* Namzetên Hevşaredariyê yên Tifaqa Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak sozên di danezana xwe ya hilbijartinê de kirin proje. Di projeyan de gelek tiştên weke perwerdeya bi zimanê dayikê, çand û huner, dizaynkirina bajêr di nav tiştên ku dê bên çêkirin de cih girtin.
* Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Yakûp Orak ê ji bo Newroza dê di 19’ê adarê de li Êlihê bê pîrozkirin banga tevlibûnê kir, wiha got: “Em li bendê ne ku gelê me bi cilên xwe yên herêmî zû bên qadê.”
* Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Kasûn, anî ziman ku ji bo pîrozbahiyên Newroza ku sibê dê li Dêrsimê bê pîrozkirin amadekarî bi dawî bûne û wiha got: “Tevlibûna zêde ya Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê.”
* Li Gel a ku tevî di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de HDP’ê bi ferqa 843 dengan şaredarî bi dest xist jî qeyûm hate tayînkirin, di 8 mehên dawî de hezar û 214 hilbijêrên ku ji leşker û polîsan pêk tên lê hatin veguhestin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Bahar Karakaş Ûlûg û Mehmet Zulkuf Polat peyam dan ku dê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin.
* Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di sala 2021’ê de derheqê rojnameger Nazim Babaoglû de ku 30 sal in winda ye, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn vekiriye.
* Rişmil navçeya herî biçûk a Mêrdînê ye û ji salên avabûyê yên 1990’î heya niha bi destê partiyên desthilatê tê birêvebirin. Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê diyar kirin ku Rişmil ji guherînê re amade ye û wiha gotin: “Em bi biryar in, dê bi ser kevin.”
* Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. (10.00)
* Nobetên Edaletê dê li gelek bajaran berdewam bikin. (10.00-16.00)
* Xebatên DEM Partiyê yên hilbijartinê dê li gelek bajaran berdewam bikin. (10.00-20.00)
* Li navçeya Kanîreş a Çewligê, li navçeya Dîgor a Qersê û li navçeya Qileban Şirnexê dê Newroz bê pîrozkirin. (11.00 - 17.00)
* Li buroya hilbijartinê ya navendî ya li ser Cadeya Amedê ya Êlihê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir, namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hevdîtina bi gel re bê lidarxistin. (20.00)