Doza Vartînîsê bi hinceta demborînê hate betalkirin

  • rojane
  • 13:31 4 Kanûn 2023
  • |
img

ENQERE -Dadgehê di Doza Vartînîsê de ku ji di sala 1993’yan de ji heman malbatê qetilkirina 9 kesan hatibû vekirin de biryara xwe da. Dadgehê bi hinceta demborînê biryara betalkirina dosyayê da. 

 
Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li bajarokê Vartînîs ê navçeya Til ê Mûşê avahiyek hatibû şewitandin û ji heman malbatê 9 kes hatibûn qetilkirin. Têkildarî komkujiyê doz hatibû vekirin û piştî biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind, doz jinûve hatibû destpêkirin. Danişîna biryarê ya Doza Vartînîsê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hate lidarxistin. 
 
Di komkujiyê de ji malbatê tenê Aysel Ogut rizgar bûbû û li gel hevjînê xwe Abdullah Ogut bi sîfetê gilîker tev li danişînê bû. Di heman demê de Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Mûşê Sumeyye Boz, Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HEDEP’ê Nûray Ozdogan, endama MYK’a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, nûnerên Navenda Hafizeyê, ji parêzerên dosyayê Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, parêzerên endamên Baroya Enqereyê û endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ozgur Yaldiz jî di danişînê de amade bûn. 
 
DOZGER XWEST DOSYA BETAL BIBE
 
Dozgerî di danişînê de mutalaaya xwe pêşkeş kir. Dozger, got ku divê wisa neyê fikirîn ku tekane erkdarê ku fermana şewitandina gund dayî sepelê fîrarî bersûc Bulent Karaoglû ye û xwest ku ji ber dema bi ser dosyayê re derbas bûye dosya bê betalkirin. 
 
PARÊZER: JI BO SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ DEMBORÎN NÎNE 
 
Piştî mutalaayê, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz mafê axaftinê girt û xwest mudaxilî dosyayê bibe. Ozaras, diyar kir ku li Vartînîsê sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye kirin û di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nîne. Ozaras xwest ku mutalaa neyê qebûlkirin. Piştre jî parêzerên Baroya Enqereyê jî di heman çarçoveyê de axivîn û gotin ku ev dosya nakeve ber demborînê. Di heman demê de xwestin beşdarî dosyayê bibin. 
 
Şandeya dadgehê daxwaz nirxand û bi hinceta merheleya dosya gihiştiyê ev daxwaz red kir. 
 
AYSEL OGUT: MALBATA MIN LI PÊŞ ÇAVÊN MIN HATE QETILKIRIN 
 
Şandeya dadgehê li dijî mutalaayê mafê axaftinê da Aysel Ogut. Ogut, wiha got: “Tekane tişta ez ji we dixwazim edalet e. Bila heqê malbata min li erdê nemîne. Malbata min li ber çavên min hate qetilkirin. Ez dixwazim ev kujer bê girtin. Ez heqê xwe ji ewil hewaleyî xwedê û piştre jî we dikim.” 
 
PARÊZER KARAÇELÎK: DOZEKE KU DIKARE LI ALMANYAYA NAZIYAN BÊ DÎTIN 
 
Ji parêzerên dosyayê Kadîr Karaçelîk jî got ku zêdetirî 30 sal in ji bo vê dozê lêgerîna edaletê heye û wiha pê de çû: “Di danişîna ewil a vê dozê de me 5 saetan li ser usûlê nîqaş kir. Divê em ji hêla hemwelatî, parêzer û rêxistina hiqûqê ve li vê dozê binêrin. Gelo dema zarok mirin, dema mirov hatin qetilkirin em ê mafên mirovan çawa biparêzin? Senaryoyên wiha di fîlmên şer de hene. Aysel û malbata wê ji bo me tiştekî din îfade dikin. Tişta ku Ayselê jiyayî, ne tiştekî wisa ye ku xelkê vî welatî xemsar nêz bibe. Em tevek dizanin bê ka li Vartînîsê trajediyeke çawa hate jiyîn. Ev doz dozeke wisa ye ku dikare li Almanyaya Nazî bê dîtin. Divê Bulent Karaoglû di wijdana cemaweriyê de bê mehkûmkirin. Bi awayeke eşkere li faîl nehat geriyan û gotin ‘firarî bûye.’ Ji ber ku kiriyar dikeve çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê, em vê biryarê qebûl nakin.” 
 
