Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang

img
AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di pîrozbahiya Newroza Amedê de ku zêdetirî milyonek kes tev li bûne de axivî. Di serî de pirsgirêka kurd, Bakirhan têkildarî pirsgirêkên li welêt 6 bang li îktîdar û muxalefetê kir. 
 
Coşa pîrozbahiya Newroza Amedê ku bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serkeftinê ye" tê lidarxistin, her ku diçe zêde dibe. Piştî hunermenda Tunusî Emel Mathlouthi, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan axivî. 
 
'EM LI GEL DEKLARASYONA OCALAN IN’
 
Bakirhan, di serî de Newroza sed hezaran kesan pîroz kir. Bakirhan, bi domdarî Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin bi bîr xist û got ku ew kujerên wî nas dikin û dê hesabê jê bipirsin. Bakirhan, bi domdarî bal kişand ser deklarasyona Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Newroza 2013’an û ev tişt anî ziman: “Ew deklarasyon, deklarasyona jiyaneke demokratîk, aştiyane û wekhev a 86 milyon hemwelatiyên Tirkiyeyê bû. Lê mixabin kesên şerxwaz û dijminatiya kurdan dikin, ji bo aştî neyê vî welatî ew deklarasyon nas nekirin. Weke DEM Partiyê em li gel wê deklarasyona aştiyê ya birêz Oalan in. Bi vê wesîleyê em Newroza birêz Ocalan û hevalên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de pîroz dikin.” 
 
BAL KIŞAND SER QADA KU MILYONAN TIJE KIRIBÛ
 
Bakirhan, bi domdarî bal kişand ser coş û qelebalixiya qada Newrozê û got: “Heta çend sal berê rayedarên hikûmetê digotin; ‘kanî ciwan?’Ciwan il vir in, li Amedê ne li vê qada Newrozê ne. Ciwanên hêja; van digotin ‘taqeta van nema ye.’ Vaye ji we re taqet vaye ji we re sekn, vaye we ji we re berxwedan. Ez bejna xwe li ber vê sekn û berxwedêriya jin û ciwanên Amedê ditewînim.
 
HEKE HESAB LI QESRÊ BE TERAZÎ LI AMEDÊ YE
 
Gelê me yê hêja; li Enqereyê dîsa hesabên qirêjî dikin. Bi tifaqa JÎTEM’ê, bi tifaqa gur, bi tifaqa dijkurd hesabên qirêjî dikin. Em ji kesên li Enqereyê hesabên qirêjî dikin re dibêjin ku heke hesab li qesrê be, terazî jî li Amedê ye, Newroza Amedê ye. Em dibêjin hesabên xelet nekin, dê ew hesab ji Newroza Amedê vegerin. 
 
HÛN NIKARIN MILYONAN KESAN HEFS BIKIN
 
Ev bû 3 sal polîtîkaya tecrîdê dimeşînin. Hûn nikarin îradeya milyonan hefs bikin. Hûn nikarin daxwaza aştî û demokrasiyê ya milyonan kesan bixin hucreyê. Ya herî baş ew e ku hûn guh bidin daxwaza milyonan. Em ji we re dibêjin ku li şûna şer, çareserî. Heke navnîşana çareseriyê bixwazin jî vaye pir nêz e, li Girava Îmraliyê ye. 
 
AMED DÊ RÊ NEDE TIFAQA JÎTEM’Ê
 
Bi tifaqa JÎTEM’ê derketine pêşiya me. Mehmet Agar li Xarpêtê, Tansu Çîller li Stenbolê. Berdevkiya vê tifaqa JÎTEM’ê dikin. Yên ku di vê hilbijartinê de bi Mehmet Agar û Tansu Çîllerê wêneyan dikişînin, salên 90’î tînin bîra kurdan û balê dikişînin ser cînayetên kiryarnediyar. Gelo dê ciwanên Amedê rê bidin vê tifaqa JÎTEM’ê? Dibêjin qey em ê serî bitewînin. Lê hûn çi bikin jî ev gel dê serî netewîne. 
 
