MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ê di hevdîtina bi gel re ya li Nisêbînê de axivî, destnîşan kir ku çavên kesên dixwazin çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe li 31’ê Adarê ye û got: “Divê em li dijî kesên serê wan li ser sicadeyê ne û aqilê wan li hewayê ye teqez li ser sindoqê bibin bersiv.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û şandeya pê re derbasî navçeya Nisêbînê ya Mêrînê bû. Bakirhan û kesên pê re ji hêla komeke qelebalix ve hatin pêşwazîkirin. Girseyê li navenda navçeyê bi wesayîtan tûr avêt. Bakirhan, bi kesên pê re heta Kolana Şirîn a buroya hilbijartinê lê meşiya. Gelek kesên bi şandeyê re meşiyan tevahiyê meşê dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Hevdîtina bi gel re a li ber buroya hilbijartinê veguherî mitîngê. Di hevdîtina ku meşale lê hatin pêxistin de ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin. Pişt re jî danasîna namzetan hate kirin. Namzetên hevşaredariyê yên li vir axivîn, gel silav kirin. Dû re namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk beşdarvan silav kirin.
AHMET TURK: EM JI BO AŞTIYEKE BIRÛMET TÊDIKOŞIN
Turk, anî ziman ku di dîroka Kurdistanê de kurdan gelek bedelên mezin dane gelek êş kişandine û anî ziman ku tevî Nisêbîn yek ji van bajarên ku ev bedelên mezin dane jî hêj li ser piyan e. Turk, axaftina xwe wiha domand: “Em tenê ne ji bo şaredariyê ji bo aştiyeke birûmet têkoşîneke mezin didin. Ji bo gelê kurd bi ziman û nasnameya xwe re bi awayekî azad bijî xebatên mezin tên kirin.”
Turk, anî ziman ku armanca zext û zilma dewletê ew e ku gelê kurd li Bakur û Rojava bêdeng bihêle û got: “Ji ber vê yekê ev hilbijartin ne tenê hilbijartine. Ev hilbijartin ji bo pêşeroja gelê kurd gelekî girîng e, divê em wiha li vê binêrin. Dem dema me ye, dem dema azadiyê ye.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê pişt re axivî, dema gel silav dikir, gotina wî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate birîn. Bakirhan bi bibîranîna kesên di Newroza 1992’yan a Nisêbînê de hatin qetilkirin dest bi axaftina xwe kir.
‘NISÊBÎN DÊ BIBE YEKEMÎN’
Bakirhan, got ku “Bila Sara Kaya û Ayşe Gokkan bi bawer bin ku dê Nisêbîn di 31’ê Adarê de têkoşîna wan bide” û wiha berdewam kir: “Hûn soz didin Ayşe Gokkanan û Sara Kayayan? Em jî Nisêbînê baş dizanin. Bi berxwedana xwe Nisêbîn dilê kurdan e. Ji bo kurdan navendeke gelekî girîng e. Ez bi bawer im ku gelê Nisêbînê dê weke berê bi rêjeya ji sedî 90’an li Kurdistanê dengê herî zêde bigire.”
QAMIŞLO HATE SILAVKIRIN
Bakirhan, bi bîr xist ku rojên borî Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan gotibû ku “Teroristan qet nayê avakirin” û wiha lê zêde kir: “Cihê ku jê re dibêje teroristan Qamişlo ya ku 100 mîtroyan dûrî me ye, Rojava ye. Behsa kurdên li wir dijîn dike. Li gorî wan temamê kurdên li her 4 parçeyan dijîn terorîst in. Em bi vê wesîleyê ji vir ji Qamişloyê re hezar silavan dişînin.”
‘TU KESÎ JI ŞER SÛD WERNEGIRTÎ YE’
Erdogan, bi bîr xist ku Erdogan gotiye “Tifaqa Kandîl hatiye avakirin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gotinên wî yên di mijara tifaqa Qendîlê de bi temamî derew in. Tifaqa Qendîlê nîne lê tifaqeke dijminê kurdan, tifaqeke li dijî kurdan heye. Tifaqeke ziman û pêşeroja kurdan înkar dike heye. Hilbijartina li pêşiya me dê bibe hilbijartina ku bi tifaqa dijminê kurdan bide windakirin. Dê gelê kurd bi gelên kedkar û bindest re bersiva pêwîst bidin vê tifaqê. Recep Tayyîp Erdogan di sala 2002’yan de gotibû, ‘Kes bi şer sernakeve û kes bi aştiyeke birûmet winda nake’ li vir rastiyê dibêje, lê li Sakaryayê jî heman Erdogan wiha dibêje. ‘Heke hûn aştî û aramiyê dixwazin, divê hûn ji şer re amade bin.’ Erdogan ê ku li Ûkraynayê dibêje ‘di aştiyê de têkçûyîn nîne’ û ji bo ‘aştiyeke adîlane’ ya li Filistînê bang dike, dema mijar dibe Rojava û kurd dibêje 'ji şer re amade bin'. Em careke din ji Nisêbînê bang li hikûmetê dikin. 40 salên şer , pevçûn û polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê feyde nedaye tu kesî.”
‘POLÎTÎKAYÊN WE YÊN ŞER ENCAM NEGIRTIN’
Bakirhan wiha pê de çû: “We Nisêbîn şewitand û hilweşand, 2 serdeman qeyûm tayînî vîna wê kir. Îro gelê Nisêbînê tevî polîtîkayên wê yên zilmê bi dayikên aştiyê re bi ciwanan û jinan re bi tilîliyan re li vê qadê ye. Ev tê wê wateyê ku polîtîkaya we ya şer encam negirtî ye. We Tirkiye ber bi kendalê ve bir. Hûn bêjin aborî îflas kiriye. Hûn bêjin demokrasî nîne. Li girtîgehan bi hezaran hevalên me yên siyasî hene.”
‘BERPIRSYARTIYÊ BIGIRIN’
Bakirihan, bi lêv kir ku di mitînga ku li Esenyûrdê hate kirin de bi pêşmalkên ku dayikên aştiyê li xwe kirin mitîng hate kirin û wiha got: “Dayikên me jî baş dizanin ku bi sedan girtî ‘ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan didome bê rakirin, di meseleya kurd de birêz Ocalan muxatab were girtin, meseleya kurd bi muzakere û diyalogê were çareserkirin’ di çalakiya grevê de ne. Bi vê minasebetê daxwazên hevalên li girtîgehê di çalakiya grevê de daxwazên me ne. Em jî dubare dikin Pêvajoya Çareseriyê li Tirkiyeyê serdema herî rehet bû, serdema ku aborî herî baş bû lê feraseta şer dixwaze piştî mase hilweşand Tirkiye perîşan bû. Em dixwazin jinûve gelên Tirkiyeyê bi awayekî demokratîk weke xwişk û birayan bijîn. Ji ber vê yekê divê polîtîkaya tecrîdê bi dawî bikin û di mijara çareseriya meseleya kurd de dewlet desthilat demildest berpirsyartiyê bigire.”
Bakirhan, axaftina xwe wiha domand: “Em dikevin hilbijartinê, qeyûmekî du serdem in vîna we xesp dike heye. Ez nelirêtî û diziyên qeyûm venabêjim, heke vebêjim dê ji vir heta Stenbolê bibin rê û ji wir jî derbas bike. Armanca van ne xizmet e. Ev mirovên tayînî vîna we, zimanê we çanda we hatine kirinin. Em ê bi hev re van dizan bişînin. Qeyûm efendî çi kiriye bîrdariya Newrozê ya şaredariya me beriya niha çêkiribû rakiriye. Qeyûm efendî dibe ku tu bîrdariya Newrozê rakî lê ew di dilê me de bi cih bûye. Dê gelê me di 31’ê Adarê de nîşanî we bide ku çawa di dilê gel de ye. Em soz didin ku em ê hesaba her qurîşa ku we diziye û xerc kiriye bipirsin.
XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN
Bi qeyûman bi DEDAŞ’ê carna jî bi burokrasiyê temamê van nêyarî têkoşîna Apê Mûsayan, Orhan Doganan e, neyarên çanda me ne. Ji ber vê yekê ji bo em jinûve li ser koka xwe şîn bibin, ji bo em ziman û çanda xwe bidin jiyîn rica dikim. Em bibin yek, bi hev re bibin hêz. Em bi hev re di nava piştevaniyê de bin, belaya tiryakê ji bajarên kurdan def bikin, xwedî li zimanê xwe , ciwanên xwe û xwezaya xwe derkevin. Qasî ku em li vir bi hev re bin ne zilma wan ne qeyûmên wan ne jî polîtîkayên wan dê encam negirin. Dibe ku hêza wan têra Nisêbînê nekin lê hilbijêrên qeçax vediguhêzin bajarên kurdan. Temamê hilbijêran hêzên ewlehiyê yên ji Tirkiyeyê anîne. Bi qeyûman hêza wan tê re nekir niha jî bi hilbijêrên qeçax û heram hewl didin vîna me xesp bikin. Ez rica dikim ku xwedî li sindoqan derkevin, heval û hogirên xwe bigerin ji bo ku deng bidin teşwîq bikin. Divê em li dijî kesên serê wan li ser sicadeyê ne û aqilê wan li hewayê ye teqez li ser sindoqê bibin bersiv. Ahmet başkan got çavên bi hezaran hevrê û xwişk û birayên me yên li girtîgehan li sirgunan, gelê kurd ku dixwazin ev pirsgirêk bi rêyên demokratîk çareser bibe li 31 Adarê ne. Ez bi baweriya ku em ê di 31’ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest bixin we hemûyan silav dikim. Vê coşa we hêz da me, ez silav û hezkirinên xwe pêşkeşî we dikim.”