Li Şirnexê danişîna doza 18 jinan hate lidarxistin

  • jin
  • 16:22 22 Adar 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Li Şirnexê nûçegihana me Zeynep Dûrgût jî di nav de 18 jin di 25’ê mijdarê de rastî tundiyê hatin. Danişîna doza ku 18 jin jê tê darizandin hate lidarxistin. 
 
Li Şirnexê derbarê 17 jinên ku xwestin di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser jinan a Navnetewî de daxuyaniyê bidin û hatin binçavkirin û nûçegihana me Zeynep Dûrgût a daxuyanî dişopand de bi îdiaya “Li dijî qanûna civîn û xwepêşandanan derketine” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Şirnexê hate dîtin. Rojnamevan Zeynep, 5 jinên tên darizandin û parêzerên wan tev li danişînê bûn. Dadgerî bi hinceta cih nîne rojnamevan negirtin eywanê. Li ser îtîraza rojnamevan Dûrgût û parêzeran rojnamevan girtin eywanê. 
 
‘EM JI ALIYÊ POLÎSAN VE HATIN DERBKIRIN ‘
 
Jinên ku parastin kirin, dan zanîn ku ji ber 25’ê Mijdarê tev li daxuyaniyê bûne lê polîsan li dora wan barîkat danîne, bi lêdanê ew binçavkirine û li dijî polîsan li ber xwe nedane. Zîlan Yamanê jî anî ziman ku polîsan jinên tevli daxuyaniyê bûn dorpêç kirin û destûr neda ku ji dorpêçê derkevin û bal kişand ku polîsan bi zanebûn mudaxileyî wan kirine û ew derb kirine. 
 
Rojnamevan Zeynep Dûrgût a pişt re parastin kir jî wiha got: “Mixabin jinên ku ji bo tundiya li dijî jinê şermezar bikin dixwestin daxuyaniyê bidin, li wir rastî tundiyê hatin.” Dadger, gotina Dûrgûtê birî û hişyar kir ku ne têkildarî giringiya rojê têkildarî sûcdariyên derbarê xwe de hişyariyê bike. Dûrgût, diyar kir ku ji ber rojnamevanê ji bo daxuyaniya jinan bike nûçe û wiha berdewam kir: “Me weke 3 rojnamevanan daxuyanî şopand. Beriya daxuyaniyê polîsên ku hatin cem me tevî dizanin em rojnamevan in jî hewl dan dest deynin ser kamerayên me û kişandina me ya dîmenan asteng bikin. Min jî got ez rojnamevan im û li dijî polîsî derketim ku dest deynin ser kamerayê. Bi min re destên hevala min a rojnamevan a li gel min daxuyanî dişopand, bi pişt ve hatin kelemçekirin û em hatin binçavkirin. Ji ber em hatin binçavkirin xebatên me yên rojnamevaniyê hatin astengkirin. Ji ber em hatin binçavkirin xebata me ya rojnamevaniyê hate astengkirin, mafê raya giştî yê agahî wergirtinê hate binpêkirin. Bi pişt ve destên min kelemçe kirin û li wesayîta binçavkirinê hatin siwarkirim, rastî heqaret û tundiya polîsan hatim. Kamera min û trîpota min hatin şikandin.”
 
‘EZ JI BO ROJNAMEVANIYÊ BIKIM LI WIR BÛM’ 
 
Dadger ji Dûrgûtê re pirsa “Hûn beriya niha rastî tundiya mêr hatin gelo?” pirs kir û got: “Ez vê ji derveyî dozê dipirsim.” Piştî ku Dûrgûtê got pirs fêm nekiriye, dadger got ku “Bila danişîn bi dawî bibe ez wisa pirs bikim.” Dûrgût a ji cihê mayî parastina xwe domand wiha got: “Li wir kesên mexdûr em in. Şûna ku derbarê kesên tundî kirine de lepirsîn were destpêkirin, doz li me hate vekirin. Min anonsa polîsan a ‘belav’ bibin ne bihîst, ez bibîhizm jî nikarim ji wir veqetim ji ber ku ez rojnamevan im, ji bo ku karê xwe bikim li wir bûm. Çima ji wir veqetim?”
 
Pişt re parêzerê Dûrgût, Samet Ataman ê mafê axaftinê wergirt, bi gotina “Di vê dosyayê de kirineke li dijî qanûnê nîne” bertek nîşan da ku têkildarî daxuyaniya jinan daye lêpirsîn hatiye vekirin. 
 
Ataman, bal kişand ku rojekê beriya daxuyaniya jinan di 24’ê mijdarê de polîsan mudaxileyî çalakiya ku AKP’ê kiribû nekirin û wiha got: “Qedexe tenê ji bo mûxalîfan û HDP’ê hene.” Ataman, wêneyên jinên ji bo tev li daxuyaniyê bûne hatine derbkirin nîşanî dadger dan û wiha berdewam kir: “Heke giliyên me li van polîsên tundî kirine bi dozê encam girtibûna, kesên tev li daxuyaniyê dibûn rastî tundiya polîsan nedihatin. Polîs muwekîla min Zeyneb Dûrgût nas dikin. Bi dilxwazî mudaxile kirin.” Ataman, bi bîr xist ku dozgerê ku derbarê muwekîlên wî de îdianame amadekiriye û dozgerê danişînê heman kes in û anî ziman ku dê dozger ji muwekîlên wî re cezayî bixwaze. 
 
 
Dozgerê piştî parastina parêzer nêrîna xwe ya derbarê esasê de aşkere kir, xwest ku kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. Şandeya dadgehê, doz taloqî 27’ê hezîranê kir. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/04/2024
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin