Maçoglû: Ji bo dîtina şahidan hindik mabû dozger êdî îlanê bide rojnameyan

  • rojane
  • 16:53 4 Kanûn 2023
  • |
img
ENQERE - Parêzer Kenan Maçoglû bal kişand ser bêhiqûqtiyên di dema amadekirina dosyaya Doza Kobanê û wiha got: “Dozgerê lêpirsîn Ahmet Altun ji bo peydakirina şahidan hindik ma bû êdî îlanê bide rojnameyan.” 
 
Nişîna 44’emîn a Doza Kobanê ku 18 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Rûniştina danişînê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û xizmên girtiyan tev li danişînê bûn. 
 
Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û bi parastina parêzer Kenan Maçoglû berdewam kir. 
 
HEWLDANA AHMET ALTÛN A JI BO DÎTINA ŞAHIDAN 
 
Parêzer Maçoglû qala bêhiqûqtiyên di pêvajoya ewil a lêpirsînê de derketin holê vegot û wiha got: “Ji bo peydakirina şahidên eşkere û nepen hema ew mabû ku dozger Ahmet Altun îlanê bide rojnameyan. Hewldanên wî bi peydakirina şahidê nepen Mahîr biencam bûn. Beriya îfadeya şahid Mahîr a ji 5 rûpelan pêk tê, Altûn û TEM’ê amadekariyên xwe kiribûn. Hewcehî pê nedîtine bipirsin bê ka wî bi xwe xwestiye îfade bide yan hinek kesan ew anîne. Şahidên eşkere û nepen ên din jî li emniyetê hatibûn teşhîskirin. Di îfadeya Mahîr de jî herî kêm 15 teşhîs hatine kirin. Lê belê teşhîsa wêne nekiriye. Çima nehatiye kirin? Ji ber ku bi kelecan bûn. Ji ber ku cara ewil şahidekî nepen peyda kirin. Peywirdarên emniyetê jî bi kelecan bûn û hewcehî bi teşhîsê nedîtin. Ji bo pêvajoya lêpirsînê şahideke nepen bi tena serê xwe kêm e. Lewma dozger kete nava hewldanên nû. Tenê li ser îfadeyên şahidekî nepen hukm esas nayê girtin.” 
 
‘ÎFADEYA JI 328 RÛPELAN PÊK TÊ ÇAWA DI ROJEKÊ DE HATE GIRTIN?’ 
 
Bi domdarî Maçoglû da zanîn ku îfadeyê şahidê eşkere Kerem Gokalp û yên şahidê nepen Mahîr hema hema wekî hev in û wiha pê de çû: “Ev kes şahid nînin. Ev, îfadeyên îstîxbarat û emniyetê ne. Di çileya 2020’an piştî îfadeyê Kerem, di 4’ê adara 2020’an de îfadeyên şahidê nepen Ulaş û şahidê eşkere Muhammed Zengîn hatin standin. Me ji Zengîn pirsa ‘îfade çawa hate girtin?’ kir. Got; ‘me serê sibehê dest pê kir û heta şevê qediya.’ Lê di heman rojê de îfadeyê Ulaş ê ji 328 rûpelan pêk tê hebû. Mirov nikare vê îfadeyê di 5-6 rojan de bigire. 
 
YÊN KU BIRYARA KOMPASÊ DAN Û PÊK ANÎN 
 
Şahid Merdan Ruştu Ovalioglû jî bêyî parêzer îfade daye dozgeriyê. Îfadeyên wî yên li emniyetê û dadgeriyê hev nagirin. Maçoglû, diyar kir ku îmzeya peywirdarê Şaxa TEM’ê ku di bin îfadeya şahidê nepen Ulaş a di 4’ê adara 2020’an de hebû, di bin îfadeyê şahidên din ên nepen û eşkere de jî heye. Kesên biryara kompasê dane û mekanîzmaya wê heye. Weke komeke li Qesrê, wezîrê karê hundir ê berê Suleyman Soylu, Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman û Navenda Giştî ya MHP’ê. Yek ji kesên di mekanîzmaya biryaran bi cih tîne cih digire jî ew memûrê li Şaxa TEM’ê ye. Mîna Ahmet Altûn. Koma li Qesrê hêj li cihê xwe ye lê muxatabê yekser Soylu hate tesfiyekirin. Yuksel Kocaman bû endamê Dadgeha Bilind lê têkiliya Soylu, Midûrê Emniyeta Enqereyê Servet Yilmaz û Ayhan Bora Kaplan derket holê. Di çarçoveya dosyaya Ayhan Bora Kaplan de herî kêm 10 midûrên emniyetan ji peywirê hatin dûrxistin. Midûrê Şaxa Ewlehiyê çima hate dûrxistin? Koma li Emniyeta Enqereyê hewl da bi rêya vê dosyayê qirêjiya xwe veşêre. Lewma ewqas êrişkar bûn.” 
 
DAXWAZA TEHLIYEYÊ 
 
Maçoglû got ku derheqê siyasetmedar Nazmî Gur de îfadeyên tu şahidên eşkere û nepen tune ne û xwest bê teyliyekirin. 
 
Piştî îfadeyên Maçoglû, dadgehê heta sibe saet 10.00’an navber da. Rûniştina sibe dê bi parastina Pervîn Oduncu bidome. 
 

Sernavên din

11:35 Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan daxuyaniyê dide ZINDÎ
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçberan dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike
16:10 Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn
15:35 Gundiyên tev li civîna ÇED’ê bûn projeya GES’ê red kirin
15:18 ‘Yên aştiyê dixwazin bila operasyonan bidin sekinandin’
15:08 Serdanên ji bo şîna Onder didomin: Em ê têkoşîna Onder mezin bikin
14:15 Tengîoglû ê êrişî Ozel kiribû hate girtin
13:42 Di febrîqeya ardî de teqîn çêbû: 7 kes birîndar bûn
13:33 Li Dêrsimê 2 kes hatin binçavkirin
13:30 Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin
13:29 Serokê AKP’î di şîna Onder de got: Dê hewldana Kekê Sirri bi ser keve
13:28 Tehliyeya Tekîn ê 30 sal in girtî ye 11 mehan hate taloqkirin
13:28 Şîna ji bo Onder hatiye danîn di roja duyemîn de didome
13:27 Posterê Onder li navenda giştî ya DEM Partiyê hat daliqandin
12:22 Li Colemêrgê gundiyan li dijî madenan çalakî dan destpêkirin
11:43 Di doza rojnameger Nûrcan Yalçinê de dê li şahid bê guhdarîkirin
11:32 Doza 3 rojnamegeran hate taloqkirin
11:26 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Danişîna doza rojnameger Topaloglû hate taloqkirin
10:37 Cengîz Çîçek: Em dikarin di şexsê Onder de aştiyê civakî bikin
10:26 Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin
10:24 'Em ê têkoşîna Sirri Sureyya Onder bidomînin’
10:09 Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin
09:52 Dayika girtiyê bertek nîşanî bicihkirina kamerayan da: Kiryareke bêrûmet e