AMED - Duyemîn danişîna doza edîtorê MA’yê Abdurrahman Gok ku kêliya qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut kişandibû, dest pê kir.
Duyemîn danişîna doza edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok ku di Newroza 2017’an a Amedê de kêliya qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ji hêla polîsan ve kişandibû, dest pê kir. Doz, li ser îfadeyên şahidê eşkere hatibû vekirin û Gok bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” tê tawanbarkirin. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Rojnameger Gok û parêzerê wî di danişînê de amade bûn.
Malbata Gok, nûnerên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), DÎSK Basin-Îş, Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA), Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS), Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat (GGC) û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî danişînê dişopînnin.
Şahidê eşkere Umît Akbiyik jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.