Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan

  • rojane
  • 09:16 6 Tîrmeh 2023
  • |
img

AMED - Danişîna 15 rojnamevanên girtî, piştî 13 mehan dê di 11'ê tîrmehê de bê lidarxistin. DFG û MKGP'ê wiha gotin; "Divê em rojnamevaniyê biparêzin" û ji bo beşdariya li dnaişînê bang kirin. 

Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve, di 8'ê hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Ji kesên binçavkirî Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Unur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn di 16'ê hezîrana 2022'yan de hatin girtin. 
 
Paşê dosyeya Safiye Alagaşê ji ya dozê hatibû veqetandin û Alagaş di 15'ê hezîrana 2023'yan de hatibû berdan. 
 
Danişîna ewil a doza 15 jê girtî 20 rojnamevanan dê piştî 10 mehan di 11'ê tîrmehê de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. 
 
Rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), ji bo beşdariya li danişîna hevpîşeyên xwe bang kirin. 
 
'HÛN ÇIMA NÛÇEYAN ÇÊDIKIN?'
 
Sekreterê Giştî yê DFG'ê Cûma Daş, bibîr xist rojnameger zêdetirî salekê girtî ne û wiha got: "Em li derve, bi rêya çapemeniyê, li ber kamerayan, li avahiyên komeleyên xwe û avahiyên rojnamegeran vê dibêjin; ev hevalên me çima girtî ne? Herî dawî me di îdianameyê de dît. Hevalên me ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hatin girtin. Hevdîtinên wan ên bi çavakniyên nûçeyan re, bernameyên wan ên televîzyonan, nûçeyên wan, pirsên wan, mijarên wan hemû karên rojnamevaniyê ne. Hûn nikarin ji bijîşkekî re bibêjin 'hûn çima emeliyatê dikin?' Lewam hûn nikarin ji rojnamevanekî re jî bibêjin 'hûn çima nûçeyan çêdikin?' Xulaseya îdianameyê ev e; hûn çima nûçeyan çêdikin?"
 
‘ÇAPEMENIYA AZAD QET DEST JÊ BERNEDA'
 
Daş destnîşan kir ku rojnamevan dê bi zextan dest ji heqîqetê bernedin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev veguheriye dirûşmeyekê. Çapemeniya Azad bi gelek zextan re rû bi rû ma, lê qet dest jê berneda. Em baş dizanin her 16 hevalên me jî ji ber sedemên siyasî girtî ne." 
 
BANGA JI BO DANIŞÎNÊ
 
Daş bang li saziyên rojnamevaniyê kir ku tev li danişîna rojnamevanan bibin. 
 
Endama Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûkê jî anî ziman ku desthilat jî bi "çoyê darazê" Çapemeniya Azad hedef digire û dixwaze rastî di tariyê de bimînin. Koçûkê anî ziman ku desthilat dixwaze rojnamevanên didin dû rastiyê biçewisîne û ev tişt anî ziman: "Helbet ev paralelî pêvajoyên siyasî ne. Hilbijartinên serokkomariyê û yên giştî çêbûn. Beriya van hilbijartin, pêdivî bi operasyoneke tepisandina jin, ciwan, zarok û rojnamevanên ku dibin dengê muxalafetê dîtin û gava ewil a vê yekê jî 8'ê hezîranê bû. Girtina 16 rojnamevanan, gaveke ji wan gavan e ku desthilat dixwaze hebûna xwe bidomîne." 
 
NEGIHÎŞT ARMANCA XWE
 
Koçûkê destnîşan kir ku bi êrişên li ser Çapemeniya Azad tenê ne rojnamevanî civak jî hedef tê girtin û got ku lê desthilat bi van kirinan negihîştiye armanca xwe. 
 
‘DIVÊ EM ROJNAMEVANIYÊ BIPARÊZIN'
 
Koçûkê ji bo danişîna rojnamevanan wiha bang kir: "Yê ku rojnamevaniyê xelas bike dê rojnamevanî û rastî be. Lewma em bang li hemû hevpîşeyên xwe dikin ku di 11'ê tîrmehê de bên ber Edliyeya Amedê. Divê em wê rojê bi hev re li ber Edliyeya Amedê rojnamevaniyê biparêzin." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

