ÊLIH - Şaredariya Êlihê ya di bin rêvebirina qeyûm de ye bêyî erêkirina Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Veguherîna Avhewayê, dest bi xebatên Projeya Herêma Senayiya Organîzeyê ya ku dê li kêleka Çemê Êlihê were çêkirin kir.
Şaredariya Êlihê ya di bin reveberina qeyûm de ye bi biryara 6’ê kanûna 2022’yan girtiye bajarokê Girêsîra, Gundê Selivê, taxa Girbereşkê û qadeke Çemê Êlihê jî digire nava xwe, ji îmarê re vekir. Li gorî biryara Meclisa Şaredariya ku ji kesên hatine tayînkirin ava bûye, dê li kêleka Çemê Êlihê, Herêma Senayiya Organîzeyê (OSB) were çêkirin.
Gelek rêxistinên hawîrdorê û hin rêxistinên sivîl, ji ber ku dê Çemê Êlihê qirêj bike û jiyana xwezayî jî xera bike li dijî vê projeyê derdikevin.
Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Veguherîna Avhewayê derbarê projeya ku pêşkeşî wan hatiye kirin, hêj biryar nedaye lê belê şaredariyê ji bo binesaziya înşaeta OSB'ê dest bi xebatan kir jî. Ji bo sererastkirina 4.6 kîlometreyên çemê di navbera Pira Êlih-Amedê û Pira Rêya Hawîrdor a Başûr, xebatên îhaleyê dest pê kirin. Karûbarên Avê yên Dewletê (DSÎ) îhaleya Projeya Sererastkirina 3’yemîn Cihê Çemê Êlihê bi bihayê 121 mîlyon û 405 hezar lîreyan da.
Têkildarî projeyê Walitiyê jî daxuyanî da û wiha got: “Dema ku xebatên sererastkirinê temam bûn dê projeya pir hêja ya çêkirina OSB’ê jî dest pê bike.”
Li bajêr pêdiviya avê 90 metrekup e û ji Çemê Êlihê rojê dora 200 hezar metrekup ava vexwarinê dikare were derxistin. Li dora çem 44 bîrên avê hene û bêyî xebateke paqijkirina avê, bi awayê herî erzan dikare av ji çem were temînkirin. Lê belê dema ku ev proje têkeve meriyetê, dê di nava demê de av bi qirêjbûnê re rû bi rû bimîne.
Aktîvîstê ekolojîst Ridvan Ayhan anî ziman ku bi vê projeye dixwazin çavkaniya avê û jîngeha Çemê Êlihê ya gelê bajêr, tune bikin.
JI KARESATA LÊHIYÊ AQIL NEGIRTIN
Ayhan bertek nîşanî destpêkirina xebatên bêyi destûra Wezaretê hatine destpêkirin da û anî ziman ku rêveberan ji karesata lehiyê ya herî dawî tu aqil negirtine û got: "Çêkirina OSB'ê ji zanist û wijdanê dûr e. Ev der hem di hêla ekolojiyê de hem di hêla çandiniyê de cihekî guncav e. Heke li vê derê OSB were çêkirin dê çem bi madeyên kîmyewî tije bibe û biherike, dê ava wê neyê vexwarin. Dê zirareke mezin bibîne.” Ayhan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku çem tevî ku pêdiviya avê ya bajar dibersivîne, jîngeha zêdetirî sedan çûkan e. Ayhan bilêv kir ku dê bi zirara OSB ava dike re hem jiyana mirovan hem jî jiyana sewalan dê têkeve xetereyê.
‘BÊYÎ DERENGMAYÎN DIVÊ XWEDÎ WERE DERKETIN’
Di diwaya axaftina xwe de Ayhan anî ziman ku desthilat li ser polîtîkayên dijminane xwezayê dide meşandin û bi bîr xist ku Heskîfa 12 hezar salî di bin Bendava Ilısûyê de hate hiştin, hewl didin bi xebatên HES'ê Newala Zorê tune bikin û got: “Niha jî çav berdane Çemê Êlihê. Kesên ku çavên wan bi rantê kor bûne, dê zirarên jêveneger bidin bajêr û gel. Hêj ku nebûye dereng, divê xwedî were derketin.”
MA/ Fethî Balaman