AMED - Akademîsyen Îsmet Konak têkildarî siyasetmedarê muxalîf ê rûs Alaksey Navalny axivî û wiha got: “Muxalîfên wiha ji ber xwe ve namirin. Îxtîmaleke mezin Navalny hatiye kuştin.”
Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Aleksey Navalny ku yek ji dijberên Serokê Dewletê yê Rûsyayê Valdimir Putin dihat naskirin, di çileya 2021’an de ji derveyî welat vegeriya Rûsyayê. Ji ewil hate girtin û 3 sal û nîv cezayê hefsê lê hate birîn. Ji ber hinceta “tundrewiyê” jî di 4’ê tebaxa 2023’yan de 19 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Navalny, çendek meh berê derbasî girtîgeha li herêma Yamalo-Nenetsê hate kirin ku li nêzî Sîbiryaryayê ye û şert û mercên wê gelek giran in. Ev der weke mêtingeha “Gurê Qutbê” jî tê zanîn. Girtîgeha behsa xeberê duh daxuyaniyek da û got ku Navalny jiyana xwe ji dest daye. Servîsa Girtîgeha Federe ya Herêma Xweser a Yamalo-Nenetsê duh li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek da û got ku Navalny piştî meşê gotiye “Ez xwe baş hîs nakim” û piştre jî di kêliyê de bi ser hişê xwe çûye.
‘NAVALNY JI HÊLA PUTÎN VE HATE KUŞTIN’
Têkildarî mirina Navalny daxuyaniyên cuda tên tên dayîn. Cîgirê Navalny yê berê Leonid Volkov têkildarî mirina Navalny wiha got: “Navalny ji hêla Putîn ve hate kuştin.” Gelek kes jî dibêjin ku sedema mirina Navalny şert û mercên girtîgehê ne û mirina wî weke “cînayet” dinirxînin.
Akademîsyen û nivîskar Îsmet Konak ku demekî dirêje li ser Rûsyayê lêkolînan dike, têkildarî mirina Navalny ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
NAVALNY TEVÎ XETEREYAN JÎ VEGERIYA
Konak, got ku muxalîfên mîna Navalny ji ber xwe ve namirin û wiha got: “Îxtîmaleke mezin e hatiye kuştin. Mezintirîn muxalîfê li dijî Putîn bû. Her wiha damizirînerê Weqfa Têkoşîna li Dijî Xizaniyê bû. Demekî dirêj di bin sîwana vê weqfê de qirêjiyên Putîn derxistibû holê. Anku zirar dida qudreta Putîn. Lewma hedef dihat girtin. Di 2020’an de hat jehrîkirin. Di 2021’ê de jî tevî xetereyan vegeriya û hate girtin. Lê piştî girtinê, her kes li benda îmhakirina wî bû. Anku encama duh ji berê ve diyar bû. Putin êdî IV. Îvan e. Anku Îvanê Gihansûz e. IV. Îvan çawa ku di dawiya emrê xwe de tenduristiya wî ruh xerab bûbû û kurê xwe Îvan Îvanovîç tune kiribe, Putîn jî heman tiştan li muxalîfên xwe dike. Îtaet û dilsoziyeke bêdawî dixwaze. Di hemû otokrasiyan de ev rewş wiha ye. Ji bo tirsandina gel û hêzên navneteweyî, wehşetê belav dike. Lê gel di ferqa rewşê de ye.”
‘TIRSA PUTÎN A HILBJARTINÊ’
Konak, bi bîr xist ku Borîs Nadezhdîn ku di hilbijartinê de yek ji hevrikê Putîn ê hilbijartinê ye 105 hezar îmze kom kiriye û wiha bi dawî kir: “Li pişt vê jî alîgirên Navalny hene. Putîn pir şaş ma ku Nadezhdîn ewqas îmze kom kir. Ji bo ku bibe reqîb hewcehî bi 100 hezar îmzeyan heye û wî 105 hezar îmze kom kir. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ji van 10 hezar îmze qebûl nekir û nehişt bibe reqîbê Putîn. Îtîraza wî jî nehat qebûlkirin. Hema hema Putîn dê bi tena serê xwe bikeve hilbijartinê. Navalny ji derve hundir araste dikir. Lê ji hêla Putîn ve hate kuştin.”
MA / Mujdat Can