NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên ku di erdheja 6'ê Sibatê de hilweşiyan, kesên jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn. Di bîranînan de peyama "Em ji bîr nakin, em helal nakin" hat dayîn.
Yek ji bajarên ku hilweşîneke mezin lê çêbûyî jî Semsûr bû. Li Semsûrê jî girseyeke qelebalix kom bû. Welatiyên ku bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê li Parka Mîmar Sînan hatin gel hev pankarta “Em di şînê de ne, ji bîr nakin” vekirin. Girseyê xwest ku berpirsyar bên darizandin û dovîzên “Bila hemû berpirsyar bên darizandin”, “We mirov terkî mirinê kirin” û “Deng hebû dewlet tunebû, deng qut bû dewlet hat” vekirin.
BERTEK NÎŞANÎ WALÎ DAN
Heta ber Kuleya Saetê meşa hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak wiha got: “Em ê piştevaniya xwe ya bi mexdûrên erdhejê re bidomînin, birînên xwe bi hev re bipêçin û êşên xwe parve bikin.”
Welatiyan jî qurnefîl danîn pêşiya Kuleya Saetê. Di wê navberê de bertek nîşanî waliyê Semsûrê Osman Varol û wezîrê berê Adil Karaîsmaîloglû dan. Hinek welatipyan bi gotinên “Em heqê xwe helal nakin” bertek nîşan dan û girseyê dirûşma “Gelo kes dengê me dibihîse?” berz kirin.
Piştre jî pivdankên reş û spî berdan hewayî. Pêkhateyên platformê li pêşiya Îsîas Hotelê find vêxistin.
AMED
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê jî bîranîn li pêşiya Sîteya Diyar Galerîayê ku 89 kesan jiyana xwe ji dest dabûn li dar xist. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun û gelek kes heta sîteyê meşiyan û qurnefîl danîn cihê kavilan.
Berdevka Platformê Elîf Turan piştî rêzgirtinê axivî û wiha got: “Li gel ku salek derbas bûye hêj jî êşa wê nûye. Yên ku tevdîrên pêwîst negirtin, yên guh nedayîn zanist û teknîkê ev erdhej veguherandin karesatekê.”
Namzet Dogan Hatun jî got ku hemû kes bûye şahidê karesatê. Dogan anî ziman ku ew di erdhejê de bûne şahidê bêxwedîtiyê.
Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.
EDENE
Komeleya Piştevaniya Erdhejê ya Edeneyê jî li navçeya Çukurovayê li pêşiya Apartmana Alpargunê ku 96 kesan lê jiyana xwe ji dest dabûn merasîma bîranînê li dar xist. Tevî rêxistinên civaka sivîl gelek kes tev li merasîmê bûn. Di merasîmê de wêneyên qurbaniyan hatin hilgirtin, find hatin vêxistin û meşale hatin hilgirtin. Di bîranînê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Beşdaran gotin ku dê qurbaniyan ji bîr nekin, berpirsyaran efû nekin û hevhelal nekin.
OSMANIYE
Li Osmaniyeyê jî li pêşiya herêma Sîteyên Metîn Tamer a Taxa Adnan Menderes merasîma bîranînê hate lidarxistin. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û dua hatin xwendin. Beşdaran qurnefîl danîn cihê kavilan.