TMMOB: Tevdîrên nehatin girtin rê li ber karesatê vekirin

  • rojane
  • 15:50 23 Mijdar 2023
  • |
img
ÊLIH -  TMMOB’ê îhmalên di karesata lehiyê ya Êlihê de rêz kir û xwest berpirsyar îstîfa bikin. TMMOB’ê bang kir ku deverên ji lehiyê bibandor bûn weke “Herêma Karesatê” bên îlankirin. 
 
Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Êlihê têkildarî karesata lehiyê ya li bajar ku di encamê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn, daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya Odeya Endezyarên Înşaetê hate dayîn. Beriya destpêkirinê, karkerên li Sêrtê di hezaza madenê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn. 
 
Sekreterê ÎKK’a TMMOB’a Êlihê Vahdettîn Tuzun daxuyanî xwend û got ku tevî hişyariyên bi rojan berê jî tu tevdîr nehatin girtin û vê yekê rê li ber karesatê vekiriye. 
 
Tuzun, diyar kir ku hema hema tevahiya bajar ji barîna baranê bibandor bûye û wiha got: “Li gelemperiya bajar rê di bin ava lehiyan de man. Her wiha jêrzemîna Nexweşxaneya Perwerde û Lêkokînê bi avê tije bû û nexweşxaneyê sê saetan nekarî xizmetê bide. Cadeyên sereke yên navendê û kolan bi saetan nehatin bikaranîn. Xuya bû ku ji karesata lehiyê ya 2006’an ders nehatine girtin û binesazî nehatiye xurtkirin. Di encama lehiyê de li navenda bajêr xesarên mezin çêbûn û mal û kargeh nema dikarin bên bikaranîn.” 
 
‘SEDEMA KARESATÊ BAJARVANIYA ÇEWT Û PLANÊN XELET ÊN ÎMARÊ YE’ 
 
Bi domdarî Tuzun, got ku welatî bi dervetên xwe av û heriya di mal û kargehên xwe de derdixîni. Tuzun, ev tişt anî ziman: “Di çavdêriyên piştî lehiyê de xuya bû ku di nava ava lehiyê de beravêtiyên petrolê hene. Xesareke mezin gihişt binesaziyê û heriya li ser rêyan ji bo tenduristiya gel xetereyeke mezin e. Rûbarê Girê Savaro bi salan dirêj rêgeha xwe parast û ava xwe li ser Rûbarê Ilûhê dirijand Çemê Êlihê. Lê bajarvaniya çewt û planên îmarê yên xelet herikîna xwezayê guherand û rê li ber karesatê vekir. Menfeza di rêgeha Girê Savaroyê hatiye çêkirin kir ku ava rûbar bi ser de biavêje û bibe sedema canê welatiyan.” 
 
HIŞYARÎ GUHDARÎ NEKIRIN!
 
Di berdewamê de Tuzun daxuyand ku ji ber îmarê li ser navenda bajar û derdora wê xetereyeke mezin a lehiyan heye û wiha pê de çû: “Navenda bajar rast e û rûbarên di nava wê de derbas dibin ji ber îmarê hatine girtin. Vê jî rê li ber karesatê vekir. Avên ji quntarên Çiyayê Kirayê û Bati Rimanê tên, li ser rûbarên navenda bajar diherikîn Çemê Êlihê. Ji ber şewitandin û valakirina gundan ên salên 90’î, welatiyên me neçar ma ku li dora Rûbarê Iluhê bi cih bibe. Her carê taxên li dora vî rûbarî lehî çêdibin û ziyanên mezin dide. Di rapora sala 2006’an a TMMOB’ê û di rapora AFAD’ê ya sala 2021’ê de ev tespît û hişyarî hatibûn kirin. Lê saziyên têkildarî tu tevdîr negirtin.” 
 
BANGA ÎSTÎFAKIRINÊ LI RAYEDARAN KIR
 
Tuzun, da zanîn ku ji bo bajarvaniyeke bitendurist û birêkûpêk hewcehî bi polîtîkayeke pêşiya xizmetê vedike heye û wiha bi dawî kir: “Lê feraseta qeyûm rê li ber hilberandina vê polîtîkayê girt. Ev feraseta rêveberiyê li hemberî pirsgirêka binesaziyê sersar tevgeriya û gel terkî qedera xwe kir. Hewceye rayedarên ji vê karesatê berpirsyar tavilê îstîfa bikin. Em careke din dibêjin ku rêveberiyên qeyûman xizmetê ji bajarên me re nakin. Divê herêmên lehî lê çêbûne weke ‘Herêmên Karesatê’ bên ragihandin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê jî divê xebatên pêwîst bên destpêkirin. Divê analîzên ava vexwarinê bên kirin, pêdiviyên gel bên pêşwazîkirin. Banga me ji bo rayedaran ew e ku dev ji polîtîkayên rantê û xistina bin tehekûma xwe ya xwezayê berdin.”
 

