AMED - Di çalakiyên Malbatên Windakiriyan û ÎHD’ê yên Amed û Êlihê de aqûbeta Ender Togcû yê dema di sala 1994’an de kekê wî di bin çavan de qêrîna wî bihîst û faîlên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê beriya 8 salan hatiye qetilkirin hate pirsîn.
Xizmên Windakiriyan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 773’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Beşdarên çalakiyê wêneyê windayan hildan û pankarta ku wêneyên windayan li ser e jî li erdê raxistin. Xizmên windayan, endam û rêvebirên ÎHD’ê, endam û hevserokên HEDEP û BDP’ê yên Amedê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Ender Togçû yê ku di 29’ê kanûna 1994’an de li navenda Amedê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn.
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê axivî. Yilmaz çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyan bi bîrxist û ev tişt got: “Girtiyên li Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Em difikirin ku divê desthilatdariya siyasî guh bide van çalakiyê girtiyan ku daxwaza rakirina tecrîda li ser girava Îmraliyê û daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk. Diyar dike ku şert û mercên neyînî yên ku bi salan e girtiyên nexweş tê de dijîn, bûye sedema binpêkirina mafan. Bi giştînameyên ku ji aliyê Wezîrê Dadê ve ji bo girtiyên nexweş hatine dayîn, ne di pozîsyona çareserkirina pirsgirêkên heyî de ne. Em dixwaz dikin ku şert û mercên girtîgehê li gorî şert û mercên gerdûnî bên çêkirin û bicihanîn.”
Çîroka serpêhatiya winda Togçû jî endamê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz xwend.
Serpêhatiya winda Togçu wiha ye: “Ender Togçu yê ku zewicî ye û bavê zarokekî ye, di 29’ê Mijdara 1994’an saet 15:00’an de ji birayê xwe yê mezin Alî Togçu re dibêje ku ew ê biçe cem hevjîna xwe ya ku li nexweşxanê ye û jicem birayê xwe diçe. Lê dayika Ender Togçu ku wê rojê li nexweşxaneyê li ber hevjîna wî bû got ku wê rojê Togçu qet neçûye nexweşxaneyê. Heman rojê bi şev saet di 22:30’an de 7-8 polîsên bi cil û bergên sivîl bi ser mala bavê Togçu de girtin. Di dema ser girtina malê de polîsan li bavê Togçû, Huseyîn Togçû û birayê wî yê biçûk xistin. Polîs dema li Huseyîn Togçu dixistin pirsa kurê wî Togçu li kuye jê kirin. Huseyîn Togçû ji ber tirsa polîsan got ku Togçu 3 roj berê çûye Kayseriyê cem mamê xwe. Li ser vê yekê polîs ji malê derketin û gotin, "Kurê te di destê me de ye, em ê di nava 3 rojan de wî mirî bidin te."
Polîs piştî ji malê derketin çûn mala kekê Togçû, Alî Togçû û bi heman awayî ji Alî jî pirsa Togçû li ku ye kirin. Alî ji polîsan re got ku wî herî dawî seat derdora 15:00'an de birayê xwe dîtiye. Li ser vê yekê polîs Alî jî bi xwe re anîn û caredin hatin mala bavê wî û ji bavê wî re gotin ku; "Di mala te de çek heye, tuyê wê çekê bidî me.” Polîs ketin nav êzingxanê û çekê derdixin. Polîs dibêjin ku Togçû ji wan re got ku çek di wir deye. Polîsên ku saet di 24:00'an de ji malê derketin heman şevê dîsa hatin malê û bi bavê Togçu Huseyîn Togçu girtek îmze kirin. Polîs beriya ku biçin, ji cîranê li hember jî pirsa Togçu li kuye kirin. Li ser pirsa polîsan cînaran got, “Em Togçu nas nakin û cihê wî nizanin.” Polîsan ji bo Togçûyê ku berê leşkeriyê kiribû got, "Ji ber ku Togçû leşkeriyê nekiriye em lê digerin” û ji wir çûn.
DI BIN ÇAVAN DE QÊRÎNA TOGÇÛ DIBIHÎZE
Roja piştî bûyerê keke Togçû, Alî dema li qehwexaneyê rûniştibû ji aliyê polîsên Qereqola Çarşiyê ve ji qehwexaneyê binçavkirin û 3 roj di binçavan de hat girtin. Ji birayê wî tê pirsîn ku Togçû li ku ye. Dema birayê wî dibêje ez nizanim li ku ye, polîs dibêjin, “derewan neke, me ew girt û lîsteyek li ser wî heyet ê de buhayê radyo û bataryayê nivsandîne.”Li gorî agahiya ku bavê Togçû, Huseyîn da, dema birayê Togçû dibin çavande bûye qîrîn û dengê Togçû bihîstiye. Birayê wî di roja sêyemîn de li ser rêya Erganiyê ji binçavan hat berdan.
Bavê Togçû, Huseyîn piştî ku kurê wî di binçavan de hat windakirin her meh serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlekariya Dewletê da. Her tim bersiva qeyda Togçû ya di binçavande winda bûye tüne û nehatiye binçavkirin hat dayîn. Keke wî dîsa bi devkî serî li Qereqola Çarşiyê dide. Lê tevî ku 25 sal derbas bûye û hemû hewldanan jî der barê aqûbeta Ender Togçû de tu agahî tune.”
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Malbatên Windakiriyan û ÎHD li Êlihê jî di hefteya 608’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” de wêneyê windakiriyan hate hilgirtin. Malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endamên Şaxên OHD’ê û MEBYA-DER’ê yên Êlihê, endam û rêveberên HEDEP û DBP’ê tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîl Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling a li navçeya Sûr a Amedê hate qetilkirin, hate pirsîn.