‘Piştî zêdekirina meaşê kêm ji kar hatin derxistin'

  • rojane
  • 09:05 6 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - DEPŞAŞ'ê bi hinceta ku "beşeke wê hatiye girtin", beriya cejnê li 3 bajaran 14 karker ji kar derxistin. Parêzer Hanim Karhanê diyar kir ku piştî zêdekirina meaşê kêm gelek karker ji kar hatine derxistin û got ku rêya dozvekirinê ya li ber karkeran jî tê girtin. 

Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEPŞAŞ), bi hinceta ku "beşeke wê hatiye girtin", piştî 23'yê hezîranê li Amedê 8, li Cizîrê 4 û li Sêrtê 2 kes ji kar derxistin. 
 
Li Amedê ji karkerên ji kar hatin derxistin Mehmet Çalişkan, anî ziman ku gava destûra xwe ya salane bi akr aniye pê hesiyaye ku ji kar hatiye derxistin. Çalişkan bilêv kir ku şîrketê jê re gotiye "dê şîrket bê biçûkkirin" û ji ber vê ji kar hatiye derxistin. Çalişkan diyar kir ku ji hevdîtinên wan ên di vî warî de jî tiştek derneketiye û wiha got: "Nehiştin ez biçim avahiya jor a DEPŞAŞ'ê jî. Nehiştin ez hevdîtinê bikim. Jixwe em mexdûrên erdhejê ne. Em niha 9 hezar lîre heqê kirê didin. Ez mexdûr im. Xaniyê min xesareke mezin dîtiye. Eşya nemane. Bi vî awayî em mexdûrtir kirin. Deynê me yê krediyê heye. Em nizanin em ê çi bikin. Ez 5 sal û nîvan li vir xebitîm. Lê rabûn gotin em ê 100 hezar lîre tazmînatê bidin. Me qebûl nekir. Me xwest em bixebitin. Lê şîrket qebûl nake. Lewma em ji kar derxistin." 
 
BERIYA CEJNÊ JI KAR HATIN DERXISTIN
 
Ayhan Tekîn jî diyar kir ku şîrketê bi rêya telefonê jê re gotiye ku ji kar hatiye derxistin û got ku ew li herêma erdhejê dimînin û ew bi xwe jî mexdûrê erdhejê ye. Tekîn da zanîn ku bi hinceta ku beşa ew lê dixebitî hatiye girtin 8 kes ji kar hatine derxistin û got: "Xaniyê ez lê dimînim xesar dîtiye. Belasebeb em ji kar derxistin. Beşa em lê bûn hat girtin, lê karibûn me li beşeke din bi cih bikirana. Em esas nagirtin. Ji ber ku meaşê kêm hat zêdekirin, beriya cejnê em ji kar derxistin." 
 
RÊYA QANÛNÎ TÊ GIRTIN
 
Parêzera karkeran Hanim Karhan jî bal kişand ser aboriya Tirkiyeyê û got ku gelek sazî karkeran ji kar derdixin. Karhanê diyar kir ku di demên dawî de gelek kes ji ber vê serî li wan didin û wiha domand: "Bi taybetî jî piştî zêdekirina meaşê kêm, gelek sazî û fabrîke karkeran ji kar derdixin. Ji bo pêşî li serlêdanên hiqûqî yên karkeran bigirin jî serî li gelek tiştên neqanûnî tê dayîn. Yek ji van saziyan jî DEPŞAŞ e. Gava karker tên derxistin, hin peymanan bi wan didin îmzekirin û bi vî awayî rêya dozvekirinê li ber karkeran digirin û peymana wan betal dikin."
 
Karhanê destnîşan kir ku ew ê di warê hiqûqî de vê dozê bişopînin. 
 
DEPSAŞ: JI BER KU BEŞ HATE GIRTIN...
 
Têkildarî îdiayan em li rayedarên DEPŞAŞ'ê geriyan. Rayedarekî derpêş kir ku ji ber beşeke saziya wan hatiye girtin karker ji kar hatine derxistin û wiha got: "Gava ew beş hate girtin, me nikaribû wan bibin beşekî din. Ji lew re dîplomeya ceryanê ya wan tune bû. Li cem me mecbûriyeta dîplomayê heye. Ji ber ku nikaribûn li beşên din bixebitin ji kar hatin derxistin." 
 
 
 

Sernavên din

10/07/2023
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin
12:58 Zarokê ji rojhilatê Kurdistanê di Çemê Mûradê de xeniqî
12:29 Dayikên Şemiyê di hefteya 14'an de jî meşiyan Qada Galatasarayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Em ê bi edaletê biçin malê bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê
11:37 Rojnamevan Akurt: Serdagirtina Lavrionê peyameke polîtîk e
11:30 Balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kurejaro bombebaran kirin
11:22 Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de didome
11:18 Gola Sixkê ziwa bû!
11:15 Leşkeran ava gundê Hespistê birî
10:13 Ji Sabrî Ok daxuyaniya der barê Abdullah Ocalan de: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide
10:09 Zarokên ku Suleymanciyan wan ji Amazonê anîbûn vegerandin Brezîlyayê
09:49 13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin
09:02 Nelirêtiyên qeyûmê Wanê
09:02 Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin
09:02 Li Wanê karê paleyan dest pê kir
09:01 Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07/07/2023
22:05 Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin