STENBOL - Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, diyar kir ku rêya derketina ji qeyranê ya Tirkiyeyê belavkirina pergala Îmraliyê ye û wiha got: "Têkoşînên ku Îmraliyê neke navenda dêkoşîna xwe û pozîsyona hiqûqî ya Ocalan nexwaze nikare bi ser bikeve."
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 17'ê Çile de bi civîna çapemeniyê "Rapora çavdêriyê ya sala 2023'an" a der barê rewşa Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysî Aktaş de parve kir. Buroyê di raporê de diyar kir ku di salekê de 169 caran xwestine biçin Îmraliyê û hemû serlêdanên wan bê bersîv mane. Buroyê destnîşan kir ku sala 2023'yan bûye sala bêtêkiliya mutlaq û ew ê sala 2024'an jî ji bo Abdullah Ocalan dê bikin sala azadiyê.
Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, têkildarî rapora Îmraliyê û hewldanên xwe nirxand.
'DIXWAZIN VÎNÊ BIŞKÎNIN'
Yureklî anî ziman ku her sal raporan amade dikin û bi van raporan li aliyekî der barê rewşa Îmraliyê de cemaweriyê agahdar dikin û li aliyê din jî dixwazin raya giştî têxin nava liv û tevgerekê. Yureklî, da zanîn ku pratîka muameleya xerab a Îmraliyê di sala dawî de bi xwe re bêhiqûqî zêde kiriye û bêtêkiliya mutlaq ava kiriye û wiha got: "3 sal in bi tu awayî qet ji Îmraliyê agahî tune ye. Li Îmraliyê pratîka îşkence û muameleya xerab di meriyetê de ye. Bi vê rêbazê dixwazin vîna muwekilê me bişkînin."
'CPT AGAHÎ NEDA'
Yureklî destnîşan kir ku ji bo rewşa Îmraliyê bê guhertin wan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a EWropayê (DMME) û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) dane û wiha axivî: "Helwesta CPT û DMME'yê sûc e. Em nikarin giliyê wan li merciyeke din bikin. Merciya herî jor ew in. Berê jî CPT tespît kiribû ku şert û mercên Îmraliyê nayê qebûlkirin. CPT, di îlona 2022'an de serdana Îmraliyê kiribû. Lê em agahdar nekirin. Tu daxuyanî jî nedan. Li gel vê yekê rapora xwe jî aşkere nekir. Bi hinceta 'Li gorî peymana ku em bi wê ve girêdayî ne" apor aşkere nekirin. Lê tu rewş û peymanên wisa tune ye. CPT, berê 8 caran Îmralî ziyaret kir û di hemû serlêdanên xwe de hikûmet rexne kir. Diyar kir ku ev rewş nayê qebûlkirin."
‘DMME 14 SAL IN BIRYARA XWE AŞKERE NAKE'
Yureklî têkildarî helwesta DMME'ê jî axivî û wiha berdewam kir: "Me têkildarî rewşa Birêz Ocalan di sala 2011'an serî li DMME'ê da. Birêz Ocalan 25 sal in di şertê Îmraliyê de tê girtin. Temenê wî bûye 75 salî. Li gel vê yekê DMME li hemberî vê rewşê bêhelwest e. Rapora xwe aşkere nake. Berê der barê rewşa Îmraliyê de 2 biryar dabûn. Diyar kiribû ku ev rewşa muameleya xerab e û îşkence ye. Di sala 2005'an û di sala 2014'an de biryar dabû."
