Hevserokên KNK’ê: Me PDK agahdar kiribû lê guh neda hişyariyan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên KNK’ê Zeynep Mûrad û Ahmet Karamus dan zanîn ku beriya êrişa li dijî nûnertiya wan, hikûmeta Başûr hişyar kiribûn û wiha gotin: “Me jê re got ku gefên kuştinê li endamên tên xwarin û tevdîran bigirin. Lê guh nedan van hişyariyan. Dewleta tirk bêyî alîkariyê nikare êrişeke wiha pêk bîne.” 
 
Qetilkirina siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamegeran a li Herêma Federe ya Kurdistanê didome. Welatparêzên kurd ên ji ber zext, gef, binçavkirin û girtinan ji parçeyên din ên Kurdistanê berê xwe didin Başûr, di bin hedefa rejîmên Tirkiye û Îranê. Di nava salekê de li Silêmaniyeyê 5 welatparêzên kurd di encama sûîqestan de hatin qetilkirin. 
 
RÊZESÛÎQESTÊN LI BAŞÛR 
 
Welatiyê bi navê Ferhat Bariş Kondu di 16’ê îlona 2021’an de li Silêmaniyeyê rastî êrişa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Rojek piştre di 17’ê îlona 2021’an de îcar Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) di encama sûîqestê ya li silêmaniyeyê de hate qetilkirin. Li pey van sûîqestan; welatparêzê kurd Mehmet Zekî Çelebî di 17’ê gulana 2022’yan de li Silêmaniyeyê rastî sûîqestê hat û di 19’ê gulanê de jiyana xwe ji dest da, Endamê Meclisa Rêveber a Tevgera Azadî Şeyl Xurid Ezîz (Mamoste Şemal) di 28’ê tebaxa 2022’yan li Silêmaniyeyê, Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê cotmeha 2022’yan de li Silêmaniyeyê, siyasetmedar Huseyîn Tûrelî di 18’ê nîsana 2023’yan de li Dihokê û herî dawî jî Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbun di 18'ê îlonê de li Hewlêrê rastî sûîqestê hat û hate qetilkirin. 
 
Hevserokên KNK’ê Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs têkildarî sûîqestên li başûrê Kurdistanê bi ajansa me re axivîn. 
 
'ÊRIŞ LI DIJÎ YEKITIYA GELÊ KURD HATE KIRIN’
 
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad, diyar kir ku êrişa li dijî Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê weke komployeke plankirî nirxand û wiha got: “Êrişeke terorîstî ye. Bûyereke jirêzê nîne, êrişeke plankirî ye. Li pişt vê êrişê planeke mezin heye. Ev êriş ne tenê li dijî şexsekî yan jî KNK’ê hatiye kirin. Ev êriş li dijî hemû kurdan û Kurdistanê hatiye kirin. Ev êriş, destdirêjiya li xaka Kurdistanê ye. Bi vê êriş me dît bê ka ji xebatên yekitiyê çiqas aciz in. Ev xebat tirsekî dixe dilê dijmin. Beşeke êrişên li dijî Rojava, Şengal, Zap, Metîna û Avaşîne ye. Ev konsepteke mezine ku dewleta tirk serkêşiya wê dike. bi vê êrişê hemû destkeftiyên kurdan hedef hatine girtin. Bi hedefgirtina saziya yekitiya neteweyî re peyamê didin gelê kurd. Mamoste Denîz, rewşenbîrek bû û tevahiya jiyana xwe ji bo kurdî derbas kir. Li nûnertiyê jî perwerdeya ziman dida endamên me. Her wiha xebatên dîplomatîk, siyasî û çandî dimeşand. Xebata wî, tirs xistiye dilê dijmin. Bi awayeke vekirî li navenda Hewlêrê êrişan dikin. Bi vê peyamê didin gelê kurd.” 
 