‘BERSÛC BI RÊYA HÊZA CEMAWERIYÊ HATIN PARASTIN’ 
 
Parêzer Fûat Ozgul jî wiha got: “Ev dosya nakeve ber demborînê. Tevî ku ev doza terorê nîne jî bi îdiaya ‘komkujî ji hêla terorîstan ve hate kirin’ lêpirsîn hate destpêkirin. Bi dehan kesên eleqeya wan bi bûyerê re nebûn hatin binçavkirin. Yên hatin girtin jî beraet kirin. Lê derheqê faîlê rast de tu lêpirsîn nehatin destpêkirin. Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ji ber hewldana ‘gelo dikarim çawa ji vê dosyayê xelas bibim’ neket nava tu hewldanan. Ji bo demborîna 20 salan demekî pir kin mabû ku Serdozgeriya Komarê doz vekir. Em tev li mutalaaya dozger nabin. Hêza cemaweriyê derheqê bersûcan de lêkolîneke baş nedan destpêkirin. Ev kes ji hêla hêza cemaweriyê ve hatin parastin. Di dema demborîna 20 salan de hewceye demên hatine sekinandin lê werin zêdekirin. Di vê rewşê de dîsa tê dîtin ku dosya ber demborînê nakeve.” 
 
‘DI VÊ MESELEYÊ DE NE TENÊ BERSÛC, ZÎHNIYETEK JÎ HEYE 
 
Endamê OHD’ê Ozgur Yaldiz jî anî ziman ku ew tev li mutalaayê nabin û wiha derbirî: “Ji ewil got ku bersûc derketiye derveyî peywira dewletê jê re diyar kiriye. Û we gotibû ku divê teqez hinek kes bên cezakirin. Em qala kesekî ji ber hêrsa xwe çûy komkujî kiriye nakin. Li vir zîhniyetek heye. Bi tena serê xwe têr nake ku di vê dosyayê de tenê Bulent Karaoglû bê darizandin. Di dosyayê de sûcekî hatiye kirin heye. Dixwazim dosya di çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê de bê nirxandin.” 
 
DAXWAZA SERLÊDANA SÛC
 
Parêzer Nûray Ozdogan jî daxuyand ku di Komkujiya Vartînîsê de ji bilî du kesan, tevahiya qurbaniyan zarok bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku zarok nehatin parastin û mafê jiyanê yê zarokan hate binpêkirin, berpirsyartî dikeve ser mewzûatên navneteweyî û dadgehê ku vî sûcî ronî bike. Ez dixwazim ku dadgeh ji ber negirtina bersûc û meqamên îdarî yên ferman dane hêzên ewlekariyê, serlêdana sûc bike. Her wiha dixwazim têkildarî bersûc ji yekîneyên îstîxbaratê agahî bên xwestin û komkirina delîlan bidome.”
 
GOTINÊN PARÊZERÊN BERSÛC RÊ LI BER RAGEŞIYÊ VEKIR 
 
Parêzerên bersûc jî di îfadeyên xwe de biisrar gotin bûyer ji ber “pevçûna bi PKK’ê re derketiye” û bav Nasir Ogut weke “sîxûr” pênase kirin. Ji ber van gotinan di danişînê de rageşî derket. 
 
Parêzerên din ji parêzerên bersûc re gotin “Hûn sînorên parastinê derbas dikin.” Aysel Ogut jî bertek nîşan da û got: “Hûn derewan dikin.” 
 
DOZ HATE BETALKIRIN 
 
Şandeya dadgehê piştî parastinan mutalaaya dozger nirxand. Şandeya dadgehê got ku bi ser demborîna dosyayê re 2 meh derbas bûne û biryara betalkirina dosyayê da. 

Sernavên din

14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Têkildarî rewşa girtiyan li Amedê daxuyanî tê dayin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist HATE NÛKIRIN
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin