ENQERE - Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ya ragihand ku ketiye greva birçîbûnê wiha got: “Weke rojnameveneke ku xebatên wê yên pîşeyî tên krîmînalîzekirin û hatiye hefskirin li dijî bêdengiyê dengê xwe bilind dikim.”
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 63’yan de berdewam dike.
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, ragihand ku ketiye çalakiya greva birçîbûnê. Muftuoglû bi rêya parêzerên xwe ragihand ku dest bi greva birçîbûnê kiriye, diyar kir ku dê heta 5’ê sibatê çalakiya xwe bidomîne.
‘EZ BANG LI HERKESÊ DIKIM KU DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
Peyama Muftuoglû wiha ye: “Em di rastiya Tirkiyeyê ku herkesên difikirin, rastiyan dinivîsin tên girtin dijîn. Em dizanin ku tişta esas hatiye hefskirin û tecrîdkirin heqîqet e. Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li girtîgehan hatiye destpêkirin berdewam dike. Tecrîda li dijî azadiya îfadeyê, heqîqetê, demokrasiyê û azadiyê tê pêkanîn û tune hesibandin çavkaniya xwe ji polîtîkayên li Girava Îmraliyê tên meşandin digire. Ji bo ev tarîtî were belavkirin divê tecrîd bê rakirin. Weke rojnamevaneke ku xebatên wê yên pîşeyî tên krîmînalîzekirin û hatiye girtin û bi awayekî şexsî encamên bêhiqûqiyê dîtiye, li hemberî bêdengiya hatiye afirandin dengê xwe bilind dikim. Ji bo ku heqîqet di tarîtiyê de nemîne ez bang li herkesê dikim ku dengê xwe bilind bikin.”