STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica diyar kir ku 33 meh in tu agahiyan ji miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nagirin û wiha got: “Tevî hemû zextan jî nekarîn vîna birêz Ocalan bişikînin. Lewma tecrîd girantir kirin.”
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) li avahiya Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi navê “Sûcê li dijî mirovahiyê û weke şêweyê îşkenceyê tecrîd” panelek li dar xist. Endam û rêveberên OHD, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, Komeleya Dema Jinê ye, HDK û gelek kes tev li panelê bûn. Li eywana panelê pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” , “Jin, jiyan, azadî” û “Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê” hatibûn daliqandin.
Moderatoriya panelê Rêvebera Navenda Giştî ya OHD’ê Nagehan Avçîl kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo beşa “Pênaseya tecrîdê û dîroka wê”, “ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica jî beşa “Tecrîda Îmraliyê” pêşkeş kir.
‘TECRÎD ÇAWA DEST PÊ KIR?’
Akça, bi bîr xist ku tecrîda li girtîgehan sepaneke li Amerîkayê ye û wiha got: “Quecker tê wateya lerizînê. Queckerî tecrîdê weke îşkence pênase dikin. Încîlê dixin destê girtiyekî û tecrîd dikin. Piştre lê dinêrin ku di girtiyên hatine tecrîdkirin de fikareke pir mezin derketiye holê. Piştre di dawiya sala 1890’an de jî vê pergalê bi dawî dikin. Di salên 1930’î de keleheke li Girava Alcatrazê ya Kaliforniyayê hildiweşînin û hucreyan çêdikin. Girtiyên weke kesên herî tirsnak pênase dikin li vir bi cih dikin. Alcatraz nêzî 80 salan çalak ma û piştre jî bi sedema ku biha ye, wê digirin û pergaleke nû ava dikin. Piştre jî vê derê vediguherînin muzeyê.”
JI GUANTANAMOYÊ HETA ÎMRALIYÊ PERGALA TECRÎDÊ
Bi domdarî Akça bal kişand ser Girtîgeha Marrionê ku di sala 1983’yan de dihat bikaranîn û wiha got: “Birayên Arrian di nava heman rojê de li vê girtîgehê du gardiyanan dikujin. Girtîgeh bi temamî tê girtin û tu girtî ji hucreya xwe dernakevin. Weke girtîgeheke nû tê pênasekirin. Girtî 24 saetan di hucreya xwe de dimînin. Girtîgeheke pir zêde biewle daifirînin. Di sala 1989’an de daristaneke pir mezin a Kaliforniyayê tê birîn û li vir pergaleke girîgehan a kampûsê tê avakirin. Hejmara van girtîgehan di carekê de derket 70-80’an. Pergala girtîgehan a DYA’yê veguheriye pergala bazirganiyê. Girtî di tevahiya rojê de tên xebitandin. Di sala 2002’yan de Guantanamo hate vekirin. DYA’yê bi darê zorê Guantanamo ji Kubayê standiye. Derket holê ku li qadên tarî yên Guantanamoyê sepanên neqeydkirî tên kirin. Hat zanîn ku girtî di dema îşkenceyê de dimirin û qeydên wan hatin tunekirin. Guantanamo ji mercên Peymana Cinevê jî azade tê girtin. Heta poşet dixistin serê parêzeran jî. Di nava girtîgeha giravê de li cihê ku weke ‘Kamp 7’ tê pênasekirin 11 kes dihatin ragirtin. Nikarin bi tu kesî re hevdîtinê bikin û li hewadariya ji betonê hatiye çêkirin diqîrin û wisa bi girtiyên din re daixvin. Guantanamo, di esasê xwe de dişibe Girava Îmraliyê. Ji ber ku tu kes nikare biçe vê derê û destûr nayê dayîn.”
KOKA PEYVA TECRÎDÊ
Akça, da zanîn ku CIA’yê ji bo têkbirina çepgir û sosyalîstan ev pergal îcad kirine û wiha pê de çû: “Koka vê peyvê ji wateya tenê mayînê tê. Piştre jî pergalên weke Tirkiyeyê vê ji xwe re mînak digirin. Li gelek deverên cîhanê heye.”
‘BIRÊZ OCALAN AGIRÊ AZADIYÊ DA KURDAN’
Parêzer Rezan Sarica jî diyar kir ku tecrîd bingeha xwe ji siyasetê digire û ev nirxandin kir: “Dewlet û Tirkiye piştî sala 1993’yan çawa nêzî birêz Ocalan bûn divê ev bê nirxandin. Birêz Ocalan têkoşînek danî holê. Ev têkoşîn, ji bo gelê kurd têkoşîna azadiyê bû. Bi salên 90’î re gel xwedî lê derket. Agirê azadiyê ji dewletan dizî û dabû gelê kurd. Nêzikatiya dewletan a li dijî birêz Ocalan jî ji ber vê ye. Birêz Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gelek xebat pêşkeş kir. Agirbest, çareseriya dewleta demokratîk pêşkeş kir. Lê bi komployan vala hat derxistin.
