HATAY - Apartmana Atîlla Eren a li Hatayê ku li şûna 7 qatan weke 14 qat hatibû çêkirin di erdhejê de hilweşiya û 400 kesan jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Ecevît Alkan got ku kesên qadên zeytûngehan ji îmarê re vekirîn ev saleke hêj nehatine lêpirsîn.
Li gorî daneyên Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di erdhejên navenda wan Mereşê de li Hatayê zirareke mezin gihişt 89 hezar û 25 bînayan ku êdî nema dikarin bên bikaranîn. Li gorî daneyên fermî; 23 hezar û 65 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Yek ji avahiyên hilweşiyayî jî Apartmana Atîlla Eren e ku xwediyê wê Mitehidê Oz Burak Înşaetê Hîkmet Gunsay e û ev avahî bi gotinên weke “Bi teknolojî û malzemeyên herî baş hatiye çêkirin” û “Avahiyên ku mirov bikare lê bijî” hatibûn pêşkeşkirin. Çêkirina vê apartmanê di sala 2018’an de dest pê kir û nifteyên wê di sala 2021’ê de hatin radestkirin. Di erdhejê li vê apartmanê 400 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de avahiyên Gunsay û Şîrketa Oz Burakê yên weke Apartmana Hîkmet Gunsay, bloqeke Sîteya Akademî Citiyê, Apartmana Elçîler, Apartmana Buket û Apartmana Ayla Uçar jî di erdhejê de hilweşiyan.
Serokê komîsyona Hawirdor û Hiqûqa Bajar a Baroya Hatayê parêzer Ecevît Alkan doza Apartmana Atîlla Eren girtiye û kitekitên dozê ji ajansa me re parve kir.
PLANA WÊ JI BO 7 QATAN BÛ LÊ 14 QAT HATIN AVAKIRIN
Alkan, Da zanîn ku tevahiya Taxa Ekînciyê ku Apartmana Atîlla Eren lê hatiye çêkirin qadên zeytûngehan bûn û wiha got: “Rewşa îmarê ya li herêmê hate guherandin. Di dema çêkirina Apartmana Atîlla Eren de mitehid ji hêla aborî ve zehmetî kişandin. Di vê pêvajoyê de çêkirina wê hinek vema. Çendek kes mudaxil bûn û di karên burokrasî û aboriyê ve bûn alîkar. Apartmana Atîlla Eren bi awayeke eletewş hate çêkirin. Plansaziya vî avahiyî ji bo 7 qatan bûn. Plansaziya wê qediya bû lê dema qediyayî 14 qat bûn. Ji bo tu bikarî avahiyê 14 qat çêbikî divê tu ji şaredariyê destûrê bixwazî. Tê gotin ku di dema destûran de hinek bêusûlî hatine kirin. Ji bo ku ev bi rêya darazê bên lêkol3ınkirin me serlêdan û daxwaznameyên pêwîst dan. Bi taybet jî dema me xwe gihandî rapora etûda hîm, me dît ku di raporê de hatiye destnîşankirin ku divê tevdîr bên girtin û bi vî awayî bê avakirin. Lê li gorî me tevdîr nehatine girtin.”
'KESÊN JI BO QADÊN ZEYTÛNGEHAN DESTÛRA ÎMARÊ DAYÎN NAYÊN LÊPIRSÎN’
Alkan, diyar kir ku zeytîngehên li Taxa Ekînciyê ku qadekî berfireh digirin hatin birîn û li ber îmarê hatin vekirin. Alan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Diviyabû herêma behsa xeberê li îmarê nehata vekirin. Lê vekirin û avahiyên bilind lê ava kirin. Di rapora etûda hîm de tê gotin ku avên binerd ji 3 metreyan ve dest pê dikin, tevahiya herêmê bi aluvyolan girtî ye û xakekî berhemdar e. Mitehit girtî ye lê hemû kesên destûra vê derê dane û yên li vir lênêrîn kirin gumanbar in. Di çarçoveya qanûna memûrên dewletê de ji bo peywirdarên cemaweriyê, xebatkarên şaredariyê, yên destûra vê derê dane û dema dihat çêkirin ên ev der kontrol nekirine destûra lêpirsînê hate xwestin. Lê destûrên lêpirsînê hêj nehatine lewma lêpirsîna derheqê peywirdarên cemaweriyê de ku ji sedî 50 ji vê encamê berpirsyar in, vedimîne.”
DOSYAYÊN ÎMARÊ HATIN TALANKIRIN
Bi domdarî Alkan anî ziman ku piştî erdhejê dosyayên îmarê hatine talankirin û wiha pê de çû: “Mitehidê bînayê dibêje ku pirsgirêkên aborî jiyaye û alîkarî wergirtiye. Balê dikişîne ser Ahmet Cambaz ku ev kes pir nêzî Şaredarê Antakyayê ye û tevahiya îhaleyên paqijiyê digire. Têkiliyên Cambaz ên bi siyasetmedaran re xurt in. Dibe ku apartmaneke wekî vê ji 7 qatan derxistibe 14 qatan. Lewma divê tevahiya belgeyan bên lêkolînkirin. Tevî ku 400 kes mirine jî hêj îdianame nehatiye amadekirin. Lêpirsînên li herêmên erdhejê baş nayên kirin. Delîlan li gorî usûlan kom nakin an jî tên tunekirin. Li gorî min mînakên karot, hesin ên li van apartmanan baş nehatine girtin. Ji ber ku aliyên wê yên hiqûqî, civakî û siyasî hene. Aliyê siyasî zirarekî mezin da herêmên erdhejê. Her tim hilbijarin tên kirin û hewl didin hilbijêran memnûn bikin. Her wiha kavil bi awayekî derhiqûqî hatin rakirin. Lewma ne bawerim lêpirsînên cezayê edaletê pêk bînin. Lê em ê dev jê bernedin.”
'DIVÊ WEKE NAMZET NEYÊ NÎŞANDAN, DIVÊ BÊ DARIZANDIN’
Alkan, da zanîn ku ew bi xwe jî mexdûrê erdhejê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Di jinûveavakirina Hatayê de divê bi aqilane tevbigerin û plansaziyeke bitendurist bikeve meriyetê. Banga min ji bo Wezareta Karên Hundir ew e ku ji bo darizandina peywirdarên cemaweriyê tavilê destûrê bidin. Herî dawî jî banga min ji bo partiyên siyasî ye, serokên şaredariyan ên heyî dîsa weke namzet nîşan nedin. Divê ev kes bên darizandin.”
MA / Yusra Batihan