'BÊYÎ ALÎKARIYÊ MIMKIN NÎNE EV ÊRIŞ HATIBE KIRIN’
 
Bi domdarî Mûrad anî ziman ku ew êrişa dawî weke êrişeke li dijî yekitiya neteweyî ya kurdan dinirxînin û wiha dom kir: “Di serî de Tirkiye, em dizanin ku dijminên me dema xebatên yekitiyê pêş dikevin hewl didin bi rê û rêbazên cuda van hewldanan sabote bikin. ji karê KNK’ê û hevdîtinên wê yên bi hizbên kurdan re aciz in. Lewma wiha êrişan dikin. Hemû azadîxwazên ji bo nasnameya xwe dixebitin hedef digirin. Dewleta tirk di vê mijarê de stratejîk tevdigere. Gelek welatparêz li Başûr hatin qetilkirin. Li pişt van êrişan destên tarî hene. Bêyî alîkariyê ev êriş pêk nayê. Tu kes nikare di nava rojê de li cihekî ewqas asayîş lê heye li dijî Nûnertiya KNK’ê êrişeke wiha pêk bîne û bi rehetî bireve. Lewma me xwest ev bûyer bi berfirehî were lêkolînkirin û agahiyan bidin me. Li pişt vê bûyerê kesên tarî hene û bi girtina kesekî ronî nabe. Divê ev kes tevek bên girtin.”
 
'DIVÊ HER KES BI ROL Û MÎSYONA XWE RABE’
 
Di berdewamê de Mûrad got ku kurd di qonaxeke hesas de ne û ev nirxandin kir: “Bertekên li dijî êrişa dawî, erkekî neteweyî ye. Seranserî cîhanê di nava aloziyekê de ye. Niha navenda aloziyê Kurdistan e. Hêzên herêmî û dagirker dixwazin xwe li Kurdistanê serwer bikin. Ji bo vê jî rêbazên cuda bi kar tînin. Lewma divê her kes di vê pêvajoyê de bi erk û berpirsyariya xwe rabe. Di demekî nêz de bi boneya sedsala Lozanê konferanseke berfireh hat lidarxistin. Gelê me bi hevre got; ‘me tu carî Peymana Lozanê qebûl nekir û qebûl nakin. Em ê rê nedin tu peymanên din ên mîna Lozanê.’ Her kes dizane ku kurd ne kurdên sed sal berê ne. Kurd xwedî statû, hêza leşkerî û civakî ye. Ji pergaleke demokratîk a li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê re pêşengtiyê dike. Îro hêza jinan ji bo guhertinê tedikoşe. Li çar parçeyan berxwedan heye. Divê em bibin dengê vê berxwedanê.” 
 
‘TEVÎ AGAHDARKIRINÊ JÎ ASAYÎŞÊ TU TEVDÎR NEGIRTIN’ 
 
Hevserokê KNK'ê Ahmed Karamus jî da zanîn ku di demên berê de gefa kuştinê li endamên wan hatibû xwarin û ev tişt anî ziman: “Di vê mijarê de me asayîşa Hewlêrê agahdar kir. Lê paşguhkirin. Ev êriş, li dijî hebûna gelê kurd, li dijî xebatên yêkitiyê û tifaqa gelê kurd hate kirin. Dewleta tirk şerekî topyekûn daye destpêkirin û bi droneyan, balafiran û çekan sûîqestan dike. Ev êriş li dijî nirxên welatparêziyê, li dijî hemû kurdan, deskeftî û serkeftinên gelê Kurdistanê hate kirin. Êrişeke plankirî ye. Em dizanin ku tiliya dewleta tirk û MÎT’ê tê de heye. Li Hewlêrê hedefgirtina saziyeke neteweyî êrişeke jirêzê nîne.”
 
‘EŞKERE YE KU DEWLETA TIRK EV ÊRIŞ BI TENA SERÊ XWE NEKIRIYE’
 
Ahmed Karamûs, bi domdarî got ku dewleta tirk bêyî alîkariya sîxûr û hevkaran nikare êrişeke wiha bike û wiha axivî: “Gelo dewleta tirk bi kîjan cisaretê li ser xaka Kurdistanê êrişî saziyeke neteweyî dike û nûnerê wê qetil dike? Bi kîjan cisaretê li cihekî ewqas qelebalix êrişeke wiha dike? Ev der, cihekî navendî ye û çûn û hatin lê zêde ye. Ev demeke endamên me ji hêla hêzên asayîş û Parastinê ve dihatin şopandin. Di nûnertiya me de kamera hene û tê şopandin. Me ji van şopandinan texmîn kir ku dê êrişeke wiha bê kirin. Me gelek asayîş û hikûmeta Başûr ji rewşê agahdar kirin. Me jê re got ku gefa kuştinê li endamên me tên xwarin. Lê tevî hişyariyên me û daxwaza xurtkirina ewlehiya nûnertiya KNK’ê jî paşguh kirin. Xuyaye ku dewleta tirk ev êriş bi tena serê xwe nekiriye. Êrişeke plankirî ye. Dixwazin nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê rakin. Dewleta tirk êdî tu sînoran nas nake û bûye bûye dewleteke terorîst. Balkêş e ku li ser xaka Kurdistanê li navenda Hewlêrê bêyî tirs êrişan dike. Hemû sazî û welatparêz di hedefa dewleta tirk de ne. Dixwaze ji holê rake.” 
 
'DI HEDEFÊ DE BERPIRSÊN KNK'Ê HEBÛN'
 
Karamus, anî ziman ku di hedefa êrişkar de berpirsên KNK'ê hebûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Cihê êriş lê hatiye kirin, bi kamerayan ve tê temaşekirin. Heke li dijî saziyeke neteweyî ya kurd êrişeke wiha bê kirin, bila gumanên kesekî nebin ku ev êriş li dijî Kurdistanê ye. Kesên li dijî vê êrişê bêhelwest dimînin û bertekan nîşan nadin, hevkarên dagirkerên tirk in. Di êrişê de armanc ne tenê Denîz lê hemû kesên di avahiyê de bûn. Rojek beriya êrişê, Nûnertiya Hewlêrê bi tevlibûna hevseroka me birêz Zeyneb Mûrad û nûnerên Silêmaniyeyê li Ranyayê bi gel re civînek kir. Îxtîmaleke mezine ku ev êriş li dijî berpirsên KNK’ê bû. Saetek beriya êrişê, berpirsê me bi şehîd Denîz re hevîtinek kir. Plana hin kar û xebatan kiribûn. Piştî ku endamên KNK’ê ji wir derketin, êriş pêk anîn. Wisa xuya dike ku dewleta tirk ji hin desthilatdarên Başûr alîkarî girtiye. Ev der 24 saetan tê şopandin, êrişeke jirêzê nîne.”
 
'DEM DEMA YEKHELWESTIYÊ YE’
 
Karamûs, axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin ku her kurdek û rêxistinên siyasî li dijî êrişê helwesta xwe nîşan bidin. Em di qonaxeke hesas de ne ku têkoşîna hebûn û nebûnê didin. Dijmin êdî tu ferq û cudahiyê naxe navbera kurdan. Ev êrişên li Başûr, bêyî alîkariya hin kesan nayên kirin. Dijmin beriya amadekirina planan, ji sîxûrên navxweyî agahiyan digire. Nexweş nikare êrişeke wiha bike. Heke helwestekî xurt neyê nîşandan dê ev êriş bidomin. Ez bang li Serokê başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî û civakî dikim ku li dijî van êrişan xwedî helwestekî hevpar bin. Di kesayeta KNK’ê de ev êriş li çar perçeyên Kurdistanê hatiye kirin. Dem dema yekitiya li dijî dagirkeriyê ye. Heke PDK’ê li dijî êrişeke li ser saziyeka netewîey sekneke birûmet raber neke, ew jî dê para xwe ji vê bigire. Lewma divê kurd bi tundî li dijî van êrişan derkevin.” 
 

Sernavên din

08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e
09:47 Qada perwerde û têkoşînê ya jinan: Navenda Piştevaniyê ya Jinan
09:35 'Li dijî êrişên li ser jinan têkoşîneke hevpar divê'
09:14 Rojnamevana girtî rewşa girtiya ku îşkence lê hat kirin ragihand
09:03 Ji bo 10 bajaran hişyariya barînan hate kirin
09:03 Ji Dayikên Aştiyê bertek ji bo êrişan: Agirbest yekalî nabe, divê şer raweste
09:02 Siyasetmedarê Azerbaycanî Yaqublu 36 roj in di greva birçîbûnê de ye
09:00 Dê bi daxwaza 'Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê' li qadan bin
09:00 ROJEVA 6’Ê GULANA 2025’AN
05/05/2025
16:49 Navê Sirri Sureyya Onder dê li navenda çandê were kirin
16:43 Gucenmez ê DEM Partiyî hate berdan
16:19 Necla Yildiz ku tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
15:34 Li Sûriyeyê rojnamegerek hate kuştin
15:09 Dewleta tirk di 6 rojan de hezar û 987 caran êriş kir
15:00 BES'ê li gelek bajaran TUÎK protesto kir
13:54 Ji bo Onder li gelek bajaran şîn hate danîn
13:07 Miftiyê ji tacîza zayendî ya li dijî zarok dihat darizandin beraet bû
12:20 Rêveberiya Xweser: Berxwedana li Bendava Tişrînê bi ser ket