10/07/2023
15:01 Hezexiyên bê av man qeyûm protesto kirin
14:30 Li Êlihê qeza: 4 kes mirin
14:27 HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî
14:21 KON-MED: Li dijî tecrîdê em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan
13:24 Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn
13:10 Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin
12:44 Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê ez ê li ber Wezarata Dadê rûnêm
12:38 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li 8 herêman civînên gel li dar bixe
10:46 Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket
10:42 Dolar bû 26.17 TL
10:36 Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin
10:30 Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye
10:10 Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir
10:01 Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye
09:48 Li Çînê êrişî pêşdibistanê hat kirin: 6 kes mirin
09:03 Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin
09:03 ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin
09:02 Mesrefên cotkaran du sê qat zêde bûye, qezenc wekî berê ye
09:00 Li Rojava huner xwe li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike'
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:58 Li Pasûrê cerdevan gefê li gundiyan dixwin
08:48 KNK'ê ji bo Abdullah Ocalan bang li YE û NY'yê kir
09/07/2023
23:44 Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin
21:32 Piştî civîna YNK-PDK'ê daxuyanî
21:24 Du leşker hatin kuştin
20:24 Di civînên gel de pêşniyaza rêxistinbûna ji xwecihî li HDP'ê û Partiya Çepên Kesk hat kirin
18:49 ÎHD'a Enqereyê rêveberiya xwe ya nû bijart
17:00 Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan
15:20 Malbata Şenyaşar: Edaleta em lê digerin ji bo her kesî ye
15:02 Zema KDV'ê li benzîn û motorînê hate kirin
14:55 Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne
14:14 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li NY’yê dan
13:04 Li du deverên Marmarîsê şewat derket
12:44 Li Behra Reş lehî rabûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
12:44 Çalakiya Dag û Er di roja 53'yemîn de didome
12:14 Dervîş ku 8 sal in rastî her cureyên îşkenceyê hat niha li malbata xwe digere
11:42 Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:41 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hate definkirin
10:59 Iraq û Îranê ji bo avakirina qereqoleke hevpar a li ser sînor lihev kirin
10:43 Hejmara zarokên tên zewicandin zêde bû: Mekanîzmayên parastinê nayên bikaranîn
10:19 Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin
09:55 Li Amedê hewldana astengkirina konsera kurdî
09:50 Minîbûs wergeriya: 4 kes mirin û 10 kes birîndar bûn
09:42 Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne
09:16 Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe
09:15 Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin
09:13 Komeleya Birca Belek dest bi serdema nû ya perwerdehiya ziman kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08/07/2023
23:11 30 roj berê ji bo Yazici gotine 'dikare di girtîgehê de bimîne'!
22:46 Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
21:26 Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin
19:22 Li Êlihê jinek hat qetilkirin
17:59 Girtiyê nexweş Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da
17:55 Ji bo Tekîndag û Kiran şîn hat danîn
17:09 Zarokek 13 salî li Êlihê di ava çem de xeniqî
17:02 Di civîna jinan de têkoşîna li dijî tecrîdê hat destnîşankirin
16:37 DFG’ê banga beşdariya danişîna 15 rojnamevanên kurd ên girtî kir
15:56 Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe
15:56 Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin
15:31 Girtiyê nexweş li şûna ku bê tedawîkirin sirgûnî girtîgehek din hat kirin
15:21 Ûçar: Hilbijartinên endamtiya NATO’yê jî li ser dijminatiya kurdan tên kirin
14:52 ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî
13:45 Xizmên Windayan li faîlên Vedat Aydin û li aqûbeta Îsa Efe pirsîn
13:07 Rojnamevan Maroofian a bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû dîsa hat girtin
12:58 Zarokê ji rojhilatê Kurdistanê di Çemê Mûradê de xeniqî
12:29 Dayikên Şemiyê di hefteya 14'an de jî meşiyan Qada Galatasarayê
11:43 Malbata Şenyaşar: Em ê bi edaletê biçin malê bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê
11:37 Rojnamevan Akurt: Serdagirtina Lavrionê peyameke polîtîk e
11:30 Balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kurejaro bombebaran kirin
11:22 Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de didome
11:18 Gola Sixkê ziwa bû!
11:15 Leşkeran ava gundê Hespistê birî
10:13 Ji Sabrî Ok daxuyaniya der barê Abdullah Ocalan de: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide
10:09 Zarokên ku Suleymanciyan wan ji Amazonê anîbûn vegerandin Brezîlyayê
09:49 13 sal in rêya hawirdorê neqediyaye: Erdên xelkê hatine desteserkirin
09:02 Nelirêtiyên qeyûmê Wanê
09:02 Parêzerê rojnamevanên girtî: Divê hemû kesên ku dengê wan tê tepisandin li danişînê bin
09:02 Li Wanê karê paleyan dest pê kir
09:01 Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
07/07/2023
22:05 Encamnameya Komxebata Lozanê hat eşkerekirin
21:15 'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve'
21:10 Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê
16:56 Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin
16:21 Ji bo Hevşaredariya Panosê Şahîn Avci hate hilbijrtin
16:18 KCK'ê têkilarî Dag û Er daxuyanî da
15:43 ‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’
15:12 Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin
14:17 Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne!
13:54 Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin
13:51 Lêgerîna tazî li kesên di bîranîna Madimakê de hatin binçavkirin ferz kirin
13:37 HDP û Partiya Çepên Kesk dê li Marmarayê starta civînên bi gel re bide
13:25 Cenazeyê Karataş hate definkirin
13:20 Malbata Şenyaşar: Çima kesê komkujî organîze kirî hêj nehatiye girtin?
12:43 Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir
12:36 Jina ku dihat îdiakirin ‘întîhar’ kiriye: Alî ez avêtim xwarê
11:35 Malbat û vasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:46 Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn
10:37 Cezayê muebbeta giran dan kesê Remziye Yucel qetil kirî
09:50 Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin