Li Edeneyê Newroza bicoş: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye

img
EDENE - Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr di pîrozbahiya Newrozê de axivî û got: “Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.”
 
Li Edeneyê bi dirûşma “Rabe dem azadî û serkeftinê ye” Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Hezaran kes tev li pîrozbahiya Newrozê ya li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan tê lidarxistin bûn. Qad ji girseya kom bûye re teng hat û hinek welatî li derve tev li coşa pîrozbahiyan bûn. 
 
QAD TÊR NEKIR
 
 
Di pîrozbahiyan de ji ber vekirina pankartê di navbera polîs û ciwanan de alozî derket. Ji ciwanan Ahmet Akdogan, Mahmut Dalmiş û Mehmet Kiran ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin û hatin binçavkirin. Ciwan piştre hatin berdan.  
 
Welatiyên ji du cihên kontrolê derbas bûne, bi bi tililî û çepikan ber bi qadê ve meşiyan. Ji qadê diruşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî”, Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana zindanan” olan dan. Welatiyên bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li Newrozê bûne demeke dirêj govend gerandin. 
 
DAXWAZA ‘AZADIYA OCALAN’
 
Dayikên Aştiyê yên bi daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê re azadiya fizîkî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” Nobeta Edaletê dane destpêkirin, çalakiya xwe veguheztin qada Newrozê. Ciwan ji bo piştgiriyê bidin berxwedana dayikan, strana “Özgürlük Mahkumlari” gotin. Di pîrozbahiyan de pankarta herî balkêş a ji gotinên Abdullah Ocalan a “Em ê mirovê xweşik gelek hez bikin” bû. Dîsa ji bo bîranîna Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an a Amedê de hatibû qetilkirin jî pankarta “Tû kûlîlka biharê ya ku hêj aj nedaye yî Kemal” hate vekirin. Di kêliyên ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane re rêzgirtin dihate girtin, girse bi hev re “Çerxa Şoreşê” xwend û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. 
 
Di pîrozbahiyan de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr axivî û Newroza girtiyan û Abdullah Ocalan pîroz kir. Esengul diyar kir ku tecrîda ser Abdullah Ocalan tê meşandin derveyî hiqûqê ye û wiha got: “Ji bo aştî were welat divê desthilat bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê ragirtin e.”
 
AGIRÊ NEWROZÊ HATE VÊXISTIN
 
Dayikên Aştiyê yên Nobeta Edaletê digirin li gel çepik û tililiyan, agirê Newrozê vêxistin. Dayika Aştiye Raîfe Akin xwest tecrîd were rakirin û Ocalan azad be. 
 
Dayika Aştiyê Şemsa Bagdu jî diyar kir ku dê aştî tenê bi aştiya Abdullah Ocalan were welat. 
 
PEYAMÊN OCALAN HATIN XWENDIN 
 
Hevserokê Komîteya Amadekar ê Edeneyê Yaşar Demîr, Hevserokên DEM Partiyê yên Edeneyê Helîn Kaya û Seyfettîn Aydemîr, Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ên Edeneyê Arîfe Çinar û Mahfuz Guleryuz axaftinekî kirin û Newroza welatiyan pîroz kirin. 
 
Herî dawî Parlamenterê Mêrsînê yê DEM Partiyê Alî Bozan nirxandinên Newrozê yên Abdullah Ocalan ên salên berê xwend. 
 
Pîrozbahî bi stranên Koma Aryen û Şêrzad dom kirin. 

Sernavên din

26/04/2024
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in