AGIRÎ - Rojnamevan Amir Kahrizî diyar kir ku ew bi talûkeya darvekirinê re rû bi rû ye û ji bo wî paşve bişînin Îranê li Navenda Paşdeşandinê ya Agiriyê tê ragirtin.
Rojnamevan Amir Kahrizî ji ber xebatên xwe rojnamevaniyê der barê wî de doz hatin vekirin û neçar dimîne di sala 2016’an de derbasî Herêma Kurdistanê bibe. Kahrizî li vir jî li televîzyonekê xebata xwe didomîne. Televizyona Kahrizî lê dixebitî ji aliyê Îranê ve piştî berxwedana “Jin jiyan azadî” hedef hat girtin û bi roketan êrişî televîzonê hat kirin. Kahrizî ji êrişê rizgar dibe û ji bo derbasî cem hevjîna xwe Swêdê bibe tê Tirkiyeyê. Dema li ser sînorê Yewnanistanê dixwaze derbas bibe ji aliyê Yewnanistanê ve tê girtin û radestî Tirkiyeyê dikin. Demek li Navenda Paşdeşandinê (GGM) ya Edîrneyê dimîne û ji bo wî dersînor bikin di 25’ê tebaxê de neqlî Navenda Paşdeşandinê ya Agiriyê dikin. Kahrizî ji bo paşve neyê şandin ji 9’ê îlonê vir ve di greva birçîbûnê de ye.
Hevjîna Kahrizî, Shahla Chorke rewşa hevjînê xwe ji Parlamenterê HEDEP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû re ragihand û rojevê bir rojeva Meclisê.
RWŞA HEVJÎNÊ WÊ DI XETEREYÊ DE YE
Shahla Chorke diyar kir ku hevjînê wê di greva birçîbûnê de ye û herî dawî hevjînê wê di telefonê de jê re wiha gotiye, “Baweriya min nîne ku min ji vê kampê berdin. Lê li aliyê din jî dibe ku min teslîmî Îranê bikin û ev jî ji bo jiyana min gef e. Min biryar da ku li vir bimirim.”
Chorke da zanîn ku hevjînê wê rojnamevanek muxalîf e û got: “Bi mehane hevjînê min li kampê tê ragirtin. Ji bo bê berdan min gelek hewldan kirin, lê bernedan. Hevjînê min li dijî Komara Îslamî ye, heke wî teslîmî Îranê bikin wê wî îşkence bikin û cezayê darvekirinê li benda wî ye. Her çiqas me viya got jî lê dadgehê daxwaza me red kir. Hevjînê min bi xetereya ku wî dersînor bikin re rû bi rû ye. Yên bi hevjînê min re serî li buroya koçberiyê dan, wan berdan lê hevjînê min girtin. Derûniya hevjînê min xera bûye. Me ji hemû saziyên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî alîkar xwest, lê tu bersiv nedan me û alîkariya me nekirin. Em ji her kesî hestiyariyê dixwazin û li benda alîkariyê ne.”
‘RAYEDAR XEMSAR TEVDIGERIN’
Parlamenter Omer Farûk Gergerlîoglû jî bi pêşniyaznameyê mijara navborî bir rojeva Meclisê û destnîşan kir ku rayedar pir xemsar nêzî meseleyê dibin û paşdeşandina kesên cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn nayê qebûlkirin. Gergerlîoglû xwest Wezîrê Karên Navxweyî demildest ji bo rojnamevanê ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn û li Agiriyê tê ragirtin daxuyanî bide û heke bibin sedema mirina kesekî di hiqûqê de jî ravekirina wê nîne. Gergerlîoglû got Tirkiyeya ku piştevaniyê dide DAIŞ’ê li aliyê din jî kesên muxalîf radest dike û rê li ber darvekirin û kuştina wan vedike.
MA / Bêrîvan Kûtlû