BANDORA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
Siyseteke ji bo têkbirina têkoşîna Abdullah Ocalan hate meşandin. Dewletên ewropî û hêzên emperyal gelek caran bûn şirîkên vê pêvajoyê. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke herêmî, ya kûrewî ye. Birêz Ocalan ji 9’ê Cotmehê heta 15’ê Sibata 1999’an nekarî welatekî ku kurdan qebûl dike bibîne. Hemû derî li ser hatin girtin. Siyaseta înkarê derket lûtkeyê. Nêzikatiya li hemberî birêz Ocalan, nêzikatiya tesfiye û tunekirinê bû. Mînaka herî mezin, êrişa bombeyî ya li dijî wî bû. Di şexsê birêz Ocalan de xwestin kurdan tesfiye bikin. Piştperdeya Girtîgeha Girava Îmraliyê û rejîma wê wiha hate avakirin. Mekanîzmayên hiqûq û îdareyê bi vî rûhî hate amadekirin.
LI ÎMRALIYÊ QANÛN NEKETIN MERIYETÊ
Li Tirkiyeyê îdam hate rakirin û cezayê muebbeta giran di şexsê birêz Ocalan de anîn Tirkiyeyê. Di şerên herî giran de dom kir. Piştre jî veguherî pergalekî wisa ku bandor li hezaran kesan kir. Astengkirina hevdîtinên bi parêzer û malbatan re, di vê rejîmê de cih girt. Ev di şexsê birêz Ocalan de anîn lê dikare li her kesî bên ferzkirin. Mekanîzmayên navneteweyî yên weke DMME û NY dikarin vê rejîmê biguherînin. Lê ev şirîkatiya siyasî ya dîrokî tenê bi Tirkiyeyê re bisînor nema. Peyman û qeydên navneteweyî li Îmraliyê nexistin meriyetê. Tu caran bi biryarên hatine dayîn jî nehat kirin. Tu caran mafê darizandina adilane yê birêz Ocalan bi cih ne anîn. Mekanîzmayên navneteweyî jî li Îmraliyê xwedî tu bandorê nînin. Tenê polîtîkaya teslîmgirtina îradeyê hate meşandin. Birêz Ocalan tu caran dev ji azadî û îradeya gelê kurd berneda.
Tevî rejîma tecrîdê û ewqas zextan jî birêz Ocalan himandiya azadiyê hêj xurtir kir. Ji bo pêkvejiyanê gelek xebat û berhem raber kir. Gelek caran bang kir. Di nava van 50 salan de bû muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd. Dewletê zextên xwe hêj girantir kir. Li hemberî vê afirîneriya wî, dewletê zext girantir kir û xwest îradeya wî têk bibe. Îmrali, hem mewzûatên hiqûqê yên Tirkiyeyê hem jî rewşa siyasî diyar dike. Tercrîda li Îmraliyê ne tenê li dijî birêz Ocalan, li dijî civakê ye. Li girtîgehên din parêzer çiqas bixwazin dikarin hevdîtinan bikin. Lê ji bo Îmraliyê sînorê hefteyê carekê danîn. Di mewzûatê de tiştekî wiha nîne. Carnan jî bi mehan destûr nehat dayîn. 14 salan televîzyon nedan. Rojname sansûr kirin û wisa dan. Armanca esasî ew bû ku haya wî ji cîhanê nebe.
BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ JI BO DEMOKRASIYÊ GIRÎNG E
Mahremiyeta nêrînên parêzar û miwekîlan li Îmraliyê neket meriyetê. Piştî sala 2016’an kirin qanûn û êdî dikarin li her kesî ferz bikin. 10 sal û 9 mehan bi tena serê xwe ma. Di sala 2009’an de 5 miwekîl birin wir û nava hefteyê tenê dikariyan saetekê hev bibînin. 164 saetên hefteyê bi tenê bû. Di dawiya hefteyê de ji xwe her tim bi tenê dihat ragirtn. Cezayên disiplînê jî di sala 2018’an de ketin meriyetê. Dema birêz Ocalan van cezayê dibîne, îtîraz dike. Tu agahî ji sepanên hiqûqî yên Îmraliyê nînin. Pergala UYAP’ê girtî ye, ewraq tune ne, biryarên lijneya displînê, dîrok û hejmarên wan nînin. Em nikarin pîşeya xwe bikin. Tevî van sepanên zextê jî nekarîn vîna birêz Ocalan bişikînin. Lewma tecrîd girantir kirin. Em niha di rewşeke wisa de ne ku agahînegirtina mutleq heye û tu agahî jê nayên girtin. Me ji tu miwekîlên xwe yên li giravê agahî negirt. Tirkiye, li gorî biryara tevdîrê ya NY’ê tevnagere. Ev 33 meh in em tu agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. Berteka li dijî vê ji bo demokrasî û mirovahiyê girîng e.”
Di beşa duyemîn a panelê de jî dê Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) parêzer Guçlu Sevîmlî mijara “Tecrîd û girtîgeh” û Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek jî mijara “Encamên siyasî û civakî yên tecrîdê” pêşkeş bikin.