PROSEDURA HERBA DER NÎZAMÎ HEYE
Cengîz Yureklî bilêv kir ku DMME û saziyên navdewletî yên din li dijî Îmraliyê bi hevre mafan binpê dikin û wiha lê zêde kir: "Em der barê tenduristiya muwekilê xwe de agahiyê nagirin. Em ji vê rewşê bi fikar in. Wezareta Tenduristiyê bersîvê dide pirsnameya DEM Partiyê û dibêje 'Ev nakeve qada me' Bêguman Wezareta Tenduristiyê ji vê rewşê berpirsiyar e. Eger ne di sînorê erka wê de be, di sînorê Wezareta Dadê de ye. Eger dibêje 'Ez ji vê rewşê ne berpirsiyar im' wê demê Statuya Îmraliyê dikeve meriyetê. Em dipirsin wê demê Îmralî di sînorê kê de ye. Dikeve qada kê. Ji destpêkê de pirsgirêka statuya Îmraliyê heye. Dixwawiz Îmraliyê wekî tiştekî veşarî nîşan bidin. Hemû zagonên pêk tînin ji bo Îmraliyê nederbasdar e. Aşkere ev tişt Prosudura herba Der Nîzanî ye. Li vir Ewropa û Tirkiye şirîkê hev in. Bêhiqûqiya ku li Îmraliyê pêş dikeve Tirkiye tenê ne berpirsiyarê vê yekê ye. Tirkiye girêdayî Ewropa ye. Heta ku ewropa nexwaze Tirkiye nikare bi serê xwe tev bigere. Tirkiye mecbûr e biryarên Konseya Ewropa û Komiteya Wezaretan a Ewropayê pêk bîne. Eger ewropa nexwaze Tirkiye nikare li gorî serê xwe tev bigere. Tirkiye û Ewropa bi hev re pergala Îmraliyê ya îşkenceyê pêş dixin."
HEZAR Û 330 PAREZER JI BO ÎMRALI SERÎ LI WEZARETÊ DAN
Yürekli bibîr xist ku li dijî vêhiqûqiya ku pêş dikeve hem li Tirkiyeyê û hem li cîhanê gelek sazî û rêxistinên hiqûqê ketine nava lev û tevgerê û wiha dirêj kir: "Herî dawî ji 35 baroyan Hezar û 330 parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan. Li Tirkiyeyê tu rêxistinênn parêzeran bi vî awayî li dijî behiqûqê dernakevin. Ev nîşan dide ku li Îmraliyê bêhiqûqiyek pir mezin heye. Hezar û 330 hempîşeyên me serî li Wezaretê dan û gotin 'Wê bêhiqûqîyê bi dawî bikin. Em dixwazin li Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin. Ev serlêdan pir bi qîmet e. Parêzeran bi vê yekê gotin her kesên ku qala hiqûq û binpêkirina mafan dikin divê berî her tiştî li dijî pergala Îmraliyê dengê xwe bilind bikin."
'DIVÊ HER KES SEFERBER BIBE
Yurekli di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê hatiye asta ku neyê tehamulkirin û wiha pêde çû: "Ji bo Tirkiye ji vê qeyran û kaosê derkeve divê berî her tiştî pergala Îmraliyê tune bike. Her rêxistinên ku di têkoşînên xwe de dixwazin encamê bigirin û bi ser bikevin divê berî her tiştî meseleya Îmraliyê ji bo xwe bikin meseleya navendî û ji bo rakirina pergala Îmraliyê têbikoşin. Ne wisa be di têkoşîna xwe de bi ser nakevin.
Birêz Ocalan ne tenê ji bo çareseriya li dijî tundiyê, her wiha ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsgirêka kurd jî proje û bernameyan amade dike. Yekane kesê ku ji bo vê yekê proje û bername amade kiriye Birêz Ocalan e. Rêxistin û têkoşînên ku ji bo guhertina hiqûqa Îmraliyê tênekoşin nikarin bi ser bikevin. Eger her kes hiqûqa li Îmraliyê ji bo xwe bike navenda meseleyê wê di sala 2024'an de bi ser bikevin."
SALA 2024'AN DÊ BIBE SALA SERKEFTINÊ
Yurekli herî dawî destnîşan kir ku sala 2023'an ji bo Abdullah Ocalan bû sala tecrîda mutlaq û bêtêkiliya mutlaq, lê sala 2024'an ewê ji bo Ocalan bikin sala azadiya fizîkî û wiha bi dawî kir: "Hemû gelê cîhanê li dijî tecrîda Birêz Ocalan çalakiyan li dar dixin û vê rewşê qebûl nakin Lê Tirkiye vê rewşê naxwaze bibîne. Girtiyen siyakî jib o çareseriya demokratîk û azadiya Birêz Ocalan e. Li her derê gelê me daxwazên girtiyan diqîrin. Em bawer dikin ku ev têkoşîn êdî bûye kurevî û sala 2024'an dê bibe sala azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan."
MA / Îbrahîm Irmak