Meclisa Ciwanan ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke biheybet’ da destpêkirin

ENQERE -  Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Senem Erîş da zanîn ku wan kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” daye destpêkirin û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe mezin bikin û tecrîdê ji holê rakin.” 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ji bo xebatên serdema nû, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin gel hev. Beriya civînê daxuyanî hate dayîn. Daxuanî ji hêla endama Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Senem Erîş ve hate dayîn. Erîş, anî ziman ku di encama polîtîkayên îktîdarê de xweza tê talankirin, îradeya gel bi rêya qeyûman tê xespkirin, her roj li dijî jinan û destkeftiyên jinan êriş tên kirin, keda kedkaran tê xwarin, binpêkirin zêde dibin û roj bi roj şer girantir dibe. 
 
'EM Ê TECRÎDÊ TEQEZ JI HOLÊ RAKIN’
 
Bi domdarî Erîş diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê hem li hundir û hem jî derve li dijî kurdan şerekî bênavber daye destpêkirin û wiha pê de çû: “Sedema krîzan piralî yên Tirkiyeyê jî şerê li dijî kurdan e. Di bingeha polîtîkayên şer de jî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ye. Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bi xwe re şer tîne û şer jî xizanî û hejariyê tîne. Ji ber vê yekê yê ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin ne birêz Abdullah Ocalan lê gelên Tirkiyeyê ne. Hewl didin tevahiya civakên Tirkiyeyê li Îmraliyê bênefes bihêlin. Em dîsa dibêjin ku em ê tecrîda di şexsê Rêberê Gelê Kurd de li tevahiya gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin qebûl nakin û ji bo azadiya gelan em ê rêxistiniya xwe mezintir bikin û tecrîdê ji holê rakin.” 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET 
 
Di berdewamê de Erîş anî ziman ku îktîdara AKP-MHP’ê hewl dide civakê bi zextê ji hal bêxe û wiha got: “Li rexa din jî hewl dide ciwanan bi rêya polîtîkayên şerê taybet ji rol û rista wan a dîrokî dûr bixe. Di serî de ciwanên kurd, bi rêya spor, huner, rêzefîlmên TV’an, nûçe û hwd. bîrdoziya xwe di nava ciwanên Tirkiyeyê de belav dike. Di nava 10-15’ên dawî de gelemperî li ser rêzefîlmên ku polîs, leşker, mafya û malbatên netewe-dewletê pîroz nîşan didin diweşîne. Hewl didin qehremantiyên sexte, dagirkerî, talankerî û hwd. li ber ciwanan şirîn bikin. Bi van rêbazan dixwazin ciwanan bikin xulamên vê pergalê. Aliyê herî xetere yê şerê taybet jî belavkirina tiryak û fihûşê ye. Ji bo ku mejiyê ciwanan tevlihev bikin û ji polîtîkayê dûr bixin, bi zanebûn belav dikin. Tacîz û tecawizên li dijî jinên ciwan jî bi destê kesên biunîforma tên kirin. Bûyerên Gulistan Doku û Îpek Er, delîla herî şênber a polîtîkaya dewletê ya li Kurdistanê ye. Weke ciwanan em ê li dijî vê bêdeng nemînin. Em ê li dijî kesên di nava gelê me de tiryak û fihûşê belav dikin bisekinin.” 
 
KAMPANYAYA BERXWEDANÊ 
 
Erîş, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê mîrasa têkoşîna azadiyê ya ku me ji rêhevalên xwe Hakî, Kemal, Mazlum û Îbrahîman dewr girtî hêj mezintir bikin û vê pergala reştarî ji holê rakin. Em ê vê pergalê biguherînin. Li vir radigihînin ku li dijî her cureyên şerê taybet em kampanyaya ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet’ didin destpêkirin. Dê meclisa me xebatên xwe yên serdema nû di çarçoveya vê kampanyayê de bimeşîne. Em ê têkoşîna xwe di vê serdemê de hêj mezintir bikin. Weke meclisa ciwanan em ê li gel rêhevalên xwe yên çep, sosyalîst û şoreşger têkoşîna xwe mezintir bikin. Heta ku em tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ji holê radikin jî dê berxwedana xwe bidomînin. Em ê li dijî tiryak, zîhniyeta nêrza, talankirina ekolojiyê, pişaftina çandî û her cureyên bîrdoziya ciwanan ji eslê xwe dûr dixînin bisekinin. Di vê çarçoveyê de banga me ji bo hemû ciwanan ew e ku di çarçoveya kampanyaya me de li dijî şerê taybet,  berxwedanê mezintir bikin, xwe bêhtir birêxistin bikin û tev li têkoşînê bibin.” 
 
 

Sernavên din

09/08/2023
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk
16:01 Walîtiya Konyayê li dijî ‘Muzeya Şermê’ ketiye dewrê
15:38 Denîz Firat li ser gora xwe hate bibîranîn
15:20 Leşkerê digot zextê li min dikin, mirî hate dîtin
14:49 'Heke rayedaran peywira xwe pêk bianiya dê Esma niha bijiya'
14:33 Li Amedê şûştina mehfûr û wesayîtan hate qedexekirin
14:31 Denîz Firat li Mexmûrê hate bibîranîn
14:05 Doza Kobanê: Hemû dinya dizane ka em ji ber çi tên darizandin
13:22 Ji bo Akbelen û Dîkmeceyê daxuyaniya hevpar: Em ê xwedî li daristanên xwe derkevin
12:57 Kemal Çelîk piştî 30 salan hate berdan: Me ji îradeya xwe bawer kir
12:50 Uçar: Heke Ocalan bikeve dewrê dê rewatiya îktîdarê nemîne
12:07 Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
11:55 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:02 Ji damezirînerên KESK’ê Erol hate bibîranîn
10:44 Qesabên li welatê goşt li ber îflasê ne
10:34 Mîhrîcana Munzurê jî ji bo derdê esnafan nebû derman
10:08 Hewzeya Firatê di bin xetereya siyanûrê de ye
09:09 Bi kamerayên nû re qadên jiyanê yên girtiyan dişopînin
09:08 Girtiyê nexweşê penceşêrê yê 70 salî nayê dermankirin
09:06 Çîroka Keşîşxaneya Mor Bosûs ku li quntara Çiyayê Bagokê hatiye çêkirin
09:05 ‘Kesên rojnamevan Denîz qetilkirin negihiştin armanca xwe’
09:02 Hiqûqnasê Cezayê Kanar: Nikarin cezayê disiplînê bidin Abdullah Ocalan
09:00 Mehmet Ocalan: Li Girava Îmraliyê çi dibe?
09:00 ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2023'YAN
07/08/2023
21:31 Endama Meclisa DBP’ê Çîftçî ji girtîgehê derket
21:22 Gogun ê li Girtîgeha Amedê tê ragirtin bi berikê guleyê birîndar bû
16:06 Komîsyona Ekolojiyê ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate avakirin
16:00 Cendirmeyan dest bi lêkirina dîwarê ne li gorî ruhê dîrokê kirin
15:59 Li Derînceyê teqîn: 2 jê giran 10 kes birîndar bûn | HATE NÛKIRIN
15:00 Gundê Bilbêsê yê Elkê di dorpêça leşkeran de ye
14:52 Dîroka kongreya awarte ya HDP’ê diyar bû
14:48 Li Rihayê di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Derheqê jinên TJA’yî de lêpirsîn hate vekirin
14:15 PDK ji bo Tirkiyeyê li Zapê rêyan çêdike!
14:14 Sûltanoglû ê ji doza Wexfa Ensarê tê nasîn li Rihayê dest bi kar kir
14:03 Gule li kolberan hatin reşandin: Kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:36 Sancar: Em ê biryara kongreya awarte bidin
13:06 Rapora ÎSÎG’ê: Di tîrmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:03 Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê daxuyaniya Îmraliyê: Dawî li sûcê îşkenceyê bînin
11:48 Midûrê ji ber nelirêtiya 2 milyon lîreyan bûbû rojev dîsa vegeriya ser karê xwe
11:39 Demografyaya Girê Spî tê guherandin
11:12 Li Îranê 9 endamên baweriya Bahaîyê hatin girtin
11:03 HDP: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
10:42 Mîhrîcana Gimgimê: Tevî komkujiyan jî em baweriya xwe dijîn
10:34 Çeteleya JINNEWS'ê ya tîrmehê: 26 jin hatin qetilkirin
09:33 Xwebûnê bi manşeta ‘Dubare cezakirin’ bal kişand ser tecrîdê
09:01 ‘Heta ku Qada Galatasarayê venebe dê çalakiyên me bidomin’
09:01 ‘Divê gel li dijî talana xwezayê bên bahev’
09:01 Tevgerên ekolojiyê ku li Cûdî lêkolîn kirin: Li vir qirkirina çand, dîrok û xwezayê heye
09:00 Kevoka Aştiyê: Aram Tîgran
09:00 Hevdîtina dawî ya li Îmraliyê: Ez ji xwe bawer im, ji bo çareseriyê amade me
09:00 Esnaf nikare bifiroşe, karker nikare mafê xwe bistîne
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2023'YAN
00:27 Mîhrîcana Mûnzûrê bi dirûşmeya “Dêrsim dê ji faşîzmê re bibe goristan” bi dawî bû
06/08/2023
22:07 Li Duhokê êrişa SÎHA’yê: Welatiyekî jiyana xwe ji dest da
21:06 Ciwanan talana xwezayê bi pankartekê şermezar kirin
18:59 Karayê di 23 saliya xwe de hatibû girtin di 52 saliya xwe de hate berdan
18:48 Endamên TJA’yê Diyanet şermezar kirin
16:07 Telegram li Iraqê hate qedexekirin
15:50 Tirkiyeyê ava Rojava qut kir: 9 stasyonên avê ji xizmetê derketin
15:42 Mîhrîcana Munzurê di roja 4’an de didome: Qadên madenan bigirin
13:36 Li Pakistanê trênê qeza kir: 15 kes mirin
13:20 Meclis dê bi rojeva Akbelenê bicive
12:38 Li dijî hêzên Şamê êriş hate kirin: 4 kes mirin
12:30 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:47 Kesên ji bo vemirandina şewata li Merîwanê çûn herêmê hatin binçavkirin
11:09 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî gundê Çemçemalê kir
10:59 Li Qersê ji bo heqê rê 6 lîre zem hate kirin
10:38 Metereolojiyê ji ber ‘germahiya zêde’ hişyarî kir
09:44 Kovara Jinê bi manşeta ‘Hem birîn hem jî şîn didome’ derket