ENQERE - Di 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan de binpêkirina maf a herî giran li Îmraliyê tê jiyîn. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmacî, got: “Tecrîd li dijî çareseriya pirsgirêka kurd e. Kengî tecrîd were rakirin dê welat wê çaxê hêjayî jiyanê be.”
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (BM) di 10’ê kanûna 1948’an de Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kir. Ji wê dîrokê heta niha 10’ê kanûnê weke Roja Mafên Mirovan a Navneteweyî tê pêşwazîkirin. Di roja behsê xeberê de, li Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan ên herî giran tên jiyîn. Girtîgeha yek ji van cihên ku herî zêde binpêkirin tên jiyîn e. Di serî de raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rêxistin û saziyên mafên mirovan, vê rewşê piştrast dikin. Di tevahiya raporên tên amadekirin de tê destnîşankirin ku herî zêde mafê mirovan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên kirin. Ji Abdullah Ocalan ev 33 meh in tu agahî nayên girtin. Ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê tê meşandin û azadiya fîzîk ya Abdullah Ocalan, di girtîgehan de grevên birçîbûnê tên meşandin.
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci ser rewşa girtîgehan ji ajansa me re axivî.
‘GUH DAN DENGÊ BILIND DIBE’
Yazmacî, tecrîd weke ‘Sûcekî ku tu eleqeya wê bi maf û rûmeta mirov re tune’ pênase kir û diyar kir ku tecrîd û îşkence belavî tevahiya welat bûye. Yazmaci, wiha domand: "Di 27’ê mijdarê de li 104 girtîgehan greva birçîbûnê ya demkî û dorveger dest pê kir û niha li 106 girtîgehan berdewam dike. Li 74 navendên cuda yên cîhanê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk’ hate destpêkirin. Ji Kurdistanê guh dan dengê ku bilind dibe. Piştre girtiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakiyên grevên birçîbûnê, piştgirî dan vê kampanyayê.”
CPT YA KU 9 CARAN ÇÛYE ÎMRALIYÊ BÊDENG E’
Yazmaci, bi bîr xist ku gelek caran Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi Rêberê PKK’ê re hevdîtin kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtîgeha Girava Îmraliyê wekî ku birêz Ocalan di parêznameyên xwe de jî qal kiriye, ne girtîgeheke li gorî rêzikname û giştînameyan tê rêvebirin e. Ya ku CPT dike komployeke din e. CPT'yê bi Birêz Abdullah Ocalan re 9 caran hevdîtin pêk anî, rapora xwe ya îlona 2022’yan pêşkeşî Tirkiyeyê kir lê belê ji ber Tirkiye destûrê nade, nayê parvekirin. Tevî vê yekê CPT jî bêdeng dimîne. Plansaziya dewletê ya herî mezin ew e ku civakê biçewisîne û polîtîkayên xwe yên rantê domdar bike. Perçeyeke civakê van binpêkirinan mafan êdî weke ji rêzê digire dest. Lê belê yên ku deng derdixin jî hene. Yên ku li dijî vê yêkê deng derdixin gelek in û ev jî ji hêla me ve hêvî dide.”
PIŞTÎ 2015’AN BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE BÛN
Yazmacî, destnîşan kir ku piştî ku tecrîda li Îmraliyê hatiye girankirin, binpêkirina mafan zêdetir bûn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hûn pirsa ‘Gelo tu rojên ku hevdîtin dihatin kirin dixwazî yan van rojan’ bikî, her kes dê rojên ku hevdîtin dihatin kirin hilbijêre. Tecrîd di heman demê de li dijî çareseriya pirsgirêka kurd e û kengî rabe dê wê çaxê welat bibe ciheke hêjayî jiyanê. Di raporên 3 mehan ên salên 2012, 2013 û 2014’an de dora 200-300 binpêkirinên mafan dihatin tespîtkirin lê belê di mehên tebax, îlon û cotmehê yên îsal de şaxa me ya Enqereyê de 2 hezar û 291 binpêkirin tespît kir. Sala 2023'yan bû saleke ku têkoşîn û piştevanî mezin bû. Divê em di sala 2024’an de vî deng, bang û têkoşînê mezintir bikin.”