ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Mehmet Alî Ugur ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin, diyar kir ku li girtîgehê îşkence heye û wiha got: “Xwarinê û ava germ nadin, pirtûkên me desteser dikin, ava daşirê didin me û gelek êriş tên kirin.”
Binpêkirinên li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibin. Polîtîkaya tecrîdê ya îktîdarê, pirsgirêkên li girtîgehê hêj kûrtir dike. Yek ji girtîgehên ku herî zêde binpêkirinên mafan lê tên kirin jî Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê ye. Girtî Mehmet Alî Ugur ku nexweşê çolyakê ye, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê bi malbata xwe re axivî û ragihand ku binpêkirinên li girtîgehan gihiştine asta herî jor.
'XWARINÊ NADINÊ'
Dayika Ugur, Gulistan Demîr têkildarî rewşa kurê axivî. Demîr, diyar kir ku di hevdîtinê de Ugur jê re gotiye ku di şert û mercên herî giran de têdikoşin. Demîr, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Kurê min bi bêbextî hate girtin. 8 salan di Girtîgeha Tekîrdagê de ma. Piştre anîn Şirnexê û 8 salan di girtîgeha Şirnexê de ma. Ji wir jî birin Girtîgeha Rîzeyê. Piştre birin Panosê, ji wir sewqî Wanê hate kirin û herî dawî dîsa birin Girtîgeha Panosê. Piştî ku kete girtîgehê, nexweşiya çolyakê li wî peyda bû. Xwarina wî nadinê, gelek zext li ser wan hene. Çend roj berê li me geriya û ji min re got; ‘li vir jiyan nîne. Xwarinê nadin, pirtûkên me desteser dikin, ava gerim nadin, ava daşirê didin me, gelek êrişan li dijî me dikin.’ Tiştên ku ji genim tên çêkirin nikare bixwe. Divê xwarinên wî taybet bin lê nadinê. Dixwaze ji xwe re ji kantînê bikire lê destûr nayê dayîn. Di rewşeke nebaş de ne. Nexweş e, bila bê berdan. Ji ber ku nexweşe nekete greva birçîbûnê. Lê hevalên wî yên bi wî re ketine greva birçîbûnê."
ÎŞKENCEYA HEVDÎTINÊ
Bi domdarî Demîr bi lêv kir ku dema diçin hevdîtinê pir tên bisînorkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Kurê min banga hestiyariyê kir û xwest ku dengê wan bê bihîstin. Ez 2 meh beriya niha ji bo hevdîtinê çûm girtîgehê. Em ji vir heta Panosê diçin lê tenê 20 deqeyan wan dibînin. Nahêlin em bi rehetî biaxivin. Tişta ku dikin heqarete. Her roj heqaret û zilmê li me û zarokên me dikin. Dema em diçin girtîgehê, lêgerîneke zêde tê kirin. Ji ber vê lêgerînê mirov naxwaze biçe hevdîtinê. Nahêlin mirov tu tiştekî bi xwe re bibe. Keça min bi pitika xwe re hatibû hevdîtinê û heta ku mamayê pitikê jî jê standin. Ev ne edalet e. Me ji vê dewletê aramî nedîtiye. Em doza heq û hiqûqê dikin. Banga min ji her kesî re ew e ku xwedî li girtiyan derbikevin û dengê wan bibihîzin."
MA / Zeynep Durgut