ENQERE - Girtiya siyasî Sebahat Tuncel di Doza Kobanê de diyar kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin mumkin nîne ku welêt demokratîk bibe.
Danişîna Doza Kobanê bi parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel berdewam dike. Danişîn, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran û li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin.
BAL KIŞAND SER PIRSGIRÊKA KURD
Tuncel, parastina xwe ya îro li ser gotina “Heta hatina gel kurdan jî pirsgirêk e” kir. Tuncel, diyar kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe mumkin nîne Tirkiye demokratîk bibe û bal kişand ser rola Ingilistanê ya da pirsgirêka kurd de. Tuncel, wiha dom kir: “Kurd û erdnîgariya kurdan li Rojhilata Navîn xwedî cihekî stratejîk in. Heke îro li Rojhilata Navîn pirsgirêkeke kurd hebe, di vê pirsgirêkê de rola dîrokî ya Ingilistanê ye. Zexta hegemonyaya Ingilistan, Îsraîl û DYA’yê ya li ser Tirkiyeyê li holê ye.
Doza Kobanê yek ji dozên kurdan e. Dadgeh alîgiriya AKP’ê dike û biryarên DMME û partiyên siyasî tune dihesibîne. Derhiqûqî tevdigere. Armanca esasî ne derxistina rastiya madî lê veşartina rastiyê ye. Her wiha doza domandina polîtîkayên dijminatiya li kurdan a îktîdara siyasî û pakderxistina AKP’ê ye. AKP bûye aliyekî dozê û ev yek dadgehê derhiqûqî dike. Her wiha dadgeha we aliyê gilîker digire.
DI OHAL’Ê DE DARIZANDINA SERBIXWE NABE
Ev doz, doza kompasê ye. 15’ê tîrmeh weke hincet hate nîşandan û demekî dirêje Tirkiye bi OHAL’ê tê birêvebirin. Welêt, bêyî ku delîl bên lêkolînkirin tê birêvebirin. Ev yek nîşan dide ku em dewleteke polîsan e. Di mercên OHAL’ê de darizandineke serbixwe nabe. Li şûna ku dadgeh kesên di çalakiyên Kobanê de jiyana xwe ji dest dane lêkolîn bike, siyasetmedarên kurd didarizîne.
EM XWESERIYA DEMOKRATÎK DIPARÊZIN
Heta ku pergala netewe-dewletê ya yekziman, yekolî û yekneteweyê neyê rakirin dê pirsgirêkên heyî çareser nabin. Ne netewe-dewlet ne jî pergala kapîtalîst di roja me de nikare ji pêdiviyên civakê re bibin bersiv. Li her devera cîhanê ji bo guherandina pergala heyî lêgerîneke guherîn û azadiyê heye. Em jî dibêjin; ‘xweseriya demokratîk, demokrasiya herêmî.’ Lê hûn vê yekê weke sûcekî tînin pêşiya me. Em girîngiya beşdarîbûna gel diparêzin û dibêjin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ev girîng e. Di mijara pirsgirêkên kurd û jinan de pergaleke girîng e. Lê hûn me weke ‘terorîst’ pênase dikin. Em dixwazin wiha birêve bibin. Li vir em vê diparêzin.
Netewe-dewlet, serkeftineke hegemonîk ê kapîtalîzmê ye. Serdestiya pere û weke xwedê dîtina wê, encamekî kapîtalîzma fînansê ye. Pere êdî veguheriyeke tiştekî wisa ku hukmê li tevahiya civakê dike. Asta ku kapîtalîzma fînans3e gihiştiyê û hilweşîna civakê bi hemwextî pêş dikeve. Binêrin, di demên dawî de pereyên nefermî yên tên fermîkirin û girtina fenomenên li qesrê bûbûn mêvan, berhema vê rizîbûnê ne. Fînans kapîtal li ser netewe-dewletê mezin dibe û bi xwe re pergala birçîtît, bêkarî û aloziyê tîne. Aloziya kapîtalîzmê ya li seranserî cîhanê, li Tirkiyeyê weke faşîzma tirk a spî derketiye holê. Di serî de nasnameya kurd, li dijî hemû tevgerên maf û azadiyê ev faşîzma tirk a spî pêş ketiye.
DERKETINA AKP’Ê JI BER XWE VE ÇÊNEBÛ
Darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê, bû polîtîkaya sereke ya netewe-dewleta tirk-îslamê. AKP bi awayeke rasthatî û ji ber xwe ve derneket. Her tim li ser zimanê wan gotina ‘xwecih û neteweyî’ bi kar tîne lê ev yek tenê ji bo veşartina dîrok û derketina xwe ye. Li dora polîtîkaya tirkperest, îslamperest û yekperest pêş ket. Dema hevdîtinên bi birêz Ocalan re didomiyan, piştî Mutabaqeta Dolmabahçeyê hate betalkirin û ya ku ev kirî jî polîtîkayên yekperest bû. Min berê jî gotibû ku birêz Ocalan ji bo aştî û çareseriyê di nava hewldanan de bû. Min gotibû bê ka kê ev daxwaza aştiyê bi dawî kiribû.
HÊZÊN PÊVAJO TÊK BIRIN DERNEXISTIN HOLÊ
Ji bo xerakirina pêvajoyê gelek hewldan çêbûn. Weke mînak; birêz Ocalan gotibû ku di dema pêvajoyê de qetilkirina Sakîne, Leyla û Fîdanê li Parîsê ji bo xerakirina pêvajoya çareseriyê ye. Tayyîp Erdogan li Rihayê got; ‘Ev yek ji hêla FETO’yiyan ve hate kirin. Tevî vê yekê jî pêvajo berdewam kir û guftûgo domiya. Hêzên dixwestin pêvajoyê têk bibin dernexistin holê. AKP ji sala 2002’yan heta niha ji bo xerakirina pêvajoyê û plana têkbirinê ketibû nava tevgerê. Di sala 2006’an de bi birêz ocalan re hevdîtin hatin kirin lê armanca AKP’ê çareserkirina pirsgirêkê nebû û derket holê ku dixwaze siyaseta kurd tesfiye bike. Li gorî berjewendiyên AKP û hêzên navneteweyî nîne lewma pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Doza Kobanê jî encama vê ye. Şerê ku ev 200 sal in li dijî rastiya kurd tê domandin, bi destê Tifaqa Cumhur berê wê tê guherandin.
Ez li vir dîsa bang dikim; di demeke ku li Rojhilata Navîn pergaleke nû tê avakirin de çima em aştiya kurd-tirkan pêk nayînin. Kurd ji bo aştiyê amade ne lê divê karektera faşîst a vê îktîdarê biguhere. Em dixwazin komar demokratîk bibe. Dadgeha we jî parçeyeke vê ye. Bi biryara xwe gelo hûn dê bibin parçeyeke vê pergalê yan li rex maf û parastinê bisekinin?”
Şandeya dadgehê navbera da danişînê.