ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê beriya hilbijartina herêmî, li dijî feraseta antîdemokratîk belgeya helwestê ya girîngiyê dide rêveberiyên herêmî aşkere kir.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bi civîna çapemeniyê belgeya xwe ya helwestê ya têkildarî hilbijartinên herêmî aşkere kir. Di daxuyaniya li avahiya komeleyê hate kirin de daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Zîlan Gumuş ve hate xwendin. Gumuş a bal kişand ser pêkanînên navendîparêz û antîdemokratîk, girîngiya şaredartiya beşdar û nenavendî destnîşan kir.
‘DIVÊ POLÎTÎKAYÊN AZADÎXWAZ BÊN PÊŞVEBIRIN’
Gumuş, bi bîr xist ku Konseya Ewropayê di sala 1992’yan de Deklarasyona Mafên Bajariyan û Şertê Bajarvaniyê yê Ewropayê qebûl kiriye û li gorî mafên di deklarasyonê de cih digirin, daxwazên xwe wiha rêz kirin:
“* Divê polîtîkayên bajarvaniyê yên ku azadiya jinê û wekheviyê pêk tîne bên pêşxistin.
* Em dixwazin ku namzet bi taybetî li navenda bajaran wesayîtên taybet kêm bikarbînin, ji bo şêniyên bajarî bikarin li navenda bajêr bên û biçin derfetan ji welatiyan re peyda bikin. Divê kuçe weke cihên paqij û cihên têkilî û çalakiyên cûr bi cûr lê pêk bên, werin dîtin.
* Divê rêveberiyên herêmî tevî dengên zêde li dijî her cure qirêjiyê bergiriyan bigire. Çavkaniyên xwezayî û enerjiyê bisînor in divê bi awayekî kêm bên bikaranîn. Divê li gorî zanîst û aqlî were kirin. Divê rêveberiyên herêmî xwezayê û qadên heşîn biparêzin û bi pêş ve bibin.
* Divê navendên bajaran têxin bin parastinê. Divê li bajaran qadên vekirî bên avakirin. Divê xaniyên jîyana mirovane û zêdekirina pêwendîyên di navbera mirovan da zêde dikin, bên parastin.
* Divê qanûnên ji bo parastina bajarvaniyê hatine derxistin di ber çavan re bên derbaskirin û bi cih werin anîn, rêziknameyên têkildarî dadgeriyê li vê qadê bên kirin û polîtîkayên agahîwergirtin û perwerdeyê yên rêk û pêk, sîstematîk û perwerdeyê yên li ser parastina mîrateya bajaran bên meşandin.
* Divê hemû rayedarên herêmî mafê her kesî yê xaniyên bi tendurist biparêzin û şert û mercên ku hemû welatî ji vê derfetê sûd werbigirin ava bikin. Ji ber rîska erdhejê divê li hemû Tirkiyeyê ji bo avahiyan bi saziyên pispor re têkiliyeke tam bê danîn.
* Tedbîrên ji bo pêşîgirtina li xesp, dizî, tiryak, tacîza zayendî, revandin û sûcên mîna wê yên gefê li ewlekariya bajaran dixwin divê li ser bingeha pîvanên mafên mirovan bên sererastkirin. Li Tirkiyeyê divê yekîneyên ewlehiyê yên girêdayî rêveberiya navendî ya di vî warî de peywirdar û rayedar bi rêveberiyên herêmî re hevkariyê bikin û tedbîrên ku bên girtin divê rê li ber maf û azadiya welatiyan negirin.
* Divê li bajaran ji aliyê kesên astengdar bi hestiyar bin. Divê di avakirina bajaran û her astê de (xanî, kargeh, geşt, ragihandin û veguhestina giştî) hemû dizayn û sepandin bi pêrspektîfa mafên astengdaran bigirin dest.
* Divê mafê şêniyên bajarî yên kêf, şahî û sporê li ber çavan were girtin û dîzaynkirin û pêkanîna bajaran di vî alî de pêk were.
* Divê li jîngehan li ser mijarên çandî bi taybetî bê sekinandin. Bi prensîba pirjimarîya çandî; yekbûna hemû beşên olî û zimanî yên cihêreng bi wekheviyeke bêkêmasî; Ji bo parastina çanda xwe û pêşvebirina wê divê derfet ji wan re bên peydakirin.
* Di qada tenduristiyê ya bajarvaniyê de divê hawîrdora bajarvaniyê ji bo hemû bajariyan re şertên tenduristiyê yên baş pêk bîne, hilberîna madeyên pêdiviyên bingehîn ên pêbawer û bi awayekî bitendurist, belavkirin û pêşkeşkirina wê pêk bînin.”