EM Ê BERSIVÊ BIDIN
 
Ji guftûgo û muzakereyan direvin û îradeya çareseriyê tecrîd dikin. Siyasetmedarên kurdan digirin û dibêjin ‘em ê operasyonên mezin ên leşkerî bikin.’ Operasyonên mezin tên wateya mirinan. Tê wateya şer, xizanî û krîzan. Em careke din li vir bang dikin; lêçûnên vî şerî ji bo aştî, guftûgo û muzakereyan xerc bikin. Pêşeroja vî welatî di şer de nîne. Pêşeroj di aştiyê de ye. Derdê van ne kurd, tirk û gelên din e. Derdê wan şer, rant û mirin e. Em ê bi hev re bersivê bidin van kesên li ser şer rantxwiriyê dikin. 
 
BILA TIFAQA KURD-TIRKAN BÊ NÛJENKIRIN
 
Dixwazim çendek bangawaziyan bikim; ya yekemîn ji bo îktîdar û dewletê ye. Hûn nikarin bi şer, girtîgeh û bêstatutiyê vî gelî ji rêya wan bikin. Vaye qad, vaye îradeya gel. Lewma em bang dikin ku tavilê li şûna şer, tifaqa kurd û tirkan nûjen bikin. 
 
Ya duyemîn; dîsa em bang li îktîdar û derdorên civakî dikin. Du rê li pêşiya Tirkiyeyê hene; an şer e an jî aştî û demokrasî ye. Em bang li derdorên civakî dikin ku ji bo aştî û demokrasiyê têkoşînê mezin bikin. 
 
Ya sêyemîn; di serî de divê hûn tavilê li Meclisê dev ji gotina ‘zimanê nayê zanîn û teroristanê’ berdin. Ji zimanê kurdî ku ev 13 sal in li ser vê xakê dijî re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ û ji welatê kurdan Kurdistanê re jî dibêjin ‘teroristan.’ Tavilê vê siyasetê biterikînin. Hûn mecbûr in rastiya kurd, rastiya Kurdistanê fêm bikin û nas bikin. 
 
Ya çaremîn; ez bang li bindest û muxalefetê dikim. Di meseleya kurd de dilwêrek bin. Rastiyan bibêjin. Divê muxalefet li pey helwesta zextker a îktîdarê nekeve û di meseleya kurd de bêhtir xwedî li azadî û demokrasiyê derkeve. Li dijî şer werin em bingeheke mezin a aştiyê ava bikin. 
 
BANG LI AVADANIYÊN KURD KIR
 
Ya pêncemîn; ev banga min ji bo kurdan e. Ji her bihosteke xaka Kurdistanê re dibêjin ‘teroristan.’ Ji Silêmaniyeyê heta Dihok û Kobanê, li her aliyên Kurdistanê topan dibarînin. Anku dijminên her çar parçeyên Kurdistanê ne. Lewma bang li hemû avadaniyên kurdan ên li çar parçeyan dikim; ma heke îro roja yekitiya neteweyî nebe wê demê kengî ye? Heke em yekitiya xwe ava bikin, dê bikarin peşiya operasyon û şerê li dijî kurdan bigirin. Divê kurd yekitiya xwe ava bikin û astengiyên li pêşiya vê rakin. 
 
BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNA ŞOREŞGERÎ
 
Ez herî dawî jî bangî derdorên şoreşger, çepgir, sosyalîst û demokrat ên Tirkiyeyê dikim; em mecbûr in têkoşîneke hevpar a mezin ava bikin. Nîviya Tirkiyeyê di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de dijî. Nîvî jê nikare ziman û baweriya xwe bijî. Ji bo daxwazên van tevan bên qebûlkirin, divê derdorên çep û demokratîk li ser zemîneke şoreşger bên gel hev. 
 
RÊJEYEKE REKOR A DENG XWEST
 
Em ê bersiva herî baş di 31’ê Adarê de bidin kesên şerxwaz. Ji bo wergirtina tiştên aydê me tenê 10 roj man. Gelo Amed amade ye rêjeyeke rekor a deng bistîne?” 
 

Sernavên din

23/04/2024
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin