STENBOL - Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku hevdîtina wî ya bi malbat û parêzeran re tê astengkirin ev 35 meh in tu agahî nayên girtin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ji Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar 35 meh in tu agahî nayên girtin. Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re, bi awayekî sîstematîk di bin navê “disiplînê” de tên astengkirin.
HEVDÎTINA DAWÎ YA BI MALBAT Û PARÊZERAN RE
Parêzerên Abdullah Ocalan di 27’ê tîrmeha 2011’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kir û heta sala 2019’an bi tu awayî destûra hevdîtinê nehat dayîn. Di 8’ê Mijdara 2018’an de bi pêşengtiya Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven greva birçîbûnê hate destpêkirin û li tevahiya girtîgehan belav bû. Çalakî 200 rojan berdewam kir û di encama van çalakiyan de parêzeran di sala 2019’an de 5 hevdîtin kirin. Hevdîtina herî dawî jî parêzeran di 7’ê tebaxa 2019’an de kir. Hemû serlêdanên piştre hatin redkirin.
Abdullah Ocalan herî dawî di 3’yê adara 2020’an de bi malbata xwe re rû bi rû hevdîtin kir. Piştre jî birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê hevdîtin kir lê ev hevdîtin di nîviyê de hate qutkirin. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî jê nayên girtin.
501 SERLÊDAN BÊENCAM MAN
Rewşa tecrîda mutleq a li Îmraliyê ku di lîteratûra navnetweyî de weke “incommunicado” tê pênasekirin didome. Her wiha hewldanên parêzer û malbatan jî didome. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat her hefteyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin. Ji 25’ê adara 2021’ê ku hevdîtina herî dawî hatibû kirin heta niha 348 jê yên parêzeran û 153 yên malbatan bi giştî 501 serlêdan ji bo serdozgeriyê û midûriyetê hatin kirin. Lê tevahiya serlêdanan bêbersiv hatin hiştin an jî bêyî ku sedema wê were vegotin bi hinceta “cezayên disiplînê” hatin redkirin.
LI DIJÎ TECRÎDÊ KAMPANYAYA AZADIYÊ
Di demeke ku rewşa agahînegirtina mutleq a li Îmraliyê didome de, gelê kurd û dostên wan li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî û xwepêşandan dan destpêkirin û didomin. Di vê çarçoveyê de, di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendan bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” kampanya hate destpêkirin û kampanya roj bi roj mezintir dibe. Kampanya dikeve meha çaremîn. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdara 2023’yan de li 106 girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Malbatên girtiyan jî bi heman daxwazan dest bi Nobeta Edaletê kirin.
JI 571 KESAN DEKLARASYONA HEVPAR
Nivîskar, derhêner, muzîkjen, rexnegirên hunerê, lîstikvan, wênesaz, dengbêj û ji qada wêje û hunerê 571 kesan di 7’ê çileyê de li Amed û Stenbolê bi sernavê “Ji bo aştiyê em bibin dengek” deklarasyoneke hevpar weşandin. Julîde Kural, Sirri Sureyya Onder, Cevdet Bagca, Nûr Surer, Mîkaîl Aslan û gelek kesên din di nava îmzakaran de bûn. Di deklarasyonê de hat xwestin ku pirsgirêka kurd bê çareserkirin, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û banga aştiya civakî hate kirin.
BI DAXWAZA HEVDÎTINA LEZGÎN SERÎ LI CPT’YÊ DAN
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Di Sîstema Cezayê De Civaka Sivîl (CÎSST), baroyên Êlih, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Şirnex, Riha û Wan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re yên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê 34 meh in agahî ji wan nayê girtin hevdîtinê pêk bînin, di 12'ê Çileyê de serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan ku demildest "hevdîtin" pêk bê.
RAPORA ÇAVDÊRÎ Û TESPÎTÊ YA ÎMRALIYÊ
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê di 17’ê çileyê de “Rapora Çavdêrî û Tespîtê ya Sala 2023’yan” a têkildarî Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê parve kir. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di rapora xwe de got ku di nava salê de ji bo hevdîtina 169 serlêdan hatine kirin lê bêbersiv hatine hiştin. Di raporê de wiha hate gotin: “Sala 2023’yan bû sala agahînegirtinê.” Her wiha hat gotin ku divê sala 2024’an bibe sala azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd.
HEZAR Û 330 PARÊZERAN SERLÊDAN KIRIN
Ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, li Edliyeya Amedê serî li Wezareta Dadê dan û xwestin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Têkildarî serlêdanê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re bi awayekî derhiqûqî tê astengkirin û bang hate kirin ku ev rewşa derhiqûqî bê bidawîkirin.
MA / Îbrahîm Irmak