STENBOL - Fîgen Yuksekdag destnîşan kir ku li dijî êrişên zilamê serdest pêdivî bi tifaqake berfireh a jinan heye û got: “Dikare bi pêşengtiya jinan jiyaneke nû were avakirin. Dem dema avakirina tifaqeke ku bi berfirehbûnê re sînoran ji holê radike ye."
Jin li dijî tundiya mêr-dewletê, her qada ku tê de ne vediguherînin qadên têkoşîn û berxwedanê. Yekem qadên têkoşînê yên ku sînoran ji holê radikin girtîgeha in. Jinên ku ji ber têkoşînên xwe yên ji bo aştî, nasname û azadiyê dimeşînin di girtîgehan de tên ragirtin, rastî binpêkirinên mafan ên giran tên. Yek ji van jinên xwedî gotin û têkoşîna xwe li Girtîgehan Tîpa F a Kandirayê didomîne jî Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag e.
Bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî, me pirsên xwe ji Yuksekdagê re şandin. Bersivên pirsên me, ji ber şert û mercên girtîgehê, bi derengî gihiştin ber destê me. Yuksekdag, der barê qonaxa tevgera jinê ya ku hatiye û nêrînên xwe yên ser mijara bersivbûna jinan, ji ajansa me re parve kir.
‘JINAN DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDAN’
Yuksekdag, hemû jinên di 25’ê Mijdarê de ji bo azadî û mafên xwe daketine kolanan silav kir. Yuksekdag, diyar kir ku wê ji ber şert û mercên girtîgehê nekarî geşedanên der barê tevgerên jinan de baş bişopîne û ev tişt anî ziman: "Jinan dev ji têkoşînê bernedan. Serdestiya mêr, ji ber rastiya kesayeta ewqas êrişî mafên jinê dike. Desthilata AKP jî di qada aborî, siyaset, îdare, mafên civakî û her qadekê de dixwaze hebûna jinê ji holê rake. Desthilat di desthilatiya xwe ya 22 salan de dijminatiya jinan kir û tifaqa xwe ya nijadperest bi derdorên paşverû ve mezintir kir."
ÇARESERIYA PERGALÊ KOLETÎ YE
Yuksekdag, da zanîn ku pergala kapîtalîst û mêr, çareseriyê di zêdekirina zext û ferzkirina koletiyê de dibîne û wiha domand: "Derketina ji Peymana Stenbolê, dewleta ku jinê bi awayeke çalak ji tundiyê naparêze, dadgeriya ku kujeran diparêze, çavberdana mafê nefeqe û temînata mafên civakî ji heman ferasetê tên. Jinên ku li dijî sînorên ji wan re hatine diyarkirin derdikevin, yên nabin hevjîn û dayik û li ber xwe didin, ji hêla desthilatê ve weke dijmin tên hesibandin. Jinên kurd û jinên Rojhilata Navîn, di bin şert û mercên giran de têdikoşin. Rola jinan di pêvajoyên dîrokî de gelek girîng e. Şoreşa Rojava tevî ku di nava xwe de, ji hêla maf, azadî, têkoşînê bêderfetiyên mezin hewandin jî, heqîqeteke bi mûcîzeyan re tije ye. Yên ku têkoşîneke bi bername dimeşînin û jinên pêşengtiya têkoşînê dikin, baş nîşan dan bê ka serkeftin çawa dibe. Jinên kurd bi 'Jin, jiyan, azadî' li hemû herêmê deng vedan û jinên Îran û rojhlatî, piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildanek bi pêş xistin. Encamên van têkoşînan dê bandora xwe hem wek herêmî hem wek çandî di rojên pêş de nîşan bidin.”
‘DIVÊ TÊKOŞÎN ÊRIŞAN BÊBANDOR BIKE’
Yuksekdag, bal kişand ser zilm, hilweşîn û êrişên li dijî mafên jinan ên li Filistîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev nirxandin kir: "Divê 25’ê Mijdarê bibe bersiva hemû êrişên tundî, dagirker û mêtinger. Dagirkeriya DAIŞ’ê, bermayiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên DAIŞ’ê, êrişên herî bêexlaq, zayendîparêz pêş dixin. Li Xeze, Şengal û Mexmûrê ji heman rewş heye. Tevî ku mewziyên tevgera azadiyê bibingeh in jî, ji bo êrişan têrî bersivbûnê nake. Divê têkoşîn li gorî êrişên bîrdozî û texrîbata wan were li dar xistin. Divê em li ser mijara tevgerên jinan ên perçeyî jî bisekinin. Mînak hemû jin dikarin ser mijara tundiyê hevpariyekê bikin, lê ev çima nayê kirin? Asta tevgerên jinan ev demeke dirêj e di asta herî berfireh de ye. Kampanyayeke ku berê xwe bide armancekê û heya wê armancê pêk tîne, nîn e. Tevgerên jinan ên li Tirkiye û Kurdistanê, berdin êrişan heyî bêbandor bike, têrî parastina destkeftiyan nake."
‘PÊDIVÎ BI TIFAQEKE BERFIRAH HEYE’
Yuksekdag bal kişand ser êrişên tifaqa mêr û dorpêçkirina jiyanê û wiha bi dawî kir: "Tevî van êrişan, bi awayeke cudatir nêzî pêvajoyê bûn, jinan bê parastin dihêle û li paş dixe. Li dijî tundiya ser jinê, hewcehî bi têkoşînê û tifaqeke lezgîn û bibandor heye. 25'ê Mijdarê ji bo ku em xwe bigihînin civakeke bêşer, bêtundî, û bêyî mêtinger rêberek e. Dema vîn û siyaseta ku hembêza xwe berfireh vedike, hemû jinan di nava xwe de dihewîne, tîne cem hev û sînoran nas nake ye. Em jinên dîlgirtî bixwazin jî nikarin dengê xwe bigihînin dengê we lêbelê têkoşîn li her derekê ye. Em têkoşîna xwe tev li ya we dikin. Em di her qadekê de, di nava mewziyên xwe de, li dijî qetlîamên jinan, şer, tundî û tecrîdê dibêjin ‘Jin, jiyan, azadî’.”
MA / Esra Solîn Dal