RIHA - Akademîsyen Kerem Altiparmak diyar kir ku otorîteyên populîst hiqûqê ne ji bo parastina maf û azadiyên kesên din lê ji bo parastina xwe weke amûrekî bi kar tînin.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Rihayê di çarçoveya çalakiyên 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê de bi sernavê “Di serdema otorîteyên populîst de axaftina li ser mafên mirovan” li dar xistin. Panel, li Baroya Rihayê hat lidaxistin û akademîsyen Kerem Altiparmak weke axêver tev li bû.
Altiparmak, sepanên sereke yên rejîmên otorîteyên populîst, siyaseta roja me û geşedanên dawî yên di qada darazê de vegot. Têkildarî şêweyê bicihanîna mafên mirovan de Altiparmak diyar kir ku divê li gorî mottoya “Em ê qeydê di serî de diyar bikin û piştre pê bikin” were tevgerîn û wiha domand: “Pênaseya mafên mirovan pir hêsan e. Wekheviya mirovan a li hemberî hiqûqê û fikra ku divê ev fikr ji bo hemû kesî heman be têgeheke nû ye. Di mafên mirovan de divê her kes xwedî heman mafan be û tu kes bi ser tu kesekî re nîne. Ev fikra lîberal, bi taybet jî piştî ku şerê sar di salên 90’î de bi dawî bû belav bû. Lê belê piştî ku rageşiya di navbera bîrdoziyan de bi şerê sar re bi dawî bû, ew valahiya çêbûyî bi mafên mirovan nehat tijekirin.”
LI TIRKIYEYÊ TÊGEHA ‘TERORÎZMÊ’
Bi domdarî Altiparmak bal kişand ser ziman û têgehên siyaseta Tirkiyeyê bi kar tîne û wiha pê de çû: “Têgeha ‘terorîzmê’ li Tirkiyeyê her ku diçe bêhtir bipirsgirêk dibe. Wateya terorîzmê her roj diguhere. Weke mînak; 10 sal berê li navenda bajar civîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat lidarxistin. Milet tev li bû heta name ji Meclisê re şandin. Lê 10 sal piştre dibe terorîzm. Lewma divê çavkaniya mafên mirovana serdestiya hiqûqê be. Otorîteyên populîst hiqûqê ne ji bo parastina maf û azadiyên kesên din lê ji bo parastina xwe weke amûrekî bi kar tînin. Otorîte û siyaseta populîst, rakirina pîvanên hiqûqê ji bo xwe weke karekî rewa dibînin.”
‘NAHÊLIN DARAZ SERBIXWE BIN’
Herî dawî jî Altiparmak ev tişt anî ziman: “Di otorîteyên populîst de ji hêzeke ku îktîdarê bisînor bike re qad nayê dayîn. Li gorî vê; zanîngeh û daraz xweser û serbixwe nabin. Heke serbixwe bibin dê ji van otorîteyan re bibêjin ‘hûn mafên mirovan û azadiyan binpê dikin.’ Lewma ev rejîm neçarin ku wan bisînor bikin.”