Sernavên din

24/11/2023
11:29 Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ozdemîr: Divê wezaret rê nede bêhiqûqtiyê
11:11 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:07 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirn
10:53 Çîçek: Peyama gelê kurd a bi Meşa Azadiyê zelal e
10:51 Agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir
10:30 Li Wanê xebatên projeya ‘Ji Çaran Çar, Jin Huner’ dest pê dikin
10:10 Li Îranê ciwanek hate darvekirin
10:03 Li gorî jinan sedema zêdebûna tundiyê necezakirine
09:38 Li Dîlokê êrişî dawetekê kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
09:37 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'Qanûna Malbatê'
09:35 Baxçeyê ku 4 milyon lîre mesref lê hate kirin ev 5 sal in şîn nebûye!
09:07 Ji ber “poşmantî” qebûl nekir, berdana wî 6 mehan taloq kirin
09:06 Rojnamevanên jin di têkoşînê de bi biryar in: Her ku ziman diguhere feraset jî diguhere
09:05 Zanyara siyasetê ya misirî Attîa: Têkoşîn dirêj e, lê em ê têbikoşin
09:03 Ji wezîr bersiva der barê êrişên 'kiryar diyar' de: Tê lêpirsînkirin!
09:02 Aktîvîsta mafên jinan Ozgokçe: Divê em rêbazên têkoşînê yên cuda bibînin
09:00 Îlaca çandiniyê ku li gelek welatan qedexe ye li Tirkiyeyê tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:43 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
23/11/2023
22:07 Hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 14 hezar û 854'an
20:44 Doza Kobanê: Dozger nikare tenê delîlekê jî nîşan bide
18:11 Li Meletiyê bi pileya 5,2 erdhej çêbû
18:04 Yildirim: Ji ber tirsa ji felsefeya jinê tecrîdê giran dikin
16:57 Cezayê hefsê li rojnamegerê nûçeya îdiayên bertîlê çêkirî hate birîn!
16:42 Îrmez ê HEDEP’î: Ji bo şer rê heye, ji bo gundan rê nîne
16:17 Karkerê di bin kana madenê de mabû hate veşartin
15:50 TMMOB: Tevdîrên nehatin girtin rê li ber karesatê vekirin
15:49 4 kesên ji ber bîranîna Çayan hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:28 Jinan ji bo meşên 25’ê Mijdarê bang kirin
15:00 Îzmîr dê ji bo ‘edaletê’ bimeşe!
14:43 Binçavkiriyên ESP û SGDF’î dest bi greva birçîbûnê kirin
14:23 Li 13 girtîgehan berdana 28 girtiyan hate taloqkirin
14:02 Hatîmogûllari: Îktîdarê mexdûrên erdhejê neçar kir ku koç bikin
13:56 Hatîmogûllari bi jinên defneyi re civiya: Em ê vê birînê bi hev re derman bikin
13:53 HEDEP’ê ji bo Peymana Stenbolê banga civînê li Meclisê kir
13:36 MEBYA - DER a Şirnexê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:28 Li Mîdyadê ji ber cînayeta Yeşîlmen polîsek hate binçavkirin
13:26 Umît Ozdag, protokala ‘veşartî’ ya bi Kiliçdaroglû re îmze kiribû parve kir
12:35 Cenazeyê murettabakî din hate dîtin
12:29 Şaredariyên Mûş û Tetwanê û VASKÎ di çirava deynan de ne
12:03 Şanoya Bajêr a Amedê li Stenbolê derdikeve ser dikê
12:02 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:00 Şeva dapîr û 3 nevî ji ber paşgûhkirinê jiyana xwe ji dest dan vegot
11:40 Bakirhan: Pêdiviya vî welatî bi aştî û belavbûna tifaqa dijkurd heye
11:30 Doza Tûglûkê bi hinceta ‘sûcdarî dubare ye’ hate redkirin
11:07 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûmê Mêrdînê neguhêzbar firot û MARSU di çirava deynan de ye
11:04 Dadgeha Bilind navê HEDEP’ê qebûl nekir
10:37 Jin dê li dijî tundiyê di 25’ê Mijdarê de li Mecîdiyekoyê bicivîn
10:31 Jinên dêrsimî dê li dijî polîtîkayên şerê taybet bimeşin
10:18 Li Enqereyê ji heman malbatê 2 jê zarok 5 kes hatin qetilkirin
10:17 Akademiya Helîn Hasret Şen dê binpêkirinên li dijî zarokan lêkolîn bike
09:47 Li Sêrtê di madenê de hezaz çêbû: 3 karkeran jiyana xwe ji dest da
09:46 Helbestvan Fadil Ozturk ê hat binçavkirin: Armanc afirandina civakeke kole ye
09:45 'Çavkaniyên welêt ji bo şer tên xerckirin'
09:28 Saziya lêkolîn û parastina kevneşopî û çanda gelan: Pargîn
09:27 Serhildaneke li dijî pergal, dewlet û feraseta mêr: Dengbêjî
09:15 Li Wargeha Jinan di nav xwarinê de cixare derket!
09:13 Li Êlihê ji ber lehiyê xetereya şewbê
09:09 Rêvebera Rosayê Nazlier: Ya hedef tê girtin îtiraza jinê ye
09:09 Ji Yewnanistanê peyama 25'ê Mijdarê: Em dikarin bi hev re vê çerxê bidin sekinandin
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2023'YAN
22/11/2023
21:31 Bi çekê gef li Çîftyurek ê HEDEP’î hat xwarin
21:27 Li Silopiyayê panela 'Tecrîd û Qirkirina Jinan'
20:46 Li ber NY’yê li dijî tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê
17:13 Jinan rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nîqaş kirin
16:59 Endamên ESP’ê û SGDF’ê bi hinceta ‘îxbarê’ hatine binçavkirin
16:58 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî ya têkildarî qeyûmê Şaredariya Wanê
16:15 Nelirêtiyên qeyûman hatin vegotin: Şêlandina herî modern a sedsala 21'emîn
15:47 Rêxistinên elewiyan çûn serdana HEDEP'ê
15:44 Li Îranê jina ev 7 meh in dernaxin dadgehê dest bi greva birçîbûnê kir
14:57 Gotinên nîjadperest ên bi xwendekarên kurd dabûn gotin bû rojev
14:13 DBP’e encamnameya civînên xwe eşkere kir
13:45 Li Stenbolê du jin hatin qetilkirin
13:31 Di doza îşkenceya bikûçik de piştî rapora ‘qisûr nîne’ dozgerî daxwaza beraetê kir
12:59 Rewşa tenduristiyê ya Tanhan giran e
12:44 Tuzun: Tevî hişyariyên di rapora AFAD’ê de jî tu tevdîr nehatin girtin
12:08 Babayîgît ê malbata wî ji jiyana wî bi fikar bû bi parêzerê xwe re hevdîtin kir
12:01 Bakirhan: Stratejiya me ya hilbijartina herêmî dê gel bin
11:48 Dewleta tirk zozanên Sîdekanê bombebaran kir
11:11 Tevî lihevkirina agirbestê jî Îsraîl û Hamasê gef li hev xwarin
11:09 Wezaretê ji bo birîna daran a li Zozanên Şênê parastina ‘rehabîlîtasyonê’ kir
10:43 Li Amedê bi ser malan de girtin: 8 kes hatin binçavkirin
10:22 Îsraîlê peymana dîlgirtiyan a bi Hamasê re qebûl kir
10:21 Şêniyên taxa ber bi ava lehiyê ket li benda piştevaniyê ne
09:45 Îstînafê cezayê cerdevanên ku 8 salan bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zarokekê kiribûn xera kir
09:39 Ji rojnameger Ehmed 29 roj in agahî nayên girtin
09:27 Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê perwerdehiya pir zimanî
09:20 Efxanistan bi qedexeyan veguherî dojehê
09:17 Me ji zilaman pirsa tundiyê kir: Ji ewil divê zîhniyet biguhere
09:15 Li Xarpêtê berdana 6 girtiyan hat astengkirin
09:12 Qeyûm rê xera kirin, dikandar bi destên xwe wan çêdikin
09:10 Li Wanê navnîşana fînala 25'ê Mijdarê Ezbercîler e
09:05 Fermandara YPJ'ê Kaxre: Em ji bo jinên cîhanê têdikoşin
09:02 Mukriyanî: 'Jin, jiyan, azadî' rê li ber tevgereke şoreşgerî ya ji netewebûnê wêdetir vekir
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2023'YAN
21/11/2023
21:43 Li Silopiyayê stand-up a bi kurdî
20:23 Banga ji bo 25’ê Mijdarê
20:21 Li Silopiyayê qeza: 2 kes mirin û 6 kes birîndar bûn
17:44 Hevserokên Giştî yên DBP'ê li Êlihê ne: Em ê gelê xwe muhtacî qeyûm nekin
16:25 Parlamenterên HEDEP’î li Meclisê Adan ê MHP’î protesto kirin