEDÊ YE 
 
Newroza îsal ango ya 2023'yan bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" bê pîrozkirin. Li navçeya Şemzînana Colemêrgê wê di 15'ê Adarê de agirê yekem ê Newroza 2023'yan bê pêxistin. Wê Newroz li 43 navendan bê pîrozkirin. Cejna dawî ya Newrozê wê di 21'ê Adarê de li Amedê bê pîrozkirin. Newroza 2023’yan dê diyarî kesên di erdheja navenda wê Mereş bû de jiyana xwe ji dest dan, bê kirin.
 
MA / Mehmet Aslan 

Sernavên din

24/12/2025
17:11 Hunermend Sîdar Amed jiyana xwe ji dest da
16:46 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:35 Kurtulmuş ji bo pêvajoyê ‘hişyarî’ kir: Hewl didin Tirkiyeyê dorpêç bikin, gelek dema me nîne
16:24 Hakan Fîdan bi Şandeya Hamasê re hevdîtin kir
15:47 Rewşa Durak ê tehliyeya wî ji bo 15 mehan hat taloqkirin xist rojeva Meclisê
15:35 Rapor: Berdana girtiyan bi ferzkirina poşmaniyê û pirsên li ser pêvajoyê tê taloqkirin
15:02 Di protestoya mûçeyê kêmtirîn de banga têkoşîna hevpar
14:39 Şîna Okan Gul bi girseyî hat ziyaretkirin
14:34 Di serdegirtina malê de dayika bi Kurdî axivî hat derbkirin
14:11 Dema xebatên Komîsyona Meclisê 2 mehên din hat dirêjkirin
13:34 Parastina bi Kurdî hat astengkirin: Kesek nikare di dadgeha min de bi Kurdî biaxive!
13:17 Hunermendan ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang kir: Ji bo mafê hêviyê em ê li qadê bin
12:50 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:38 Civaknasê Alman Treiber: Rêgeza ‘entegrasyona demokratîk' li gor mercên rasteqîn e
12:27 AYM'ê der barê tomarkirina hevdîtina girtiyan de biryara binpêkirinê da
12:19 Tomarkera deng a balafira ku şandeya Lîbyayê tê de bû hate dîtin
12:18 Aldar Xelîl: HTŞ, wekî partiya Baasê ye
11:38 Civîna komîsyonê dest pê kir
11:27 Ji bo ava nayê dayîn fatûreyên zêde tên birîn!
11:23 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:02 'Mitînga Hêvî û Azadiyê dê bibe destpêka çareseriya demokratîk’
10:58 Mehmet Altan: Heya siyaset demokratîk nebe dê pirsgirêk çareser nebin
09:54 Testa hişbirê ya Serokê Fenerbahçeyê pozîtîf derket
09:50 Sûriye sala 2026'an bi nediyariyan pêşwazî dike
09:42 Ji bo pasaportê ji sedî 19 zem hate kirin
09:35 Ciwan dê ‘Di civaka sosyalîst de rola ciwanan’ nîqaş bikin
09:25 Serfermandarê Lîbyayê jî di nav de 8 kes di balafira ‘ketî’ de mirin
09:16 ‘Divê mafê hêviyê cîbicî bikin, azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN
23/12/2025
16:51 Bi girseyî serdana şîna Polatê HPG'î hat kirin
16:27 Li Edeneyê Komeleya Dayikên Aştiyê hat vekirin
15:50 Wezîrê Dadê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn
15:17 Hamdiye Kirici jiyana xwe ji dest da
14:11 Mesût Sevîktek û Îsa Oran hatin bibîranîn
13:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kurtulmuş re bi dawî bû
13:28 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Kûrtûlmûş re dest pê kir
13:23 Ji ciwanan banga mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’
12:12 Şandeya Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayindekirin
11:16 Bajarê herî qelebalix ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa tê birêvebirin?
10:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç de dest pê kir
10:42 Amedspor dê ji bo êrişa nijadperest pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin
10:30 Lêpirsîna Şaredariya îleyê: 22 kes hatin binçavkirin
10:19 Tenduristkar: Alternatîfa pergala tenduristiyê ya heyî modela 'komunê' ye
09:33 HSD, wê entegreyî kê bibe!
09:13 Polîtîkaya asîmlasyonê di 'Civîna Dêûbavan' de ye
09:07 'Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meseleyeke jiyanî ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2025'AN
22/12/2025
18:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP'ê: Pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye
18:05 Civîna koma nivîsandina raporê bi dawî bû: Dê dema komîsyonê bê dirêjkirin
16:48 Kurtulmuş bi koma nivîsandina ‘raporê’ re civiya
16:34 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û EMEP’ê dest pê kir
16:33 Xetereya li ser jiyana siyasetmedar Selîm Sadak didome
16:21 Tedawiya Huseyîn Aykol didome
16:13 Êrişên li dijî Leyla Zanayê li Mêrsînê hat protestokirin
15:28 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin bibîranîn
14:32 OHD’ê têkildarî êrişên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN