AMED - Nivîskar û Lêkolîner Şukru Arslan di Kongreya Îslama Demokratîk de axivî û got: "Serokatiya Karên Diyanetê tenê xizmeta tirk û mezhebê henêfiyan dike."
Li Amedê di pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Amedê de li Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran “Konferansa Îslama Demokratîk" pêk hat. Konferansê piştî nîvro bi mijara “Li dijî siyaseta kurd a demokratîk, qerta ol a dewletê" berdewam kir. Di vê rûniştina konferansê de Akademîsyen Fadil Bedîrhanoglu axivî û got: "Ji bo civakan dewlet, leşker û polîs ne pêwist e. Eger civak di aliyê sincî de bê rêvebirin pêwistî ji polîs, leşker û dewletê namîne."
OL DIKIN AMÛRÊ SIYASETÊ
Bedîrhanoglu, anî ziman ku îqtîdar ol ji bo xwe dike amûr û wiha axivî: "Piştî ol ji bo xwe dikin amûr, fesadi, zilm û zordarî pêş dikeve. Ji ber vê yekê ol ji rastiya Îslamê dûr dikeve. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe her tiştî rewa dibîne. Dema olê îslamê ji cewherê xwe dûr dikeve jahrînî dike û dikuje. Partiyan bi bandora nijadperestiyê digirin. Di her bûyerê de ol dikin amûra siyasetê. Bi taybetî di 15 salên dawî de bêtir ol kirine amûra siyasetê."
BUTÇEYA WEZARETA DIYANETÊ
Lêkolîner û Nivîskar Şukru Aslan jî bi sernavê "Îslama Demokratik" mijarek pêşkêş kir û wiha got: "Lêçûna Wezareta Dadê pir zêde ye. Lêçûna Serokatiya Karên Dîyanetê ji lêçûna 5 wezaretan zêdetir e. Serokatiya Karên Diyanetê tenê xizmeta tirkan û mezhebê Hênêfiyan dike."
Konferans bi pirs û bersîvan bi dawî bû.