Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e

  • rojane
  • 15:19 28 Sibat 2024
  • |

ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qûbîn e bû. Hatîmogûllari, bi bîr xist ku salvegera Mitabeqeta Dolmabahçeyê ye û wiha got: “Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya niha, neçareserkirina pirsgirêka kurd e.” 

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de derbasî Êlihê bû. Hatîmogûllari li Heskîfê çû serdana esnafan û li Kercewsê jî bi gel re hate gel hev. Piştre jî Hatîmogûllari derbasî navçeya Qûbînê bû û bi gel re civiya. 
 
Hatîmogûllari li Qûbînê ji gel re axivî û ji ewil parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Êlihê Mehmet Sîncar û rojnameger Cengîz Altûn bi bîr anî. Hatîmogûllari, diyar kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê ciwan bi rêbazên şerê taybet hedef tên girtin û Gulistan Doku bi bîr xist. Hatîmogûllari got ku dê hesabê ji kesên van tiştan bi serê ciwanan tînin bipirsin. 
 
JIN, JIYAN, AZADÎ
 
Bi domdarî Hatîmogûllari got ku di 24 saetên dawî de 8 jin hatine qetilkirin û wiha bertek nîşan da: “Em ji bo ji hêla mêran ve bên qetilkirin nayên vê dinyayê. Weke DEM Partiyê em ê mafê jiyanê yê jinan, mafên nûnertiya wekhev û hwd. heta dawiyê biparêzin. Dê ‘jin, jiyan, azadî’ her tim dirûşma me be.” 
 
LI DIJÎ VEGUHESTINA DENGAN BANG KIR
 
Bi domdarî Hatîmogûllari bal kişand ser veguhestina “hilbijêran” û wiha got: “Zîhniyeta qeyûmperest a AKP’ê hewl dide bi rêya hîleyan şaredariyan bi dest bixe. Gelek leşker û polîs li herêman veguhestiye. Em dikarin vê vala derxînin. Ricaya min ji we ew e ku li ku derê xizm, dost, heval û hogirên we hebin qaneh bikin û bînin bajar da ku dengê xwe bidin. Ji kerema xwe bi şev û roj bixebitin. Li ku derê dibin bila bibin, bila biçin cem avahiyên me yên partiyê, em ê wan bînin vê derê. Qeyûm diz in, dizên îradeyê ne.  Van qeyûmên diz li Êlihê parka bi bihayê 650 milyon lîreyan bi 150 milyon lîreyan pêşkeşî alîgirê xwe kir.”
 
ŞAREDARVANIYA PIRZIMANΠ
 
Hatîmogûllari, da zanîn ku rejîma AKP-MHP’ê hewl dide ziman û çanda kurdî bide jibîrkirin û wiha domand: “Qeyûmê Êlihê weke karê destpêkê malpera bi kurdî girt. Weke karê ewil, her tiştên duzimanî ji holê raki. Tabelayên kurdî rakir, navên kolanan guherand, peykerê Cegerxwîn rakir. Em ê qeyûman bişînin û şaredariya pirzimanî dîsa bixin meriyetê. 
 
HEWL DIDIN NASNAMEYÊN BAJARÊN ME TUNE BIKIN
 
Hewl didin bajarên me yên xwedî dîrokeke deh hezaran salan tune bikin. Demek berê em ji Heskîfê hatin. Êşeke mezin kete dilê min. Êş a ku min ji ber erdhejên Hatayê hîs kirî, min ji bo Heskîfê jî hîs kir.  Dixwazin li Heskîfê yekperestiyê ferz bikin û tune bikin. Ev yek dijminatiya li dijî nasnameyê ye, ya li djiî bajar, dîrok û kurdan e. Lê em soz didin ku dema me şaredarî bi dest xist em ê dîroka Êlih û Heskîfê bi hemû cîhanê bidin naskirin. 
 
EM Ê KOOPERATÎFÊN ÇANDINIYÊ XURTIR BIKIN 
 
Dê dikanên girtî yên Heskîfê bên vekirin û hemû esnafên me karekî baş bikin. Ji bo xelkê bajar bikare bi awayeke baş bijî, weke DEM Partiyê em ê piştgiriyê bidin çandinî û sewalkariyê û kooperatîfan xurt bikin. Li gel şerê ku ev 40 sal in didome, her wiha ji ber xizaniyê jî ji Êlihê koçberiyeke mezin çêdibe. Weke DEM Partiyê em ê bi polîtîkayên xwe rê li ber vê bigirin. 
 
Em ê bi demokrasiya xwecihî ve bajarên azad ava bikin. Em bi feraseta xwe ya şaredarvaniya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê tên. Dê civînên meclisa şaredariyê yekser ji gel re vekirî bên kirin, şefaf bin û hesabê bidin gel. Dê li her taxan nûnertî û meclisan vekin û pirsgirêkên xwe tevî gel çareser bikin. 
 
EM Ê SAZIYÊN JINAN DÎSA VEKIN 
 
Zîhniyeta AKP-MHP’ê hewl da hemû destkeftiyên me yên jinan tune bike. Qeyûman hemû xebatên ji bo jinan ji holê rakirin. Lê em soz didin jinan ku dê serokatiya daîreya jinan vekin, xizmetên şêwirmendiyê bidin, qursên pîşeyî bidin û îstîhdama jinan bikin. 
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BI AŞTIYA BIRÛMET DIBE 
 
Îro 28’ê sibatê ye. Anku salvegera Mitabeqeta Dolmabahçeyê ye ku di dîroka Tirkiyeyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gavekî herî girîng bû. AKP’ê ev mitabeqet nas nekir û serî li rêya têkbirinê da. Em baş dizanin bê ka wê demê çi xefik hatin danîn. Çareseriya pirsgirêka kurd tenê bi aştiyeke birûmet dibe. Ji bo vê jî divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire. Heke îro li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê hebe, sedema vê ya herî girîng neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk e. 
 
EM Ê AŞTIYÊ BÎNIN 
 
Em li Êlihê careke din soz didin ku dê aştiyê bînin vî welatî. Bila soz be ku em ê pirsgirêka kurd çareser bikin.”
 
 

Sernavên din

15:35 Bakirhan: Li dijî DAIŞ'ê helwesta hevpar divê
15:13 Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin
14:49 Ji Serhedê bang: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bivênevê ye
13:18 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rapora salane ya xebatên jinan aşkera kir
12:48 Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de 3 polîs mirin
11:41 Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê êrişên li dijî Elewiyan şermezar kir
11:21 Ji bo operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Yalovayê biryara qedexeya weşanê hat dayin
11:08 Li ser Sûrên dîrokî dîmenên nûwaze
10:56 Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Şamê hate taloqkirin
10:41 Li zozanên Lolanê agahî ji 21 kesan nayê girtin
10:40 GES’a li Dêrsimê hatibû temamkirin hat mohrkirin
09:46 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Sala Azadî û Hêviyê’ derket
09:44 Li Yalovayê operasyona DAIŞ’ê: 7 polîs birîndar bûn, pevçûn didome
09:43 Mêrdîn bi berfê xemilî
09:27 Amed bi berfê xemilî
09:18 Veşartina dîmenan di dosyaya Kurdî de gumanên cînayetê xurt dike
09:15 ‘Heta faîl neyên cezakirin dê jin tu caran di ewlehiyê de nebin'
09:11 Komeleya Jinan a Rosayê di sala xwe ya 8’an de ye
09:09 Entegrasyona pozîtîf: Ji bo rêveberiya xweser, federal û konfederal guncav e
09:05 Canpolat: Rewşa girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN
28/12/2025
19:31 Rêveberiya Xweser êriş şermezar kir: Berpirsiyar Hikumeta Demkî ye
17:36 Bi hezaran kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
16:42 Li Amedê şînên PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:35 Der heqê girtiyê binpêkirin vegotî lêpirsîn hate destpêkirin
15:38 Komkujiya Roboskê li gelek bajaran hat protestokirin: Berpirsyaran bidarizînin
15:10 Tulay Hatîmogûllari: Rêya aştiyê ji Roboskê derbas dibe
Keskîn Bayindir: Em ê dev ji doza Roboskê bernedin
13:56 Abdullah Ocalan: Ez bawerim ku ciwan dê bi rola xwe ya pêşeng rabin
13:47 AKKAY-DER’ê rêveberiya xwe ya nû hilbijart
13:13 Li bajarên Serhedê rêyên 3 hezar û 46 jîngehan hatin girtin
13:02 Li Rojhilat du kolberên di bin aşûtê de ketin jiyana xwe ji dest dan
12:33 Li Roboskê bîranîna sala 14’an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
11:31 Weqfa Ensarê ku bi dehan lê zarok hatibûn îstîsmarkirin dê dersa ‘exlaqê’ bide
10:38 Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyarî kir
10:31 Hejmara 148’an a kovara Jinê derket
10:15 Li Sûriyeyê şerê neftê û gaza xwezayî
09:22 Li Elkê zêdetirî metreyek berf bariya
09:18 Li Pirsûsê şaredarî kolanan çêdike DEDAŞ xira dike
09:12 Ji kanala dîrokî ya 51 kîlometreyî tenê 3 kîlometre ji bo avdanê tê bikaranîn
09:11 Hevseroka KATDER’ê: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, em ê di 4’ê Çileyê de li qadan bin
09:07 Hiqûqnasan bertek nîşanî 11'emîn Pakêta Darazê dan
