ŞIRNEX - Di qedexeya derketina derve ya li Silopiyayê de bi dehan kes li ber deriyên mala xwe bi guleyên sekvanan hatin qetilkirin. Malbatên wan 9 sal in ji bo edaletê têdikoşin û dibêjin: "Em ê wan rojan ji bîr nekin û li pey doza wan bimeşin. Kujerê zarokên me dewlet e."
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê li gel îlankirina "Xwerêveberiyê" di 14'ê kanûna 2016'an de qedexeya derketina derve de hat ragihandin. Li gel ragihandina qedexeyan li taxên Başak, Cûdî, Nûh û Ş. Harûn ji hêla leşker û tîmên taybet ên polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li ser girên navçeyê polîs û leşkerên sekvan hatin bicihkirin. Li taxan pêvçûnên dijwar qewimîn. Di pêvçûnan de 29 kes di encama gulebaranên hêzên dewletê de hatin qetilkirin. Piraniya wan jî li ber deriyên malan xwe hatin qetilkirin. Her wiha di êrişên dewletê de gelek mizgeft, navendên tenduristiyê û dibistan jî hatin rûxandin. Li gorî rapora ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve hatibû amadekirin, ji ber pevçûnên ku li navçeyê qewimîn 350 avahî xera bûn û wêran bûn. Her wiha di pevçûnan de hêzên dewletê boriyên avê teqandan û têlên ceyranê birîn. Navçeya ku ji hemû mafên rewa bêpar hat hiştin, di nav şert û mercên giran de li ber xwe da. Malbatên kesên ku di qedexeyên derketina derve de hatine qetilkirin 9 sal in li benda edeletê ne.
Malbatên ku zarokên wan di dema qedexeyê de hatin qetilkirin gotin ku kujerê zarokên wan dewlet e.
KURÊ WÊ LI PEY WÊ ÇÛ, HAT QETILKIRIN
Ciwanê bi navê Hidir Tamboga yê 18 salî ku ji bo biçe zanîngehê amadekarî dikirin, li ber deriyê mala xwe bi guleyekê hat qetilkirin. Dayika wî Zeynep Tambogayê anî ziman ku zarokên wan hedef hatine girtin û hatine qetilkirin û wiha axivî: "Baweriya me bi edeletê nayê. Heke edelet hebûya dê kujerên zarokên me di nava van 9 salan de eşkere bûbûna. Ma zarokên me çi kiribûn? Kurê min xwendekar bû. Kurê min amadekariyên ji bo zanîngehê dikirin. Ez wê rojê ji malê derketim çûm serdana xesuya xwe. Kurê min jî li pey min hat. Piştre gule li kurê min reşandin. Gule li sînga wî ket. Heta ku şimik pêyê kurê min de nebû. Serê sibehê saet di 7'an de kurê min hat qetilkirin. Heta ez saxbim ez ê li pey doza kurê xwe bim. Em şehîdên xwe ji bîr nakin. Ez kezeba xwe ji bîr nakim."
Dayik Tambogayê wiha domand: "Ev kujerên zarokên me li ber çavê me diçin û tên, ez pir aciz dibim. Ev dewlet çawa kujerên zarokên me tespît nake? Dizanin lê nabêjin. Çimkî dizanin ew gule ya dewletê ye û ji ber wê jî nabêjin. Xwedê heqê me li erdê nehêle. Ew kesên ku ew şandin ser serê me xwedê kezaba wan jî bişewitîne. Ez wan rojan tu carî ji bîr nakim. Cenazeyê kurê min birin nexweşxaneyê, nehiştin ez biçim bibînim. Ew kesên ku li Silopiya hatin qetilkirin hemû zarokên min in. Ev 9 sal in ku vê dewletê pirsek ji me nekiriye û negotine,'kurê we çi jê hat?' Heke tu dewlet bî û li ser hiqûqê hatibî avakirin çawa dibe ku tu pirsa van mirovan nakî?Te kurê min li ber deriyê min kuşt. Ev 9 sal in xelk dawetên xwe dike ez naçim temaşe bikim. Ji wê rojê heta niha ez nikarim kincekî xweşik li xwe bikim. Min soz daye ku ez ê negirîm. Ez ê hêstiran nebarînim da ku ew keyfxweş nebin. Ez ne kurê xwe ji bîr dikim û ne jî ew tiştê ku anîne serê Silopiya ji bîr dikim."
QETIL KIRIN Û CENAZEYÊ WÎ JÎ REVANDIN
Bazin Eren
Ciwanê bi navê Reşît Eren ê 17 salî li taxa Cûdiyê li ber deriyê malê ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Cenazeyê Eren ji aliyê hêzên dewletê ve hat revandin û bêyî malbata wî hat definkirin. Lê piştî hewldanên malbatê cenaze piştî 30 rojan hat dîtin.
Dayik Bazin Erenê jî têkîldarî qetilkirina kurê xwe axivî û got: "Di dema qedexeyan de her tiştî gulebaran kirin. Me nedikarî derkeve ber deriyê mala xwe. Bi tanq û topan hatin ser serê me. Di roja 4'an a qedexeyan de kurê min hat qetilkirin. Mexrîb bû, kurê min dema ku derbasî aliyê din dibû hat qetilkirin. Piştre me tu agahî jê nestand. Bi ku ve birin me nezanî. Ez heta sax bim ji bîr nakim. Ew rêya ku ew tê de çûye ez ê li pey wê rêyê bimeşim. Ez dest ji meşa wê rêyê bernadim. Girtin be, kuştin be ji min re ne derd e ez bernadim. 9 sal li ser derbas bûn, lê hê birîna min welî roja ewil e. Dema ku em çûn nexweşxaneyê polîsan ji min re got, 'kê kurê te kuştiye.' Min got, 'we ew kuşt.' Piştî 30 rojan me cenaze dît, lê cenazeyê wî hê wekî xwe bû. Wî tevî kincan defin kiribûn. 9 sal derbas bûnî lê hê edelet pêk nehatiye. Em her cara aştiyê dixwazin, ew şer dixwazin, ew neyartiyê dixwazin. Em dibêjin yekîtî, ew dibêjin kuştin. Heya ez sax bim, ez ê wan rojan ji bîr nekim. Ez heqê xwe li vê dewletê helal nakim. Baweriya min bi edeleta vê dewletê nayê. Ji Şêx Seîdan heta niha kengî edelet çêbûye? Daxwaza min tenê ew e ku heqê kurê min li erdê nemîne."
DEMA KARGEHA XWE VEDIKIR HAT QETILKIRIN
Hanim Pûsat
Mutalîp Pûsat (24) jî li ber deriyê mala xwe hat qetilkirin. Pûsat bavê zarokê bi navê Merwan Pûsat ê 1 salî bû. Pûsat ê ku hat qetilkirin piştre jî kargeha wî hat şewitandin.
Dayika wî Hanim Pûsatê jî bi lêv kir ku ew ê wan rojan ji bîr neke û got: "Kurê min dema ku diçû kargeha xwe vedikir hat qetilkirin. Bi dengê bombardumanê ez çûm ber derî. Kurê min birîndar bûbû. Ji ber ku kesî ew nebir nexweşxaneyê dereng ma. Piştre nasekî me ew li wesayîtê siwar kir. Heta ku me ew bir sed gule li wesayitê reşandin. Me xwe gihand nexweşxaneyê, lê di rê de jiyana xwe ji dest da. Hêviya min bi edeletê nîn e. 9 sal di ser qetilkirina kurê min derbas bûn, lê tu guhertin çênebûne. "
DELÎL NEHATIN KOMKIRIN
Ji lêpirsîn û pêvajoyên hiqûqî yên ji bo kesên di qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dan hatin destpêkirin jî, tu encam nehatiye standin. Parêzera malbatan Zozan Acarê ji der barê pêvajoya hiqûqî de axivî.
AcarÊ diyar kir ku tevî sûcê ku hatiye kirin li ber çavan hatiye kirin jî heta niha wan tu encameke hiqûqî bi dest neketiye û wiha axivî: "Em dikarin bibêjin ku piraniya lêpirsînên ku hatine vekirin de bi îdiaya ku kiryar nehatine dîtin, delîl nayên berhevkirin û hesabê vê nayê pirsîn. Bi lêgerîn daîmî delîl nayên komkirin. Dîsa di dadgeha îdarî de, tevî ku hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane jin, zarok û extiyar in jî, bi hinceta girêdana wan a razber a bi rêxistinê re dozên tazmînatê jî hatine redkirin û em li benda encamê ne. Ji bo dîtina kiryaran û ji bo ku li pêşberî darazê hesab ji wan bê pirsîn û ji bo ku edalet pêk were em ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Her wiha em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bidin heke ku rêyên îtirazê xilas bibin, em ê heta dawiyê bişopînin."
MA / Zeynep Durgut