WAN - Şaxa ÎHD’a Wanê rapora xwe ya girtîgehên herêma Serhedê eşkere kir. ÎHD’ê da zanîn ku li girtîgehan mafên herî bingehîn jî hatine binpêkirin û tecrîda li girtîgehan derketiye lûtkeyê.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê, girtîgehên bi tîpên T, F û L’yê yên Panos a Agiriyê, Girt3ıgeha Tîpa T a Xelatê, Girtîgeha Tîpa S a Îdirê, Girtîgeha bi hejmarên 1 û 2 yên bi ewlekariya Bilind ên Dumlu ya Erziromê û Girtîgeha Tîpa T a Qersê parve kir. Daxuyanî li avahiya şaxê hate parvekirin û Serokê Şaxê parêzer Mehmet Salih Soşkun xwend. Coşkun anî ziman ku li ser serlêdanan li girtîgehan lêkolîn kirine û li girtîgehan bi giştî 23 girtiyan re hevdîtin kirine.
‘TECRÎD DERKETIYE LÛTKEYÊ’
Coşkun, anî ziman ku mafên herî bingehîn ên girtiyan jî hatine binpêkirin û tecrîd derketiye lûtkeyê. Coşkun, wiha domand: “Ji bo civakîbûnê, nequtbûna têkiliyên civakî û tenduristiya fizîkî û ruhî, çalakiyên hevpar ji bo girtiyan pir girîng in. Bi taybet jî divê kesên li girtîgehên bi ewlekariya bilind dimînin heta demekî dirêj ji van çalakiyan bêpar neyên hiştin. Bi pêvajoya pandemiyê re tecrîda li ser girtiyan girantir bû.”
BINPÊKIRINA MAFÊ PÊWENDÎDANÎNÊ
Bi domdarî Coşkun anî ziman ku divê girtî bikarin bi dinyaya derve re pêwendiyan deynin, ji civakê bi temamî qut nebin û geşedanên heyî bişopînin. Coşkun, got ku ji bo vê jî weşanên demkî û domdar ji bo van pêwendiyan girîng in û wiha pê de çû: “Girtî bi saya pirtûkan xwe pêş dixin û bi saya rojnameger û kovaran jî geşedanan dişopînin. Ev rewş hinek jî be tecrîda heyî parçe dike. Lê belê ji ber bisînorkirinên girtîgehan, girtî nikarin ji mafê xwe yên agahîgirtin û azadiya xwegihandina qenaetan sûd bigirin. Divê tavilê dawî li van sepanan bînin.”
GIRTIYÊN NEXWEŞ
Coşkun, destnîşan kir ku girtî li girtîgehên dûrî malbatên wan re tên şandin û wiha got: “Lewma malbat bi salan nikarin biçin hevdîtinê. Her wiha bi sedan jê rewşa wan giran, bi hezaran girtiyên nexweş hene. Tevî ku Peymana Navneteweyî ku Tirkiye jî aliyekê wê ye pir eşkere ye jî li gorî xalên peymanê tevnagere. Mafên tenduristiyê yên girtiyên nexweş bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. Divê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran bên berdan. Her wiha divê girtî bi awayekî baş bên tedawîkirin. Rêveberiyên girtîgehan bi rayeyên bêsînor hatine peywirdarkirin û ew jî biryarên keyfî didin. Rêveberiyên girtîgehan rayeyên xwe bi awayekî xerab bi kar tînin. Divê tavilê ev sepan were bidawîkirin.
ZEXTA DARAZÊ YA LI SER MALBATAN
Di encama zexta darazê ya li ser malbat û xizmên girtiyan û nirxandina razandina pereyan a ji bo girtiyan weke sûc, hemû girtî û bi taybetî jî girtiyên biyanî nikarin ti pêdiviyên xwe bi cih bînin û ev jî hem pirsgirêkên fizîkî û derûnî û binpêkirinan bi xwe re tîne. Her wiha binçavkirin, girtin û doz lê vekirina kesên rastî zexta darazê tên, rê li ber encamên neyînî vedike, ji karên xwe dibin, ji azadiya xwe bêpar dibin û bi awayekî civakî jî zirarê dibînin. Weke encam, razandina pereyan a hesabên girtiyan ne sûc e. Divê zexta darazê ya li ser malbatan, xizmên wan û parêzerên wan bê bidawîkirin û ev qanûn were betalkirin.”
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ RE DEST PÊ KIRIN
Coşkûn ê qala çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike kir, binpêkirinên mafan jî wiha rêz kirin:
“* Hate tespîtkirin ku kontrolên tenduristiyê yên li hin girtîgehan ên rojane qet nehatine kirin, li girtîgehên ku kontrola wan a tenduristiyê hatin kirin jî ji aliyê bijîşkê revîrê ve nehatiye kirin, carna ji aliyê personelê tenduristiyê carna jî ji aliyê gardiyanan ve hatiye kirin,
* Li hin girtîgehan qet îaşe nadin girtiyên di greva birçîbûnê de li hin girtîgehan jî xwê, şekir û karbonat tê dayîn lê îaşeyên weke mast, ava fêkî hwd. nehatine dayîn,
* Ji bo girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de vîtamîna B1’ê gelekî girîng e, li hin girtîgehên serdana wan hatin kirin vîtamîna B1’ê divê her roj bên dayîn roja dawî ya grevê tê temînkirin li hin girtîgehan jî vîtamînên B1 û B12 qet nayên dayîn,
* Ji ber greva birçîbûnê lêpirsîna dîsiplînê hatiye vekirin, cezayên dîsiplînê dane girtiyên ketine grevê, li hin girtîgehan cezayên dîsiplînê yên weke ‘bêparhiştina ji aktîvîteyên spor û çandî’ li hin girtîgehan jî cezayên dîsiplînê yên weke ‘sînorkirin û bêparhiştina ji amûrên ragihandin û agahîgirtinê’ hatine dayîn,
* Li hin girtîgehên serdana wan hate kirin jî hate tespîtkirin ku girtiyên ku dikevin çalakiya greva birçîbûnê ji girtiyên din hatine dûrxistin û wergirtine qawişeke din.”
BANGA LI RAYEDARAN
Coşkûn herî dawî wiha got: “Em bang li hemû sazî û dezgehên rayedar, bi taybet wezareta dadê dikin ku ji bo parastina mafên tendirustî û jiyanî yên girtiyên di greva birçîbûnê de ne tavilê bikevin nava tevgerê û hestiyar bin daxwazên wan ên maqûl û hiqûqî qebûl bikin û dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bînin ku greva birçîbûnê were bidawîkirin.