09:00 Ciwanan serî netewandin, bûn pêşengên berxwedanan
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2025'AN
27/12/2025
22:57 Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç berfireh bû
15:35 Xwestin girtiyên nexweş Erturk û Kavak bên berdan
15:19 Panela 'Di 30'yemîn Salvegera Rapora Rojhilatê de: Ji Duh heta Îro'
14:58 Li Dêrsimê Gaxan hat pîrozkirin
14:40 Xizmên windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:21 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr pirsîn
13:56 Platforma Ked û Demokrasiyê: Mafê Hêviyê dê aştiya civakî pêş bixe
13:42 Lokman Gazyakê HPG'î hat bibîranîn
13:29 Tenduristkarên di dema qedexeyên derketina derve de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:14 Li Mêrsînê 2 zarokan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
12:10 Di operasyona li dijî Şaredariya Stenbolê de 4 kes hatin binçavkirin
10:50 Ji hevserokan banga mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê
10:37 Roboskî 14 sal in diêşe: Aştî dikare êşa me sivik bike
10:05 Bang ji bo mîtînga 4'ê Çileyê: 'Mafê hêviyê' rêgeza hêviya gelekî ye
09:50 Lîbyayê ji bo lêkolîna ketina balafirê şandeyek şand
09:37 Li Kadîfekaleyê li dijî polîtîkayên şerê taybet meş
09:26 Erdogan gotibû 'teqez em ê wî bibînin': 20 sal in tu agahî ji Înal nayê girtin
09:06 Êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hat kirin
09:05 Ji bo 38 bajaran hişyariya barînê
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2025'AN
08:44 MSD: Peymana 10'ê Adarê girîngiyeke neteweyî ya lezgîn e
26/12/2025
16:45 Keskîn Bayindir: Bila her kes beşdarî mitîngê bibe
15:55 Di salvegera Komkujiya Roboskî de banga hevrûbûnê hat kirin
15:39 Li gelek bajaran ji ber êriş û heqaretên li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc hat kirin
15:05 Li Edeneyê starta xebatên mitînga 4’ê Çileyê hat dayin
14:28 Li dijî nebûna tevdîrên rê bertek: Li Colemêrgê mirin heye!
14:12 ÎHD’ê xwest ji bo ronîkirina komkujiyan komîsyonê heqîqetê bê avakirin
14:05 Ji bo girtiyan kartên sersalê hatin şandin
14:04 Li Humsê di mizgeftê de teqîn: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
13:31 Ji Meclisa DTSO’yê bang: Ji bo aştî û aboriyê divê gav bên avêtin
12:41 Şîna Nîhal Ayê bi girseyî hat ziyaretkirin
12:33 Ji bo mitînga 4’ê Çileyê bang: Parastina ‘mafê hêviyê’ê, parastina aştiyê ye
11:56 Li Kurdistanê ankêta pêvajoyê: Rêjeya daxwaza ‘mafê hêviyê’ ji sedî 71 e
11:09 Karasu: Divê îradeya gelê Kurd esas were girtin
10:39 Parêzer Kaya: Hin rêveberiyên girtîgehan hewl didin pêvajoyê têk bibin
10:22 Rojeva îsal a pîrozbahiya Gaxanê: Civaka demokratîk û aştî
09:41 Mazlum Ebdî dê biçe Şamê
09:24 Mûçeyê kêmtirîn ê sala nû di di Rojnameya Fermî de hat weşandin
09:10 Hunermendan got: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan em qada mitîngê tije bikin
09:09 Li Colemêrgê qeza: Wesayît kete Çemê Zê
09:09 Dengê wêje, folklor, zanist û berxwedanê: Sehîdê Îbo
09:05 Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin
09:04 Ewropayê seranserê salê azadiya Abdullah Ocalan qîriya
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
25/12/2025
16:55 Şîna Nîhal Ay bi girseyî hat ziyaretkirin
16:54 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:45 MED TUHAD-FED: Qada Stasyonê em veguherînin qada aştiyê
16:30 Şaredariya Pêrtagê ji bo GES’ê 350 donim erd da kirê
15:55 Mazlum Ebdî: Di mijara entegrasyonê de alî gihiştin nêrîneke hevpar
15:33 Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye li Sûriyeyê bi rolekî çêker rabe
15:16 Li Sûdanê 73 jin û 29 zarokên keç hatin dîlgirtin
14:16 Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hatin hilbijartin
13:43 Li Rihayê ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bang
13:02 DEM Partiyê ji ber êrişa li dijî Leyla Zanayê serlêdana sûc kir
12:46 Li Mêrdînê Suryanan ‘Cejna Zayînê’ pîroz kir
11:45 Welatiyên Wanê: Bila dewlet gav biavêje
11:19 Abdullah Ocalan: Îslama demokratîk, vegera li ruhê Peymana Medîneyê ye