STENBOL- Berdevkê Înîsiyatîfa 78'an Celalettîn Can diyar kir ku ji ber piştevaniya hatiye nîşandan hatiye berdan û got ku divê xwedî li hemû girtiyan bê derketin.
Berdevkê Înîsiyatîfa 78’an Celalettîn Can ji ber ku tev li kampanyaya "Gerînendetiya Weşana Giştî ya Nobedar" a Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin bû, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat darizandin û ji ber vê sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî ku ceza hat pesendkirin, Can çendî nexweş bû jî di 1'ê Îlonê de ket girtîgehê. Can, piştî zêdetirî 3 mehan di 19'ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Marmarayê (Sîlîvrî) derket.
BIRYARÊN LIJNEYA ÎDARE Û ÇAVDÊRIYÊ
Can ku li girtîgehê bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû man, behsa şert û mercên girtîgehê kir. Can da zanîn ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê gelek pêkanînên nehiqûqî pêk aniye û got ku di nava heyeta ji 8 kesan pêk tê de dozger, midûrê girtîgehê, sergardiyan, civaknas, derûnnas, teknîsyen û mamoste hene. Can diyar kir ku heyet biryarê dide ku girtiyên siyasî yên li girtîgehê "ne liv û tevgereke baş in" û bal kişand ser taqlokirina berdana girtiyan.
Can diyar kir ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê di ser avaniya qawîşa dualî polîtîkaya "cudakirinê" disepîne û wiha got: "Têkildarî doza te ya rêxistinê ya ku tu pê hatiyî darizandin û ceza li te hatiye birîn, 'poşmanîtî' tê ferzkirin. Gava tu derbasî qawîşên serbixw ebibî tu li wir demekê daxilî nava 'testa samîmiyeta ji bo dewletê' dibî. Dema tu vê îmtîhanê bi baş derbas bikî, tu sûdê ji berdana bi şertî digirî û ji girtîgehêd ertêyî. Yanî ew mafê te yê qanûnî yê berdana bi şertî wekî 'îstismarkirina bêrîkirina ji bo derve' li hemberî te bi kar tînin. Yan na tu daxilî nava çarçoveya 'liv û tevgera wî baş e' nabî û baweriya dewletê bi te nayê û tu di hundir de dimînî."
Can diyar kir ku lijneyê wî di çarçoveya "liv û tevgera baş" de nehesibandiye û got ku tevî temenê wî û rewşa wî ya tenduristiyê jî nehatiye berdan. Can wiha got: "Ne tedawî ne jî tiştekî din... hewl dan min heta dawiyê di girtîgehê de bihêlin. Ma ez tenê? Li qawîşa ku ez bi 20 girtiyên siyasî re dimam, 8-9 girtiyên siyasî çendî cezayênw an qediya bû jî bi hincera cezayên dîsîplînê nehatine berdan."
FERZKIRINA ÇÛNA QAWÎŞA 'BÊALIYAN'
Can da zanîn ku heyeta navborî rapor amade kirine û "bi jiyana mirovan lîstiye" û bal kişand ser şert û mercên girtîgehê. Can ev tişt gotin: "Çawa min nigê xwe di deriyê girtîgehê re avêt hundir, gotin pergaleke bi awayê 'qawîşa bêaliyan û qawîşa bialiyan' hatiye avakirin. Ji min re gotin, 'Here nav bêaliyan bimîne em ê te berdin.' Min mudaxile kir. Gava min got, 'Ma hûn dadgeh in, çima wiha tevdigerin?' Gotin 'Pergala nû ya înfazê wiha ye.' Min biryara Daîreya Yekemîn a Dadgeha Bilind ku dibêje 'rêgez ne ew e ku mirov di qawîşên bêaliyan de bimîne, berpirsiyariyeke saziyên înfazê ya bi vî rengî jî tune ye...' Lê bêfêde bû."
'DIVÊ KAMPANYAYA AZADIYÊ BÊ DESTPÊKIRIN'
Can diyar kir ku divê girtî bên parastin û got ku li welat nêzî hezar û 500 girtiyên siyasî zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ne. Can wiha axivî: "Piraniya van girtiyan ji tevgera azadiya kurd in. Hin ji wan tevî ku cezayê wan bi dawî bûye jî bi hincetên pûç di girtîgehan de tên ragirtin. Pêwîst e navê hemûyan bê tespîtkirin û ji raya giştî re bên parvekirin û divê kampanyaya 'azadî ji girtiyan re' bê lidarxistin. Çepgirî divê hay ji kûrbûna pirsgirêka girtîgehê hebe. Yanî mirov rabe bi awayekî bêhiqûqî li ser hev cezayê dîsîplînê li siyasetmedarekî 30 salan di girtîgehê de maye bibire û 2-4-6 salan zêdetir di girtîgehê de bihêle, çi ye? Piçek wijdan."
Can wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwestin min demeke dirêj di girtîgehê de bihêlin. Lê ji hundir û derveyî welat piştgirî û hevgirtineke xurt hebû. Min neheqî û bêhiqûqîtiyên li girtîgehê di cî de radigihandin derve. Ev yek zorê da wan. A rast ez bi saya piştevaniyê derketim."
MA / Omer Îbrahîmoglû