WAN - Jinên efxan 25’ê Mijdarê di bin zilma rejîmê de pêşwazî dikin. Rojnamevan Valîzadeh der barê rewşê de wiha got: “Welat ji bo jin û zarokên keç veguherî dojehê. Jin ji bo Talîban daxwaza zexta siyasî dikin.”
Jin, li Efxanistana ku Talîban piştî 20 salan dîsa lê bûye desthilatdar, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî di bin zext û tundiyên giran de pêşwazî dikin. Tê payîn ku Talîban dê dîsa vegere ser sepanên qedexeyên 20 sal berê û dê mafên jinan tune werin hesibandin. Talîban, di daxuyaniya xwe ya di wê demê de anîbû ziman ku “Ew ê di çarçoveya zagonên şerîetê de girêdayî mafên jinan bimînin, di çarçoveya hiqûqa îslamê de dê destûr bidin xebatên jinan, ew ê mafê perwerdeyê û di civakê de çalakbûna wan asteng neke.” Lê belê ji hêla jinan ve li welat rewş pir baş nebû û jin û zarokên keçik ji 15’ê tebaxa 2021’an ber bi îro ve hem ji civakê, hem ji qadên cemaweriya hatin dûrxistin. Ev du sal in ku Talîban bêyî qanûneke nivîskî anku destûreke bingehîn hebe welat birêve dibe û ji sedî 80 biryarên ku daye der barê astengkirina mafên jinan de ne.
Meclisa ku endamên wê yên ji sedî 25 jin bû, hate fesihkirin, Wezareta Karên Jinan ji kabîneya hikûmetê hate derxistin, li şûna wê “Wezareta Bangewaziya Başiyê û Dûrxistina ji Xerabiyan” hate avakirin. Xwe girtin hate ferzkirin, destketiyên jinan ên herî mezin, Qanûna Têkildarî Jiholêrakirina Tundiya Ser Jinê, dadgehên pispor û malên jinan ên spartinê hatin feshkirin. Xwegihandina perwerdeyê li jinan hate asta qedexekirinê. Jinên tevî hemû van tiştan li ber xwe didin jî rastî binçavkirin, girtin, qetilkirin, tecawiz û îşkenceya cinsî tên û bi piranî jin neçar dimînin ku terka welat bikin.
Em bi boneya 25’ê Mijdarê bi Endama Lijneya Rêveberiyê ya Navenda Rojnamegeran a Efxanistanê (AFJC) rojnameger Somaia Valizadeh re axivîn.
BI KIRÎZA MAFÊ MIROVAN RE RÛ BI RÛ YE
Valîzadeh destnîşan kir ku bi desthilatbûna Talîban re li welat pirsgirêk zêde bûne û wiha got: “Bûyerên tundiyê û binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn. Efxanistan bi krîzeke binpêkirina mafan re rû bi rû ma. Welat ji bo gelek mirovan, bi taybetî jî ji bo jin û zarokên keçik, veguherî dojehê.”
JI BO JIN Û ZAROKAN BÛ HEFS
Valîzadeh bi bîr xist ku di dema komarê de jin û zarokên keç dihatin perwerdekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin û zarokên keç dikaribûn di qadên civakî, siyasî û çandî de bixebitin. Jin di Meclisa Nûneran, meclisên herêmî û kabîneya hikûmetê de xwedê rêjaya ji sedî 25’an bûn. Jinan di sazî û dezgehên mafên mirovan de xebatên girîng dikirin. Lê belê hikûmeta niha destûrê nade jinan ku ji malê derbikevin. Jinên vê yekê şermezar dikin jî mixabin ji hêla Talîban ve tên girtin û diavêjin hefsê. Jinên efxan û zarokên keç, di malan de têne hefskirin.”
20 BIRYARNAME HATIN WEŞANDIN
Bi domdarî Valîzadeh anî ziman ku di du salên dawî de nêzî 20 biryarnameyên ku xebatên jinan asteng dikin û ji holê radikin ketine meriyete û wiha pê de çû: "Hemû xebatên saziyên mafên mirovan û parastvanên mafên jinan ji hêla Talîban ve hatin rawestandin. Berî ku Talîban were, mafên jinan hebûn ku xwe digihandin saziyên cur bi cur. Ji bo ku pirsgirêkên xwe yên hiqûqî û civakî çareser bikin diçûn saziyan û çareser jî dikirin. Dîsa hinek jin di van saziyan de dixebitîn.”
REJÎMEKE DIJMINÊ NINAN
Di berdewamê de Valîzadeh da zanîn ku armanca tevahiya polîtîkayên Talîban dûrxistina jinan a ji civakê ye û wiha dom kir: "Sepanên weke bêparhiştina jin û keçan a ji mafê perwerdeyê, dûrxistina wan a ji kar, hilberîn û qada siyasetê mînakên rejîma dijminê jinan in. Gelek jin neçar man ku terka welat bikin. Jin û keçên li Efxanistanê hêvî û bendewariyên xwe winda kirin, ji bo pêşeroja xwe di rewşeke neçare de ne. Jinan temamiya destkeftiyên xwe winda kirin. Rejîma Talîban, li her derekê jin û zarokên keçik di malan de hefs kir.”
PIŞTEVANÎ LEWAZ MA
Valîzadeh anî ziman ku jin ji hatina Talîban ditirsiyan û ev tirsa wan bi serê wan hat û axaftina xwe wiha qedand: "Ji ber ku di serdema yekemîn a Talîban de zanîngeh û dibistan li keçikan hatibûn qedexekirin. Talîban di 20 salên dawî de dibistanên keçikan şewitandibû û çûna wan a dibistanan asteng kiribû. Jin ji rejîma Talîban qet hes nakin û weke rejîmeke terorîst dibînin. Mixabin heya îro li dijî Talîban ji bo jinan alîkariyeke baş nehat kirin, piştevanî nehat nîşandan. Jinên efxan dixwazin zexta siyasî li Talîban were kirin."
Hin qedexeyên piştî desthilatdariya Talîban li dijî jin û zarokên keç ketine meriyetê wiha ne:
* 18’ê Îlona 2021'an: Perwerdeya piştî pola 6’an (dibistana navîn) li zarokên keçik hate qedexekirin.
* 23’yê Kanûna 2021’an: Heke jin cil û bergên li gorî pîvanên îslamê li xwe nekiribe yan jî zilamek ji malê pê re tunebe, ajokar nikarin wan ji 72 kîlometreyan dûrtir bibin.
* 27’ê Adara 2022’yan: Çûna parkan a jin û zarokên keçik hate astengkirin, bêyî ku zilam pê re nebin jin dê nikaribin bi balefiran rêwîtiya hundirîn û derveyî welêt bikin.
* 7’ê Gulana 2022’yan: Jin tenê bi cilê hîcab û bûrkayeke dikare derkeve derve yan jî nikare bêyî sedem derkeve derveyî malê.
* 21’ê Gulana 2022’yan: Di televîzyonan de girtina navçavan a pêşkeşvanên jin hate ferzkirin.
* 1’ê Hezîrana 2022’yan: Hat xwestin ku hemû zarokên keçik ên diçin pola 4 û 6’an rûyên xwe bigirin.
* 23’yê Tîrmeha 2022’yan: Li jinên rayedarên hikûmetê, mayîna malê hate ferzkirin.
* 10’ê Mijdara 2022’yan: Bikaranîna eywanên werzîşê li jinan hate qedexekirin.
* 20’ Kanûna 2022’yan: Çûna zanîngehê a jinan heya danezaneke din hate sekinandin.
* 22’yê Kanûna 2022’yan: Perwerdeya ji pola 6’an wêdetir ji bo hemû jin û zarokan keçik hate qedexekirin.
* 24’ê Kanûna 2022’yan: Xebata jinan a di saziyên sivîl ên neteweyî û naveneteweyî de hate sekinandin.
* 4’ê Nîsana 2023’yan: Di Neteweyên Yekbûyî (NY) de xebitîn li hemû jinan hate qedexekirin.
* 21’ê Tîrmeha 2023’yan: Hemû navendên xweşikbûnê hatin girtin.
* Tebaxa 2023’yan : Çûna dibistanan ên zarokên keçik ên ji 10 saliyê mezintir, li hin herêman hate qedexekirin
MA / Berîvan Kûtlû