ŞIRNEX - Parlamenter Berîtan Guneş û Gulderen Varli yên di “Meşa Mezin a Azadiyê” de cih digirin, destnîşan kirin ku meşa wan hêvî û kelêcaneke mezin daye avakirin û anîn ziman ku çareseriya pirsgirêka kurd ji Îmraliyê dest pê dike.
Meşa Mezin a Azadiyê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, di 1’ê sibatê de ji Wan û Qersê hate destpêkirin didome. Meş dê di 15’ê Sibatê roja Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de anîne Tirkiyeyê, dê li gundê Amaraya Rihayê bi dawî bibe.
Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk ên bajar bi bajar, navçe bi navçe “Meşa Azadiyê” didomînin, bi piştgirî û coşa gel re rêwîtiya xwe didomînin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş û Gulderen Varli ên di baskê meşê yê Wanê de cih digirin, têkildarî girîngiya meşê û eleqeya gel axivîn.
‘ÇARESERÎ JI ÎMRALIYÊ DEST PÊ DIKE’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş destnîşan kir ku dixwazin bi tecrîda 25 salan dom dike re têkiliya gel a bi Abdullah Ocalan ê di Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind de tê ragirtin bibirin. Guneş da zanîn ku li gel dema ku derbas bûye, dewlet bi tecrîdê negihiştiye armanca xwe û wiha axivî: “Jixwe tecrîd di nava gel de hatiye şikandin. Em ji ber wê dibêjin ‘Azadiya fizîkî’. Birêz Ocalan ev 25 sal in girtî ye lê belê fikr, raman û paradîgmaya wî di nava gel de dijî, zindî ye, li vê derê ye. Li her derekê xwedîderketineke mezin heye.” Guneş da zanîn ku her cihê ku ew diçinê, bi biryardariyeke mezin tên pêşwazîkirin û anî ziman ku her kesek nerazîbûna xwe ya li dijî zilm û tecrîdê tîne ziman. Guneş diyar kir ku ew di roja 4’emîn a meşê de çûn serdana goristanên 19 jê zarok, 34 kesên di sala 2011’an de li Qilebana Şirnexê bi balefirên şer ên F-16’an hatine qetilkirin û wiha axivî: “Roboskî birîneke kûr a kurdan e. Lê belê dayikeke Roboskiyê wiha bang li dayikên leşker û polîsan kir, ‘Bila êdî ev zilm bi dawî bibe, bila aştî were vê axê’. Di vê peyamê de xwedîderketineke mezin hebû. Ev şer û xwîn dê bi çareserkirina pirsgirêka kurd re were sekinandin. Li gel sed salên ku derbas bûyî pirsgirêka bi şer û înkarkirinê çareser nebû û bêhtir kur bû. Di qonaxa çareseriyê de ev meş peyamek e. Çareserî ji Îmraliyê, bi azadiya birêz Ocalan, bi şikestina tecrîdê pêkan e. Çareseriya hemû pirsgirêkan bi vê re girêdayî ye.”
‘HER KES NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN DIDE’
Guneş anî ziman ku Abdullah Ocalan ê bi komployeke navneteweyî anîne Tirkiyeyê, îro weke navneteweyî tê xwedîderketin û wiha pê de çû: “Tevahiya dinyayê li ser piya ye, ciwan li Ewropayê li kolanan in, girtiyên azadiyê di çalakiyê de ne, dayik di Nobetên Edaletê de ne, jin li kolanan in… Her kes nerazîbûna xwe tîne ziman, ji bo çareseriyê birêz Abdullah Ocalan nîşan dide.”
‘GEL ÇARESERIYÊ DIXWAZE’
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli jî anî ziman ku her cihê ku ew diçin daxwaza tekane rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Varlî bi lêv kir ku meşê di nava gel de kêlêcan û hêviyeke mezin daye avakirin û wiha axivî: “Dayik dîsa li herî pêş cihê xwe digirin. Jixwe daxwaza ciwanan a herî mezin aştî ye. Dizanin ku şer ji xizaniyê bêhtir tiştekê naîne. Her kesek daxwaza xwe ya jiyana aştiyane tîne ziman.”
‘JI BO WELATEKE HÊJAYÎ JIYANÊ’
Varli da zanîn ku di çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de muxabat Abdullah Ocalan e û diyar kir ku dê tecrîd bi têkoşînê bi dawî bibe. Varli dubarê got ku heya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan tê pêkanîn û pirsgirêka kurd bi awayeke demokratîk tê çareserkirin ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û wiha domand: “Rêya jiyaneke azad û aştiyane, pêşxistina çareserkirina pirsgirêka kurd e. Em tecrîdê bidin rakirin, çareseriya pirsgirêka kurd bînin, di nava aştî û azadiyê de bijîn. Em bang li hemû kesên piştgiriyê didin aştî, azadî û demokrasiyê dikin; werin hûn jî di vê meşa azadiyê de deng bidin dengê me. Em bi hev re welateke hêjayî jiyanê bi hev re biafirînin.”