Siyasetmedar Zana: Her kes kesekî/ê qaneh bike

AMED – Siyasetmedara kurd Leyla Zana di axaftina xwe ya di civînên gel de yên li Hezro û Hênê, ji her kesî xwest ku kesekî/ê qaneh bikin. 
 
Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê, namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin û siyasetmedara kurd Leyla Zana li qadê dest bi xebatên hilbijartinê kirin. Zana û kesên pê re li Dersîl Petrol a li têketina Hezroyê ji aliyê gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin.
 
Li vir welatiyan Zanayê hembêz kirin û paşê Zan û yên pê re ber bi navçeya Hezroyê ve bi rê ketin.
 
Zana ku li buroya hilbijartinê ya navçeyê ji aliyê gelek kesan ve hat pêşwazîkirin, li vir bi hezkirin hat pêşwazîkirin. Zanayê li vir xîtabî bi sedan kesî kir û spasiya welatiyên ku hatine kir û got: “Hezar û 400 sal in em bi vê baweriyê dijîn. Kurdan tu carî baweriya xwe ya îslamî wekî amûreke siyasî bi kar neaniye. Baweriya wan di navbera wan û Xwedê de ye. Tişta herî xweş ew e ku mirov îmana xwe di navbera xwe û Rebbê xwe de bihêle. Divê mirov baweriya xwe neke bin emrê siyaseta qirêj. Her ku ez têm Hezroyê, ez li bav û kalên me difikirim. Di medreseyan de tenê zarokên biçûk dikaribûn bi hev re nimêj bikin. Wan fêrî ehlaq û terbiyeyê dikirin. Wan fêrî dilovaniyê dikirin. Îro sedema fetisandina siyasetê, nepêkanîna van tiştan e. Behsa exlaqê dikin, lê tu exlaq li pey xwe nehiştine. Behsa zimanekî pak dikin, lê kîn ji zimanê wan diherike. Ew behsa aştiyê dikin lê ji bilî şer tiştekî nakin."
 
'EM Ê BI GELÊ XWE RE BI SER BIKEVIN'
 
Zanayê ku got “Bi îzna Xwedê em ê bi gelê xwe re bi ser bikevin” wiha dewam kir: “Hezro, ez bawer dikim ku te tu carî em şermezar nekirine û me jî tu şermezar nekiriye. Heya taqeta me hebûye me hem di qada civakî hem jî di warê yekîtiyê de li ber xwe daye. Tê bîra min. Dema me Newroza ewil pîroz kir em 150 kes bûn. Îro li qadö bi milyonan kes hene, ev serkeftina we ye, hêza we ye. Ez bawer dikim ku hûn ê dîsa peywira xwe pêk bînin. Ev partiyên sîstemê yên ku îradeya me dixwazin, tenê ji me re dibêjin, bila kes we nebîne. Di vê heyamê de bi bertekeke mezin vîna xwe biparêzin. Partî ne ya tu kesî ye. Bi keda gel hatiye avakirin. Aîdî gel e, bi keda ciwan û jinan hatiye avakirin."
 
Paşê Zana û yên pê re li Taxa Dedaş û Reşikê hevdîtin bi gel re kirin. Piştî vê şande ber bi navçeya Hênê ve bi rê ket. 
 
Piştre Zana û hevalên xwe derbasî navçeya Hênê (Hanî) bûn. Endamên partiyê di wesayîtan de silav dan gel û li meydana navçeyê hevdîtin bi gel re kirin. Zana, di civîna ku di bin barana zêde de veguherî mîtîngê de axivî û bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û got ku divê her malbat bi zarokên xwe re bi zimanê kurdî biaxive. Zanayê anî ziman ku ciwan bi kurdî fam nakin û axaftina xwe bi tirkî berdewam kir. 
 
'HER KES KESEKÎ/Ê QANEH BIKE'
 
Zanayê di berdewama axaftina xwe de bang li ciwanan kir û got: "Dem niha dema we ye."
 
Zanayê her kesî vexwand ku piştî fitariyê kesekî qaneh bike û got: "Gava em di vê de bis er bikevin, ev tê wateya ku em di vê hilbijartinê de bi ser ketine. Ez her tim bi we bawer im. Ji lew re hûn behr in, em kanî. Ji ber vê jiyaneke bi aram û biedalet. Ya herî baş em di jiyaneke azad de bigihên hev. Silav li we hemûyan."
 
Girseyê tim dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî"yê berz kir.
 

Sernavên din

23/04/2024
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn
13:41 Li dijî êrişan banga piştevaniya bi Çapemeniya Azad re hate kirin
13:06 Şaredariya Farqînê biryarên dewirkirina neguhezbaran a qeyûm betal kir
12:58 Li Amedê zêdetirî 200’an qadên lêgerîn û derxistina petrolê hatine vekirin
12:54 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:43 Li dijî binçavkirinên Çapemeniya Azad bertek hatin nîşandan
12:20 Hejmara rojnamegerên hatine biçavkirin zêde bû
12:17 KNK'ê serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV'yê şermezar kir
12:16 Bîranîna Qirkirina Ermenan a li Kadikoyê hate qedexekirin
11:51 Rojnamevan Arslan: Êrişa li dijî televizyonan ji polîtîkayên şer ne serbixwe ye
11:48 Stêrk û Medya Haber: Tu hêz dê nekarin dengê me qut bikin
11:16 Rojnameger Ozdemîr: Dê şer hinek din dirêj bibe lê encam naguhere
10:43 Bi hinceta ‘heqareta li Erdogan’ doz li Emîne Şenyaşarê hate vekirin
10:37 DFG û MKG: Ev êriş nikarin çavên kedkarên Çapemeniya Azad bitirsînin
10:18 Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin
09:52 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt
09:51 NÇR-Ewropa serdagirtinên Stêrk û Medya Haber TV’yan şermezar kir
09:50 Li Malezyayê helîkopterên leşkerî li hev ketin: 10 kes mirin
09:24 Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin
09:23 Banga 1'ê Gulanê: Bi dirûşma 'ji bo nan û aştiyê azadî' ber bi Qada Taksîmê ve
09:22 Parêzerê Gezerê astengdarê zihnî: Ehliyeta wî ya sûc tune ye
09:03 8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim
09:02 Qeyûm 20 milyon lîre ji budçeya 'Nivîsgehê' xerc kirine
09:01 Li Çiyayan bayê biharê
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 149’an de didome
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 182 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2024'AN
08:13 Ji Stêrk û Medya Haber TV’yê banga xwediderketinê
08:12 Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
08:05 Polîs bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê girtin
22/04/2024
22:41 Mîhrîcana şanoyê di roja 5’emîn de didome
22:29 Li Geverê 12 kesên hatibûn girtin hatin berdan
20:48 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 84'an de ye
20:46 Di navbera Tirkiye û Iraqê de 26 peyman hatin îmzekirin
17:02 Qeyûm li Êlihê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar TL deyn hişt
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne