DEM Partiyê Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir: Dê di her qadê de zarok esas bên girtin

AMED - DEM Partiyê Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir. Di beyannameyê de ji bûdçeya zarokan esas digire heta Lijneyên Piştevaniya bi Zarokan re, ji Malên Çîrokan heta kooperatîfên ekolojîk û zarokan gelek proje cih girtin.  

 
Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Akademiya Mafên Zarokan a Helîn Hasret Şen a li navçeya Sûrê ya Amedê Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan eşkere dike. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, namzetên hevşaredariyê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
 
Daxuyanî ji hêla Hevbedevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê û Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş ve hate xwendin. Guneş, wiha got: "Em ê qada siyaseta demokratîk bi hêmanên herêmî bihonin, em ê bajaran bi hemû niştecihên wan re bi rê ve bibin. Em ê hemû warên jiyanê bi hêmanên herî zîrek ê herêman, bi zarokan, ji nû ve ava bikin. Em ê jiyana nû ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bi zarokan re ava bikin."
 
Beyanname wiha ye:  
 
* Hemû saziyên zarokan yên ku bi khk’yan, bi destên waliyên kolonyalist ji gel hatine stendin em ê ji nû ve ava bikin û bi pêş bixin.
 
*Ji bo ku politikayên zarokan bi rê ve bibin em ê li şaredariyên xwe Serokatiya Daireya Politikayên Zarokan ava bikin. Di yekîneyên di nava Daîreyê de dê bên avakirin; Li gorî mafê beşdarbûna zarokan, em ê bi zarokan re weke amûreke siyaseta demokratîk meclîsên zarokan ava bikin, ku li ser jiyan û qadên xwe yên jiyanê bibin xwedî gotin û bibin kirdeyên pêvajoyên siyaset û biryargirtinê. 
 
* Em ê teşwîq bikin ku meclîsên zarokan ên li herêmên cuda hatine avakirin bên cem hev û xebatên hevpar bimeşînin. Bi vî awayî em ê rê li meclîsên zarokan ên li herêmên cuda vekin ku li dora ajandayên hevpar kom bibin û aqilmendiya kolektîf ji bo çareserkirina pirsgirêkan bidin jiyandin.
 
* Ji bilî avakirina cihên ku zarok sûdê jê bigirin (park, pirtûkxane û hwd.), em ê li ser bingeha “Lijneya Şêwirmwndiya Zarokan” ku dê di nav meclîsên zarokan de bê avakirin, bajaran bikin dostên zarokan. 
 
* Ji bo ku em li dijî xizaniya zarokan têbikoşin û nehêlin zarok bibin karker em ê hewl bidin tevî mafê ewlehiya dahata bingehîn, lêniherîna tenduristî, xanî û çûnûhatinê bê pere peyda bikin.
 
DÊ KOOPERTÎFÊN EKOLOJÎK ÊN ZAROKAN BÊN AVAKIRIN
 
* Em ê tevî zarokan Kooperatîfên Ekolojîk ên Zarokan ava bikin da ku zarok wekî kirdeyên jiyanê di nav ekonomiya hevgirtinê de fêr bibe, serpêhatiyan bijî.
 
* Em ê bi zarokan re akademiyên zarokan ava bikin da ku zarok bikaribin bi zimanên xwe yê zikmakî çalakiyên çandî-hûnerî, zanistî, sportîf bike û di nav civakê de cihekî ji xwe re ava bike. 
 
* Li dijî kirinên tarîqat, cemaat û pêkhateyên din ên li ser referansên Îslama Siyasî ku olê dixin amûrek û zarokan dikin mijara rojeva xwe ya siyasî; Em ê bi mekanîzmayên wekî meclîsên zarokan, akademiyên zarokan û kooperatîfên zarokan ên li ser bingeha feraseteke azadîxwaz û laîk, bi zarokan re bi hev re jiyaneke nû ava bikin ku li gorî mafê tevlîbûnê wekhev hatiye avakirin.
 
* Ji bo pêşîgirtina li xizaniya zarokan em ê polîtîkayên xwe pêş bixin. Em ê li her taxê bankayên xwarinê yên nêzîk ava bikin da ku zarok bigihîjin mafê xwarina têr, hevseng û tendurist. 
 
* Em ê bi zarokan re û li gorî hewcedarî û pirsgirêkên zarokan polîtîkayên zarokan pêş bixin. Em ê budçeya hesas a zarokan pêk bînin.
 
DÊ 'NIRXANDINA BANDORA ZAROKAN' ESAS BÊ GIRTIN
 
* Em ê di hemû qaîdeyên qanûnî yên şaredariyan de pratîka “Nirxandina Bandora Zarokan (ÇOED), esas bigirin.
 
* Em ê hemû tedbîrên pêwîst bistînin da ku zarokên neurodiverse bikaribin bi azadane tevlî hemû qadên jiyanê  bibin.
 
* Em ê ji bo ku zarokên neurodiverse bikaribin serbixe bijîn hemû perwerdeyên mîna ergoterapi, terapiya lîstikê, terapiya axaftinê yek û yek, bê pere û bê sînor bidin.  
 
* Da ku em zarokên xwe ji her cureyê bêhişkerê biparezin em ê hemû tedbîrên xwe bigirin.
 
* Ji bo bidawîkirina tiryakê ku weke yek ji polîtîkayên şerê taybet tê bikaranîn û heta temenê 9 salî li tevahiya Tirkiyeyê tê bikaranîn, bi derxistina polîtîkayên bi bandor em ê ji bo malbat û zarokan perwerdeyên hişyariyê organîze bikin.
 
* Em ê beşdariya wekhev a zarokên koçber û penaber di hemû qadên jiyana civakî de ava bikin.
 
* Ji bo pêşî li îstîsmara zarokan a di bin navê zewacê de bê girtin em ê awayekî aktîf têbikoşin û xebatên hişyarkirine li dar bixin.
 
* Em ê çûnûhatina bajêr û beşdarbûna çalakiyên candî ji bo hemû zarokên heta 18 salî bêpere bikin.
 
* Em ê li ser tenduristiya ciwanan ji bo hemî zarok û dê û bavan xebatan bikin.
 
* Ji bo ku hemû zarok bi taybetî jî keç bikaribin perwerdeya xwe bidomînin, em ê xizmetên weke wargeh, servîs û înternetê bê pere bidin.
 
DÊ XIZMETÊN LÊNERÎNA ZAROKAN BÊN BELAVKIRIN
 
* Em ê xizmetên lênêrîna zarokan belav bikin.
 
* Em ê kreşên pirzimanî ava bikin û bi domahîya rojê em ê xizmetê bidomînin.
 
* Em ê kuçeyan, parkan û hemû cihên lîstikê ji bo zarokên neurodiverse ewle û berdest bikin.
 
* Em ê ji bo zarokan navendên zanist, xweza û çandê ava bikin.
 
* Em ê lîstik, çîrok û cîrokên zarokan berhev bikin da ku bîra kollektîf ji nifşên nû re were veguhestin. Em ê mala çîrokan ava bikin da ku zarok bikaribin xwe bigihînin van berhemên berhevkirî.
 
* Ji bo rê li ber bişaftina çandî bê girtin, em ê li hemû deran “Malên Muzîkê yên zarokan” ava bikin, ku awazên kevneşopdar tê de têne tomarkirin û ev awaz û hunermendên kevneşopdar ji nifşên nû re têne fêr kirin.
 
* Ji bo pêşîgirtina li her cure şîdet û îstîsmara li dijî zarokan em ê tedbîran bigirin. Bi vê armancê em ê li dijî îhmalkirin û îstîsmarkirina zarokan yekîneyeke “Têkoşîn û Şêwirmendiyê” ava bikin û ji bo mezin û zarokan xebatên hişyarkirinê li dar bixin.
 
* Li dijî qalibên parvekirina kar a zayendî di civakê de xurt dikin, em ê li ser bingeha wekheviya zayendî û azad xebatên xwe bimeşînin.
 
* Em ê bi rêxistinên sivîl û dînamîkên herêmî yên ku li ser zarokan dixebitin re hevkariyê bikin û piştgiriyê bidin xebatên van saziyan.
 
* Em ê piştgiriya hiqûqî û dêrûnî bidin zarokên ku bi zagonê re  nakok in.
 
* Em ê li hemû dibistan û gundan çalakiyên gerok ê nêrîna tenduristiya dev û diranan bikin û ji kesên hewcedar re dermankirina bê pere bidin. 
 
DÊ JI BO HER SAZIYÊN ZAROKAN ÎSTÎHDAMÊ BIKIN
 
* Di her saziyê de ku ji bo zarokan xizmetê dide em ê îstîhdamê bikin.
 
* Ji ber ku welat di herêma erdhêjê de ye, em ê teqez bikin ku Yekîneya Koordinasyona Afetê ya ku dê li şaredariyên me bê avakirin, ji bo ku ji erdhejên muhtemel re amade bin, dê bi hesabkirina zarokan xebatên xwe ava bikin. Ji bo ku em qadên jiyane ji bo zarokan ewle bikin em ê hemû avahiyên li heremên xwe li hemberî erdhejê qayîm bikin û bi hêz bikin. Em ê teqez bikin ku avahiyên nû bi nêzikatiyek şefaf, bi çavnihêrî ku dê rastiya erdhejê li ber çavan bigire were çêkirin.
 
* Ji bo ku em zarokan li ser rastiya erdhejê hişyar bikin em ê çalakiyan li dar bixin.
 
* Di her gavên ku em ji bo zarokan diavêjin; em ê belgeyên mafên zarokan ên navnetewî, bi taybetî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî wekî referans bigirin.
 

Sernavên din

22/04/2024
15:32 Li Bagokê dengê çekan bilind dibe
14:43 Pîra 81 salî Makbule Ozer dîsa girtin
14:35 Tekoşîn û şanoya kurdan bi hev re girêdayî ye
14:31 Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt
13:57 Bakirhan serdana ajansên JINNEWS û MA’yê kir
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin