WAN - Bi ser tayînkirina qeyûman re ku yek ji aliyên herî girîng ên "Plana Çokşikandinê" ya desthilata AKP-MHP'ê bû, 7 sal derbas bûn. Di 7 salên dawî de êrişa herî mezin li dijî jinan û saziyên çandê pêk hat û qeyûm bi guhertina navan xwestin bajarên bênasname ava bikin.
Bi ser tayînkirina qeyûman re ku yek ji lingên herî girîng ên "Plana Çokşikandinê" ya desthilata AKP-MHP'ê ne, 7 sal derbas bûn. Bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ya bi hejmara 674'an ku di 1'ê Îlona 2016'an de hat îmzekirin, rayeya tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan û her wiha desteserkirina mal û milkên neguhêzbar ên şaredariyan û ji wezîfeyê girtina xebatkarên şaredariyê ket destê walî û qeymeqaman. Piştî vê biryarnameyê di 11’ê Îlona 2016’an de şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de hatin desteserkirin. 3 bajarên mezin, 7 bajar, 63 navçe û 22 jê bajarok bi giştî qeyûm tayinî 95 şaredariyan hat kirin û 93 hevşaredar jî hatin girtin.
Nêzîkî 15 hezar karker û karmendên kurd ên di qada cemaweriyê û şaredariyên Kurdistanê de dixebitin û nêzîkî 300 keya hatin îxrackirin. Tevî parlamenteran, bi sedan endamên meclisên şaredariyan, endamên meclisa giştî ya bajêr û bi hezaran rêveberên partiyê hatin girtin. Saziyên jinan hedef hatin girtin û hatin girtin.
SAZIYÊN JINAN DEWRÎ WEQFAN HATIN KIRIN
Qeyûman hemû saziyên jin û çandê girtin û tu sazî ji jinan re nehat hiştin ku ku serî lê bidin. Hema bêje deriyên hemû saziyan, di nav de "bangkirina xetên tundiyê", navendên jinan, desteyên şêwirmendiya jinan, midûriyetên jinan, beşên jinan, kreş, qurs û stargehan an hatin kilîtkirin an jî erka wan a bingehşn hat guherandin û radestî komeleyên olî hatin kirin.
HEYAMA QEYÛMÊ DUYEM
Dîsa di 19’ê Tebaxa 2019’an de hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê hatibûn dûrxistin û waliyên bajêr weî qeyûm tayinî şûna wan hatibûn kirin. Piştî wextekê qeyûm tayinî 48 şaredariyên din jî hatin kirin. Piştî qeyûm tayînkirin hevşaredarên şaredariyê û bi dehan endamên meclisê hatin binçavkirin û piraniya wan hatin girtin. Di heyama duyemîn a qeyûm de 88 endamên meclisa şaredariyê û 17 endam û serokên meclisa bajêr di dîrokên cuda de ji wezîfeya hatin dûrxistin. Di tayînkirina qeyûmên duyemîn re jî polîtîkaya tunehesibandin û bêerkkirina saziyên jinan dewam kir.
LI HERÊMA SERHEDÊ ÎCRAETÊN QEYÛMAN
Hin saziyên jinan ên ku piştî qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin hatin girtin an jî bêerk hatin hiştin, ev in:
"*Stargeha jinan û "Xeta telefonê ya şîdetê" ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatin girtin û xizmeta bêheq ya ku di otobusên cemaweriyê de hefteyê carekê ji jinan re dihat dayîn, hat betalkirin.
*Nav û karê Navenda Jinan a Rojîn a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat guherandin.
*Serayên ku jinan li navçeya Serayê ya Wanê di wan de hilberîn dikirin hatin girtin.
*Sûka giştî ya keda jinan a Şaredariya Rêya Armûşê hat girtin û derfetên kar ên jinan ji holê hatin rakirin.
*Kargehên xalîçeyan ên jinan ên Şaredariya Artemêtanê hatin girtin û projeya "Deerên Firotinê yên Mor" hat betalkirin. Her wiha navendên jinan hatin girtin û cihên wan tehsîsî komele û weqfên nêzî AKP’ê hatin kirin.
*Pirtûkxaneya Jinê ya Eyşe Şan û Mêvanxaneya Jinan ku di bin banê Şaredariya Bêgiriyê de hatin avakirin, hatin girtin.
* Navenda Tenduristiyê ya Ayşenûr Zarakolû, Navenda Piştgiriyê ya Sema Yuce, Cihê Cilşûştinê û Zarokxaneya Zarokan hatin girtin.
*Mala Bêhnvedanê ya Jinan a Şaredariya Qereyazî ya Erziromê hat betalkirin.
*Navê Mor Cafe ya ku li Şaredariya Qersê ji bo keda jinan diyar bibe hat vekirin, weke Cafe Turkuazê hat guherandin.
*Li Şaredariya Qelqeliyê xebatên du serayên ku bi armanca îstîhdamkirina jinan hatibûn avakirin, hatin rawestandin. Navenda Çandê ya Jinê ya Çilkezî hat girtin.
*Navenda Jiyanê ya Jinan a Wanê ku di çarçoveya Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Erdîşê de dixebitî, hat girtin.
*Koperatîfa Jinan a Xwesor a li navçeya Payîzava ya Wanê hatin girtin.
*Qeyûm dawî li projeya QUlingên Baskmor ku di sala 2014'an de li Wanê hatibû destpêkirin, anî. t-Tîma futbolê ya jinan a Wanê jî hat betalkirin.
*Zarokxaneya Perperokê ya ku li Wanê hat avakirin di heyama yekem a qeyûmê de hat girtin."
SAZIYÊN ÇAND Û HUNERÊ HEDEF HATIN GIRTIN
Ne tenê saziyên jinan hatin girtin, qeyûman bustên kesayetên girîng ên kurdan rakirin, navên parkan guherandin û deriyên navendên çandê mor kirin:
"*Navê Navenda Çandê ya Feqiyê Teyran a Colemêrgê ji aliyê qeyûm ve wekî Rengê Hakkarî hat guherandin.
*Qeyûm peykerê Ehmedê Xanî yê li Agirî-Bazîdê rûxand û paşê got, "Bi şaşîtî zirar guhaye bust." Tevî ku hatibû ragihandin ku dê peyker bê temîrkirin û car din li cihê berê bê bicihkirin jî, lê ev yek nehat kirin û bi ser de tabeleya parka bi navê Ehmedê Xanî hat rakirin.
*Li navçeya Ebexê ya Wanê tabelayên arastekirinê yên bi tirkî û kurdî yên ku navên gelek taxan li ser hebûn, hatin rakirin.
*Qeyûmê Şaredariya Şaxê ya Wanê Hacî Asîm Akgul, navê parka bi navê Tahîr Elçî guherand û kir Parka Şehîd GK Alî Ogun.
*Nûrî Mehmetbeyoglûyê ku wek qeyûm tayînî Erdîşê hatibû kirin, wêneyên helbestvan û nivîskarên kurd ên li ser otobusekê rakirin û otobusê xist xeracê.
*Qeyûmê tayinî Şaredariya Îdirê hat kirin, Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê û Çand û Karûbarên Civakî girt û di Civînên Meclisa Şaredariyê yên ku ji karmendan pêk tên de, mal û milkên şaredariyê tahsîsî qereqol yan jî saziyên girêdayî walitıyö hatin kirin.
* Qeyûm li Wanê Koma Mehterê ava kir û bivê komê konser li dar xistin.
*Tabelaya Navenda Çandê ya Nûda ya Wanê hat daxistin û li şûna wê tabelaya Navenda Çandê ya Hacibekirê hat daliqandin.
*288 hunermend, xebatkarên çandê û perwerdekar ji kar hatin derxistin. Ev derfet ji destê 3 hezar û 366 xwendekarên ku li navendên girtî perwerde didan hatin girtin. 220 çalakiyên wekî bineal, pêşangeh, perwerde, nîşandana fîlm û şanoyê hatin betalkirin."