Partiya Çepên Kesk dê rapora erdhejê amade bike

  • rojane
  • 09:05 25 Îlon 2023
  • |
img
MEREŞ - Partiya Çepên Kesk dê têkildarî bajarên Semsûr, Meletî, Mereş û Hatayê ku ji erdhejê bi bandor bûbûn rapora çavdêriyê amade bike û piştî vekirina Meclisê dê bi rayagiştî re parve bike. 
 
Partiya Çepên Kesk di navbera 18 û 21’ê îlonê de serdana bajarên Semsûr, Meletî, Mereş û Hatayê ku ji erdhejê bi bandor bûbûn kirin. Şandeyên ku Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin di nav de bi sedan kesan re rûbirû hevdîtin kirin û bi rêxistinên girseyî yên demokratîk û saziyên sivîl ên civakî re hatin bahev. Di çarçoveya serdanê de serdana gundan û taxan hate kirin û pirsgirêkên ku gel dijî di cih de hatin tespîtkirin. Hate diyarkirin ku têkildarî her çar bajaran dê rapora çavdêriyê bê amadekirin û piştî vekirina Meclisê rapor dê bi rayagiştî re bê parvekirin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Berîtan Guneş Altin û Mehmet Zekî Îrmez têkildarî rewşa dawî ya li herêma erdhejê axivî. 
 
ALTIN: PIŞTÎ HILBIJARTINÊ ALÎKARÎ HATIN BIRÎN 
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Berîtan Guneş Altin, da zanîn ku di meha gulanê de di hilbijartinan de weke nimune alîkarî hatin kirin lê piştî hilbijartinê ev alîkarî bi temamî hatin birîn. Altin, axaftina xwe wiha domand: “Piştî hilbijartinê kesekê/î careke din pirsa mexdûrên erdhejê nekiriye. Pirsgirêk weke çiyan e lê ji bo çareseriyê kes tiştekê nake. Kes di nava xebatan de n^ne. Li her derê pirsgirêka ava paqij heye. 7 meh derbas bûn lê hêj hin cihên ku ceyrana wan nîne hene. Ji bo li konbajar û bajarên konteyniran de binesazî nîne her der di bin tozê de ye. Ev yek dibe sedema nexweşiyan.”
 
Altin, bi lêv kir ku bi cemîdîna hewayî re wê pirsgirêkên zêdetir bibin û wiha berdewam kir: “Hêj gelek welatî di konan de dijîn. Ne pêkane ku demsala zivistanê ya zor û zehmet de di konan de bimînin. Konteynir ne li gorî mehên zivistanê ne. Di baraneke kêm de jî hundirê wan bi avê tejî dibe. Di rojên cemidî de ne pêkan e ku mirov di hundirê wan de bisekine.”
 
REWŞA XWENDEKARAN
 
Altin, bal kişand ku zarok jî bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û wiha lê zêde kir: “Ji konteyniran dibistan çêkirine lê hêj ji perwerdehiyê re amade nekirine. Ji ber niha hewa germe hundirê konteyniran gelek germ dibe. Di mehên zivistanê jî dê sar bibe. Ji bo ku zarok biçin dibistanê servîs têre nakin. Welatiyên bi erdhejê her tiştê xwe winda kirin, neçar mane ku servîsên taybet bigirin. Bihayê servîsên taybet jî gelek zêde ne.”
 
Altin, bal kişand ku travmaya erdhejê hêj berdewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Welatî nizanin ka dê kengî bibin xwedî xanî. Nizanin ka dê sibê çi bê serê wan. Travmayeke ku erdhejê afirandî hebû, li vê travmaya ku dewlet bû sebep jî lê hate zêde kirin. Divê şertên ku welatî bi awayekî birûmet lê bimînin bên afirandin. Heke ev neyê pêkanîn wê travma bi dawî nebin. Divê kesên pispor ên ji psîkolojiya civakê fêm dikin li qadê xebatan bimeşînin. Şûna psîkologên pispor tarikat û cemaet hene.”
 
ÎRMEZ: EV 7 MEH IN KARESAT DIDOME
 
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Zekî Îrmez anî ziman ku desthilatê sozên beriya hilbijartinê dabûn mexdûrên erdhejê bi cih neanîne û wiha got: “Erdhej weke karesata sedsalê hate binavkirin. Ev karesat 7 meh in hêj jî didome. Ev karesat bi destê AKP’ê û MHP’ê tê domandin. Em bi gelek kesan re axivîn, em bûn şahid ku pirsgirêkên bingehîn nehatine çareserkirin. Heke wiha berdewam bike dê di demekî dirêj nikarin bên çareserkirin. Pirsgirêkên av, ceyran, perwerde û tenduristiyê weke roja ewil didomin. Avahî bi awayekî bêplan tên hilweşandin. Hêj kavil di nava bajaran de ne. Pirsgirêka asbestê mezin dibe.”
 
ALIKARIYA ŞAREDARIYÊN HDP’Î
 
Îrmez qala alîkariyên şaredariyên HDP’ê yên ku qeyûm tayînî wan nehate kirin ji bo herêma erdhejê şandin kir û wiha berdewam kir: “Li her cihê ku em çûnê welatiyan alîkariyên ku kêm şaredariyên HDP’ê yên qeyûm tayînî wan nehatine kirin ji me re vegotin. Heke qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê nehatibûya wê birîn zûtir hatibûna dermankirin. Em ê alîkariya xwe hem madî hem manewî bidomînin.”
 
Îrmez, da zanîn ku dê pirsgirêkên tespîtkirine bikin rapor û wiha lê zêde kir: “Me hewl da Meclisê bi rengekî awarte bicivînin. Lê ev daxwaza me ji ber muxalefet û desthilata AKP’ê û MHP’ê piştgirî nedanê çênebû. Lê me ji roja ewil ve dest ji armanca xwe ya ku erdhejê bikin rojeva sereke berneda. Me erdhej qet ji bîr nekir û nadin ji bîr kirin. Ji 1’ê cotmehê ve bi vekirina Meclisê dê rojeva me ya sereke bibe erdhej. Em ê li her platformê pirsgirêkên ku erhdej bûye sedem vebêjin. Ji bo ku em erdhejê têxin rojeva Meclisê tişta ji destên me bê em ê bikin. Şandeyên ku 4 roj bûn li bajaran digeriyan û hevberdevkên me dê bi hev re raporê amade bikin û bi rayagiştî re parve bikin.”
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

15:53 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir: Pêvajo dîrokî ye
15:52 Li Agiriyê civîna gel: Manînfesto, nexşerêya pêvajoyê ye
15:27 Bi girseyî serdana şîna Haci Başaran kirin
15:26 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn
15:13 ÎHD'ê ji bo hevgirtinê kart ji girtiyan re şand
15:12 ‘Bila parêzvana mafên mirovan Sûna Bîlgîn serbest bê berdan'
14:38 Bozan çû serdana girtiyê nexweş Alagaş: Tişta tê kirin îşkence ye
14:34 Rapora girtîgehê: Muayeneya bikelemçe, lêgerîna li hundirê dev, nedayîna dermanan, gef
14:17 Davutoglû: Divê verastkirinên qanûnî yên li Tirkiyeyê demildest bên kirin
Sancar: Tişta di rojeva me de qanûna aştiyê ye
14:13 Berhema xebata komunal Mala Gel a Ronahî hat vekirin
13:49 Tevdîra kontrola edlî ya 5 rojnamegeran hate rakirin
13:07 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê diyar bû
12:52 Dê mitînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin'
11:57 Eyşe Şan dê bi çalakiyên curbicur bê bibîranîn
11:53 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin HATE NÛKIRIN
11:03 Hesreta ji bo gorekê: Quncika Nazim û Cîhanê
10:51 Wekîlên DEM Partî û AKP’ê ji bo pirsgirêkên Wanê civiyan
10:42 Ji xelkê Aydinê bang: Budçeyê ji bo gel veqetînin
10:32 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Partiya Gelecekê dest pê kir
10:10 Li dijî GAÎN Medyayê operasyon: Rayedarên şîrketê hatin binçavkirin, qeyûm hat tayînkirin
10:04 Tirkiye bi guman nêzî kîjan xalên 'xweseriyê' dibe?
10:02 Li dijî talankirina xwezayê darên berûyê didanin
10:01 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û baranê
09:41 Ji Aykol re name: Min ji cezayê hucreyê beraet kir lê nayêm berdan
09:15 Qesabxaneya 12 milyonî ya qeyûm hê jî neqediyaye
09:13 Zabitayên êrişê Karataş kiribûn bûn mexdûr Karataş jî bû gumanbar!
09:09 Welatiyên Agiriyê ji bo rêya bixeter daxwaza çêkirina rêyek alternatîf kirin
09:07 3'yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bû navnîşana hevdîtinê
09:05 Di kenê Nazim de şoreş veşartî bû
09:00 Tehliyeya girtiyê nexweş Yildirim bi îdiaya axaftina 'rêxistinî' hat astengkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2025'AN
15/12/2025
20:10 Platforma Jinan a Rojava ji bo mexdûrên lehiyê banga alîkariya kir
18:24 Li Îranê 4 Kurd hatin binçavkirin
18:18 Li Erebistana Siûdî 340 kes hatin bidarvekirin
16:30 Tulay Hatîmogûllari: Pêwîst e verastkirinên qanûnî demildest bên kirin
16:16 Carek din xwîn dan rojnameger Aykol
15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer