AMED - Neviyê Şêx Seîd û Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, bertek nîşanî cezakirina biraziya xwe Rûşen Firatê ku cezaya parvekirina “ala tirkan” danê, da û wiha got: “Çawa ku Esat Oktay li zindana Amedê heqaret li girtiyan dikir û sirûd bi wan dida xwedin, îro jî heman hişmendî bi awayek modern û zêdetir teknîkî di meriyetê de ye.”
Di 27’ê kanûnê de di çarçoveya operasyona "Qehreman-36" de û bi hinceta “parve kirinên nêzî PKK’ê” li 32 bajaran 208 kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van kesan Rûşen Firat bû ku ji malbata Şêx Seîd e, li navçeya Xinis a Erziromê hatibû binçavkirin. Firat, ji ber parve kirinên xwe yên medyaya civakî yên beriya 10 salan hat sucdarkirin û Dadgeha Cezaya Sûlhê ya Xinisê, derbarê Firat de biryarek sosret da. Dadgehê cezayê “Li ser hemû hesabên medyaya dîjîtal 30 roj ala Tirkiyeyê parvekirin” da û ev biryara dadgehê rastî bertekên gelek mezin hat.
Neviyê Şêx Seîd û Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat, êrişên li dijî Şêx Seîd û biryara Dadgeha Cezaya Sûlhê ya Xinisê ji ajansa me re nirxand.
‘ŞÊX SEÎD NIRXEKÎ GEL E’
Firat, da zanîn ku di demên dawî de di şexsê Şêx Seîd de êrîşên li dijî nirxên kurdan bi awayekî provokatîf zêde bûne. Firat, got ku ew jî dizanin ku hemû kurd, bawerî û îdeolojiya wan çi dibe bila bibe, rêzê ji bo nirxên xwe digire. Firat, anî ziman ku Şêx Seîd nirxek gel e û hewl didin di çarçoveya plansaziyekê de li ser van nirxan lîstikan bilîzin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Mijar ew e ku di sala 2011’an de di serdema Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr de biryar hat dayîn ku navê bûlvareke ku dê bê çêkirin bibe Bûlvara Şêx Seîd. Dû re ev biryar neket meriyetê û di vê mijarê de tu pêşketin çênebû. Di hilbijartinên 2019’an de jî hat gotin, lê dîsa bêdeng man. Hat daxuyandin ku bûlvar bi navê Şêx Seîd hatiye guhertin û di şexsê Şêx Seîd de hin serokên partiyên nijadperest ên tirk, nivîskarên wan û hin endamên çapemeniyê yên bi hêz heqaret li hemû kurdan kirin. Ev yek li çar parçeyên Kurdistanê rastî bertekeke mezin hat. Gel li dijî vê rewşê bertekên xwe nîşan dan.”
‘ME TU CARÎ SERÎ NETEWAND’
Firat, anî ziman ku ew li gel hemû neyîniyên ku hatine jiyîn jî di aştiyê de israr dikin û destnîşan kir ku ew jiyanek serbixwe, adil, dadmend û bi rûmet dixwazin. Firat, bi domdarî wiha got: “Me tu carî serî netewand. Şêx Seîd jî gava tê darvekirin wiha gotiye ‘Hûn îro dawî li jiyana me tînin, lê me serî li ber we netewand.’ Ez jî, ji civakê re vê dibêjim, di çarçoveya maf, hiqûq û edaletê de bi helwesteke bi rûmet hûn jî serî netewînin. Kurd di vê mijarê de hatin cem hev û em ji vê yekê kêfxweş in.”
‘EM NATIRSIN Û AŞTIYEKE BIRÛMET DIXWAZIN’
Bi domdarî Firat bi bîr xist ku ew duh li vir bûn, îro li vir in û sibê jî ew ê li vir bin. Firat, da zanîn ku derbarê bûyerên dawî de planeke qirêj heye û dê di rojên pêş de eşkere bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe ku di vê mijarê de êrîşî min jî bikin, di qenalên televîzyonê de jî navê min tînin ziman. Ew eşkere tehdîd dikin, lê ez qet natirsim. Em mirinê dizanin, em mayîna li çiyayan dizanin û em girtîgehan jî dizanin. Tevî van hemûyan jî em aştiyê dixwazin. Em natirsin, ne xerîbê vê rêyê ne. Em li ser maf û hiqûqa gelê xwe ne û em aştiyeke bi rûmet dixwazin.”
‘EV PÊKANÎN NE QANÛNÎ YE’
Firat bal kişand ku binçav kirin û birîna cezayê parvekirina ala Tirkiyeyê ya biraziya wî Rûşen Firatê ne tesaduf e. Firat, diyar kir ku biraziya wî ku nexweşa astim û epîlepsiyê ye, ji ber wêneyên di sala 2014’an de di konferansa HDP’ê de û di serdana xwe ya Kurdistana Federe de bi alaya wê derê re kişandibû hat cezakirin. Firat, wiha li axaftina xwe zêde kir: “Kişandina van wêneyan tiştekî gelekî masûmane ye. Dema nûnerên herêmê Kurdistanê tên Tirkiyeyê, ji aliyê rayedaran ve bi merasîmekê tên pêşwazîkirin û xalîçeya sor ji wan re tê danîn. Ji biraziya min pirsîne ku 'Te qet di bin ala Tirkiyeyê de wêne kişandiye?' û bi biryareke ne hiqûqî, bêexlaqî û bêwijdanî, cezayê parvekirina ala Tirkiyeyê li ser medyaya dîjîtal ji bo mehekê ferz kirine. Ji ber ku hesab vekirî ye, biraziya min rastî gelek peyamên nijadperestî tê. Ev rewş ji bo kurdan û ji bo me rewşeke dijwar e. Em vê yekê qebûl nakin. Ev pêkanîn neqanûnî ye. Dadgerê ku ev biryar daye kesekî xwedî zîhniyeta qirêj e. Çawa ku Esat Oktay li zindana Amedê heqaret li girtiyan dikir û sirûd bi wan dida xwendin, îro jî bi awayekî modern û zêdetir teknîkî ev zîhniyet di meriyetê de ye. Dixwazin kurdên welatparêz, şoreşger û yên aştiyê dixwazin ceza bikin. Ev ne tiştekî însanî ye û em vê yekê qebûl nakin.”