NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî “Rapora Sala 2023’yan” a KCDP’ê; di nava salekê de herî kêm 315 jin hatin qetilkirin û 248 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) rapora xwe ya sala 2023’yan eşkere kir. Li gorî raporê, di sala 2023’yan de 315 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin. Her wiha 248 jinên bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan hatin dîtin.
Di raporê de hat gotin ku di nava 15 salên ku qirkirina jinan dihat qeydkirin de tenê sala ku Peymana Stenbolê hatibû îmzekirin hejmara qetilkirina jinan kêm bûye. Hat gotin ku piştî betalkirina peymanê rêjeya tundiya li dijî jinan û qetilkirina wan zêde bûye.
Li gorî raporê; herî zêde jin li Stenbolê hatin qetilkirin. Piştre jî li Îzmîr û Enqereyê. Ji 315 cînayetên jinan 8 jê li Mûglayê hatin kirin. 8 jin jî bi îşkenceyê hatin qetilkirin.