STENBOL - Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a ÎTO’yê Doç. Dr. Mûrat Ekmez destnîşan kir ku greva birçîbûnê xesarên mayînde li ser tenduristiya girtiyên dikevin greva birçîbûnê ava dike û anî ziman ku divê raya giştî, partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk ên civakî li dijî pergala tecrîdê ya vediguhere îşkenceyê derkevin.
Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û ev 34 meh in tu agahî jê nayên girtin ya di 27’ê mijdarê de hatibû destpêkirin di roja 34’emîn de berdewam dike. Girtiyên siyasî ên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re aştî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dest bi greva birçîbûnê kirine destnîşan kirin ku ew ê heya daxwazên wan werin pêkanîn dê çalakiya xwe bidomînin. Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Odeya Bijîşkan a Stenbolê (ÎTO) Doç. Dr. Mûrat Ekmez derbarê tenduristiya girtiyan de ji ajansa me re axivîn.”
Doç. Dr. Mûrat Ekmez
Ekmez destnîşan kir ku li Tirkiyeyê grevên birçîbûnê êdî bûne “rûtîn” û anî ziman ku sedema grevên birçîbûnê jî şikandina tecrîdê ye û wiha axivî: “Di Herêma Marmarayê behsa 160 girtiyan tê kirin. Wek texmînî ev hejmar di hemû girtîgehên Tirkiyeyê de digehîjin hezaran. Têkildarî rewşa girtiyên ketine grevên birçîbûnê wek rêxistinên tenduristiyê em jî ketine gumanan. Gelek girtiyên ketine grevên birçîbûnê, ev demeke dirêj e di girtîgehan de tên ragirtin. Em dibînin ku girtiyên temenê wan mezin ketine grevên birçîbûnê. Ev yek hem di hêla tenduristiyê û hem jî hêla jiyanî de bi taluke ye. Divê raya giştî wisa nêzî bibe.”
‘TECRÎD RÊBAZEKE ÎŞKENCEYÊ YE’
Ekmez diyar kir ku dema tecrîd tê gotin di serî de Girtîgeha Girava Îmraliyê tê bîrê û anî ziman ku tiştên li Îmraliyê diqewimin bandorê li ser gelek tiştan dikin û da zanîn ku car caran ev tişt dibin sedema canê hin kesan. Ekmez bilêv kir ku tecrîd derveyî hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye û bi israr tê domandin, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke ku girtiyên ketine grevên birçîbûnê dibêjin, tecrîd astengiyeke li pêşiya pirsgirêka kurd e. Hevîtina Ocalan a bi malbat û parêzeran wî re, tê astengkirin û sedemeke taybet a vê yekê heye. Girtiyên siyasî dibêjin ev sedem pêşnexistina pirsgirêka kurd e. Ji ber vê yekê ev daxwaz ne tenê daxwaza girtiyan e.”
‘DIVÊ GUH BIDIN DAXWAZÊN GIRTIYAN’
Di berdewama axaftina xwe de Ekmez bi bîr xist ku ji bo girtiyên di girtîgehên Tirkiyeyê de tên ragirtin grevên birçîbûnê weke “qêrînekê” ye û wiha derbirî: “Em di vê greva birçîbûnê de dîsa ji bo girtiyan dikevin gumanan. Ji ber wê divê helwesta Wezareta Dadê û dewletê divê baş be. Divê çareseriyeke mafên wan ê jiyanî biparêze were dîtin. Divê tiştên pêwîst bidin kesên dikevin grevên birçîbûnê û piştî grev bi dawî bû jî divê dermanên pêwîst bidin wan. Wekî din em difikirin ku raya giştî ya Tirkiyeyê, partiyên muxalefetê û rêxistinên demokratîk ên civakî ji bo grevên birçîbûnê werin bidawîkirin divê guh bidin daxwazên girtiyan.”
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ Û REWŞA GIRTÎGEHAN
Ekmez bal kişand ser grevên birçîbûnê yên berê ku bi encamên neyînî derketibûn holê û axaftina xwe wiha domand: “Hin girtî jiyana xwe ji dest dan, xesarên mayînde li ûr û mejiyên hin girtiyan de çêbûn. Jixwe di girtîgehan de xwarineke baş naxwin, girtîgeh ji hêla xwarin û tenduristiyê cihên nebaş in, tav nakeve hundir. Girtî nikarin xwe bigehînin bijîşk. Anku mirov bi bedenên xwe yên nexweş dikevin grevên birçîbûnê. Di ketina greva birçîbûnê ya navbera miroveke derve û miroveke girtîgehê de ferq heye.
‘DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ WERE DERKETIN’
Ekmez axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê raya giştî ya Tikiyeyê, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk ên Tirkiyeyê hamberî sepana tecrîda veguheriye îşkenceyê derbikevin. Li gel vê yekê divê bêyî jiyana girtiyan têkeve xetereyê û pirsgirêkên mayînde li wan peyda bibin, rayedar rê li ber berdana grevên birçîbûnê vekin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû